Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû

  • rojane
  • 09:28 1 Mijdar 2023
  • |
img
 
 
STENBOL - Pisporê Rojhilata Navînê Bereket Kar anî ziman ku dê şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de li herêmê bibe cihê geşedanên nû û cuda. 
 
Hamasê di 7'ê Cotmehê de bi navê "Tofana Aksayê" êriş bir ser Îsraîlê. Piştî vê êrişa Hamasê Îsraîlê Xezeyê hedef girt. Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de 26 roj in didome. Di van 26 rojan de di êrişên Hamasê de zêdetirî hezar sivîl û di êrişên Îsraîlê de jî zêdetirî 2 hezar jin û zarok di nav de di ser 6 hezarî re sivîl mirin. Her wiha Tirkiyeyê jî di heman demê de êriş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di van êrişan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û qadên jiyanê û xizmetê yên herêmê hedef hatin girtin. 
 
Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, bandorên şerê Îsraîl-Filistînê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin. 
 
ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ BER BI KU VE DIÇE?
 
Kar diyar kir ku şerê ku di 7'ê Cotmehê de di navbera Îsraîl-Hamasê de dest pê kir, di encama qewimînên heya niha li Rojhilata Navîn qewimîne derketiye holê û "Bihara Ereban" ku di sala 2011'an de li Tûnisê dest pê kir û li hemû welatên ereban belav bû bibîr xist. 
 
Kar bilêv kir ku şerê ku li seranserê Rojhilata Navînê dest pê kiriye li hemû welatên ereban dewam dike û got ku şerê vê dawiyê yê Îsraîl-Filistînê jî dê hin hevsengiya biguherîne. Kar wiha pê de çû: "Ne pêkan e ku ev şer zû bi dawî bibe. Li aliyê din piraniya welatên Kendavê di çaçroveya peymanên Îbrahîm de bi Îsraîlê re ketin nava notralîzasyonekê. Welatên Kendavê û ereban, hewl didan têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re nerm bikin, lê gelan ev têkilî esas negirtine. Welatên Kendavê û ereban ji aliyekî ve li dijî sîyonîzma Îsraîlê protesto pêş dixin, li aliyê din DYA'ya endama NATO'yê jî fîlo şandin Behra Spî. Ev yek jî pirsên wekî dê ev şer ber bi ku ve biçe li mirovan peyda kir." 
 
Kar bilêv kir ku Îsraîl di vî şerî de bêyî haya wê jê hebe hat girtin û niha ne xwedî stratejiyeke cidî ye û got ku dîtina ku hêzên emperyalîst Hamasê wekî DAIŞ'ê dibînin û dixwazin wê ji holê rakin ne rast e. Kar destnîşan kir ku îdiayên Îsraîlê ku digot 'Ger extiyarên filistînî yên niha bimirin û nifşên nû filistînê jibîr bikin, dê doza Filistînê ji holê rabe' rûxiyane û got ku dê tevgerên berxwedanê yên Filistînê jî nikaribin bi tena serê xwe vê meseleyê çareser bikin.
 
Kar wiha domand: "Gelê Filistînê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşe. Lê gava ew bi hêzên berxwedanê yên din ên li Rojhilata Navîn re, bi hêzên wekî kurdan ên ji bo azadiyê, demokrasî û aştiyê têdikoşin bibe yek dê bi ser bikeve. Ger vê yekê bike, hêzên emperyal çi qasî fîloyên mezin tînin bila bînin, dê nikaribin xwe li ber berxwedana gelan ragirin." 
 
‘DYA NAXWAZE ŞER LI HERÊMÊ BELAV BIBE'
 
Kar destnîşan kir ku DYA û hêzên emperyalîst naxwazin şerê Îsraîl-Filistînê veguhere şerekî herêmê û sedema vê yekê wiha rave kir: "66 keştiyên Çînê ber bi Behra Spî ve bi rê ketin. Daxuyaniyên Koreya Bakur, daxuyaniyên Îranê û tew hin agahiyên bi dest me ketine, DYA ji Fransa, Îngîltereyê hin şande şandine cem Hîzbullahê û fikarên xwe yên wekî 'Hûn daxilî vî şerî nebin, em ê li wir piştgiriya Îsraîlê bikin. Lê ger hûn tevî Hamasê li bakur şerekî bidin dest pê kirin, dê ev veguhere şerekî herêmî' ragihandine. Ev fikar hê jî didomin. DYA, tenê ne ji ber kêmbûna hêz aleşkerî, nikare li van deran îstiqrar û aştiyê ava bike, lewma naxwaze ev şer belav bibe." 
 
‘NE ŞERÊ GELAN E'
 
Kar destnîşan kir ku ev şer ne şerê gelan e û got ku ger hêzên sosyalîst û deokratîk bi gelan re tevbigerin dê emperyalîzm gelekî paş de biçe. 
 
Kar bilêv kir ku di pêvajoyeke wiha de ku Rojhilata Navîn jinûve likil digire, tevgera azadiyê ya kurdan tevî hemû tiştan jî li her çar parçeyan têkoşîna xwe didomîne û got ku têkoşîna gelê kurd û tevgera azadiyê ya gelê Filistînê dê li Rojhilata Navînê têkoşîna rizgariyê ya gelên bilind bike. Kar wiha domand: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi qas bihêz dibe bilka bibe jî, ji teref emperyalîstan ji bo êrişan vekiriye. Lewma divê pireke tekûz bi tevgera gel a Filistînê re deyne. Çendî niha pozîsyona Rêveberiya Xweser girîng be jî, divê em zanibin ku li cihekî talûke ye. DYA ji bo berjewendiyên xwe çiqasî li wir dibe bila bibe, lê ev têr nake."
 
Kar di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku rola Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn qels bûye û got: "Herî dawî ji bo şerê Îsraîl û Filistînê xwest di nava her duyan de bibe garantor, lê ne diyar e ku d aştiyê li se rkîjan esasî ava bike. Her wiha Tirkiye tiştekî wiha bixwaze jî welatên ereban destûra tiştekî wiha nadin. Welatên emperyalîst û DYA jî tiştekî wiha naxwazin. Ji lew re ger li herêmê Îsraîl birûxe, tekane hêza ku DYA xwe bisipêrê Tirkiyeya NATO'yê ye. Lewma dê DYA heya dawiyê piştgiriya ÎSraîlê bike ku wê wekî cendirmeyan tayin kiriye û wê xwedî dike." 
 
Kar di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke wiha de ye ku geşedanên nû û cuda rû didin û got ku ev pêla nû dibe ku hemû gelên herêmê bihewîne û bibe cihê geşedanên nû. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

02/11/2023
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin