Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye

  • rojane
  • 09:18 26 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Samed Ûcaman, têkildarî damezrandina Konseya Çandiniyê ya Amedê axivî û got: “Ev konsey hêzekî navxweyî ye û li dijî pirsgirêkên di çandiniyê de diqewimin û ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin, hat avakirin.”

 
Li Amedê 9 rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên sektora taybet ji bo ku li Amedê sektora çandiniyê bi pêş ve bibin û bê birêvebirin “Konseya Çandiniyê ya Amedê” damezrandin. Ji bo rêvebirina konseyê 9 kesên ku ji saziyên cuda pêk tên û li ser çandiniyê xebatan dikin hatin hilbijartin. Konsey, ji 5 saziyên esas yên bi navên Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Odeya Zîraatê ya Amedê, Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Amedê û Odeya Veterîneran a Şaxa Amedê û 4 saziyên din ku dê her tim piştî demekê bên guherandin, pêk tê. 
 
Yek ji van saziyan Şaxa Odeya Endezyarên Zîraatê (ZMO) ya Amedê ye. Serokê ZMO’yê Samed Ûcaman, têkildarî damezrandina konseyê bi ajansa me re axivî. 
 
‘ÊDÎ COTKAR NIKARIN COTKARIYÊ BIKIN’
 
Ûcaman anî ziman ku ev nêzikî 20 sal in cotkarên li herêmê, bi taybetî jî li Amedê bi pirsgirêkên gelek cuda re rû bi rû dimînin. Ûcaman da zanîn ev pirsgirêk êdî gihiştinê wê astê ku cotkar nikarin cotkariyê bikin û wiha got: “Ji hêlekê ve problemên kesên ku li ser axê hilberînekî digirin, ji hêlekê ve jî problemên kesên ku tov difiroşin hene. Di vê mijarê de jî polîtîkayekî li ser çandiniyê nehatiye meşandin û her tim polîtîkayên xitimandinê hatine çêkirin. Li ser vê yekê em hemû beşên li ser cotkariyê kar dikin û sûdê digirin civakek ava kir. Nêzî salekê ye me li ser vê yekê xebat dikirin. Ev xebat jî ji bo ku tu bikarî êdî li ser karê bi hev re nîqaş bikî û çareseriyekê peyda bikî hat kirin. Ji hêleke din ve jî li dijî gefên li ser axa çandiyê em dixwazin seknekî rast nîşan bidin. Her wiha dê di pêşerojê de dîyalog û dîplomasî bi saziyên fermî re jî bê meşandin. Ji ber vê yekê me hemû sazî anîn ba hev û ev sazî dê di pêşerojê de weke komîsyonekê bixebite ku pirsgirêkan çareser bike." 
 
RÊVEBERÎ JI 9 SAZIYAN PÊK TÊ
 
Ûcaman destnîşan kir ku di rêveberiya komîsyonê de saziyên esasî ku her dem dê di komîsyonê de bin hene û got ku komîsyon ji rêveberiya 9 kesan pêk tê. Ûcaman bi lêv kir ku ji vê rêveberiyê her kes dê li ser beşekê bixebite û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku hem ji aliyê zanistiyê ve, hem ji aliyê teknîkê ve û hem jî ji aliyê pîşeyî ve bingeha wan heye Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Odeya Zîraatê ya Amedê ya Şaxa Amedê, Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Amedê û Odeya Veterîneran a Şaxa Amedê endamên komîsyonê yên daîmî ango esas in. Her çar endamên din ên komîsyonê jî dê her tim piştî demekê bê guhertin. Wê carna şîrketên dermanfiroş bin, carna dê tovfiroş bin, carna dê koperatîf hwd. bin. Bi vî şeklî dê komîsyon bi rêveberiyeke her dem xwe nûjen bike û pirsgirêkên xwe bidin pêşiya xwe.”
 
‘WÊ LI SER ÇANDINÎ Û ABORIYA HERÊMÊ BANDOREKE ERÊNÎ BIKE’
 
Ûcaman bal kişand ser pirsgirêkên li ser axê û avê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha pirsgirêka me ya herî mezin, li ser axê ye. Dosyeyên ku wesfê axa çandiniyê bê guhertin her tim tên pêşiya me, armanc jî li dijî van dosyeyan seknek bê nîşandan e.  Her wiha li ser avdaniyê pirsgirêkek mezin heye. Li ser ekolojiyê bandoreke neyînî dike û dê pirsgirêkên cuda di siberoja me de derxîne holê. Dê li ser van tiştan jî hin xebat bên kirin. Pirsgirêk pirr in, lê çareseriyek jî ji aliyê hikûmeta fermî ve nehatiye kirin û xitimandinek çêbûye. Li gorî vê yekê jî em ê rê û rêbazên xwe bidin meşandin. Ev konsey hêzekî navxweyî ye. Dê di pêşerojê de jî hem li ser çandiniyê, hem jî li ser aboriya herêmê bandoreke erênî nîşan bide.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 
 

Sernavên din

31/03/2024
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin