Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne

  • rojane
  • 09:07 2 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Pinar Sakik Tekîn, keça Serokê HEP'ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku 31 sal berê li Dîlokê hat qetilkirin e û niha ala têkoşînê ya bavê xwe di bin banê HEDEP'ê de bilind dike. Tekîn got: "Em ne ew gel in ku bi kuştinê bên qedandin. Ji lew re em heqîqet in." 
 
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Dîlokê Abdulsamet Sakik, di 3'yê mijdara 1992'yan de li navçeya Şahînbey a Dîlokê ji aliyê hîzbulkontrayan ve hat qetilkirin. Fûat Balca yê ku Sakik qetil kir, di sala 2000'î de, di operasyona li dijî hîzbulkontrayan de hat binçavkirin û tevî 17 kesan hat girtin. Balca ku li xwe mikur hat wî Sakik kuştiye, bi sûcê kuştina 165 kesan cezayê muebeda girnakirî lê hat birîn. Lê hê pêvajoya dozê li Dadgeha Bilind dewam dikir, Balca û 5 kesên pê re bi hinceta "girtina demdirêj" di sala 2022'yan de hatin berdan. 
 
Partiya ku Sakik endamê wê bû, di 14'ê Tîrmeha 1993'yan de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hat girtin. Lê belê têkoşîna HEP'ê bi partiyên piştî wê hatin avakirin re dewam kir; OZEP, DEP, DEHAP, DTP, HDP, DBP... Xeleka dawî ya vê kevneşopiyê jî Partiya Çepên Kesk bû ku demek berê navê wê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) hat guherandin. 
 
Pinar Sakik Tekîn, gava ku bavê wê Abdulsamet Sakik hat qetilkirin 11 salî bû, mîrateya têkoşînê ya bavê xwe ji cihê mayî didomîne. Tekîn ku demeke dirêj di nava xebatên siyasî de cih digire, niha Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê ye. 
 
Pinar Sakik Tekîn
 
TÊKOŞÎNA SAKIK
 
Em bi Tekînê re li ser têkoşîna bavê wê axivîn. Tekîn diyar kir ku bavê wê di dema 12'ê Îlonê de rastî îşkenceyên giran hatiye, lê dîsa jî dets ji têkoşînê bernedaye û got: "Bavê min ferdê eşîreke ji Mûşê ye. Wekî eşîreke pir dogmatîk fêm nekin; malbata min zincîrên xwe şikandibûn. Bi berfirehî difikirî, malbateke çepgir û demokrat bû. Bavê min jî ewilî wekî mezinê malbatê ketibû etra debarê. Paşê xwedîderketina li gel dest pê kirç Di dema 12'ê Îlonê de li girtîgehên Xarpêt û Amedê rastî îşkenceyan hat. Ên wî nas dikin, dibêjin di qenalîzasyonê de îşkence lê hatiye kirin. Lê ev îşkence nebûn sedema paşgavavêtinê, bûn sedema ku bêtir bitêkoşe." 
 
Tekîn ragihand ku piştî HEP hatiye avakirin bavê wê bûye Serokê HEP'ê yê Dîlokê û wiha domand: "Gelek mêvan dihatin mala me. Wê demê pêşengên siyasetê jî tim dihatin. Lê min wê gavê ew nas nedikirin. Tim dihatin cem hev du. Pêvajoyên zehmet bûn. Belkî em zarok bûn û me baş fêm nedikir. Lê piştî mirina Vedat Aydin şevekê deriyê me lê ket. Saet li dor 2-3'yê şevê bû. Ez, birayê min ê biçûk, diya min û bavê min, em li malÊ bûn. Kesên birûpoş bi israr li deriyê me dixistin. Wê kêliyê me fêm nekir bê çi tê serê me. Em li benda ravekirinê bûn. Wê gavê pir tişt ji zarokan re nedihatin gotin. Lê ez qet dengê deriyê me jibîr nakim." 
 
Tekîn bi gotina "Min li bavê xwe temaşe dikir, min tim ew texlîd dikir" anî ziman ku wê bavê xwe qet jibîr nekiriye û wiha axivî: "Min tim hewl dida kirinên wî fêm bikim. Bêtir hez ji zarokên keç dikir, ez tim li cem wî bûm. Xwendin û nivîsandina wî hebû, lê ne zêde bû. Tim dixwest ez jê re rojnameyan bixwînim. Ev hêla min a xwendinê ji bavê min derbasî min bûye." 
 
‘JI BER KU EVÎNDARÊ GELÊ XWE BÛ HAT QETILKIRIN'
 
Tekîn ragihand ku wê roja ku bavê wê hatiye qetilkirin qet ji bîr nake û wiha domand: "Roja hat qetilkirin ez ji dibistanê vedigeriyam. Pênûsê min ê ku min pir jê hez dikir winda bûbû. Ez li pênûsê xwe digeriyam. Hûn dikarin bibêjin 'Here were pênûsek e.' LÊ pêwendiya wê bi tiştekî wê kêliyê re hebû. Bêaramiyek xwe li min girtibû, tiştekî nelirê hebû. Gava ez hatim malê, telefona me lê ket. Xebera ku bavê min birîndar bûye hat. Em hemû bi bazdan çûn. Wêneyê ku min dît, di bin rojnameyan de çûna çinarekeî qerase bû. Bavê min ji bo min çinarek bû. Di bin wan rojnameyan de tenê milekî saet di destan de di bîra min de maye û ez hê jî bi wî wêneyî re dijîm. Di mêjiyê min de lîstika çêke-xera bike hebû, min tim çêdikir û xera dikir...  Ta di 3'yê Mijdara bi mij û moran a Dîlokê min kuştina bavê xwe dît. Piştî min ew dît, min hemû parçe bi hev vekirin. Ji bo careke din xera nebin, min ew di mêjiyê xwe de tomar kirin. Ez henaseya xwe bi wî wêneyî digirim û bi wî wêneyî re berdidim." 
 
Tekîn destnîşan kir ku wê demê hîzbulkontra li Dîlokê xwe birêxêstin kiriye û got: "Bavê min ji ber ku pêşengiya gelê xwe kir, hat kuştin. Ji ber evîndarê gelê xwe, zimanê xwe, çanda xwe û koka xwe bû hat qetilkirin. 3 gule li serê bavê min û 2 heb jî li dilê wî ketibûn. Ji paş de beradabûnê, Navnîşana guleyên ji paş de bi nemerdî tên berdan diyar e. Kiryar jî diyar in. Lê bi polîtîkayên bêcezatiyê rastî muyeideyekê nehatin." 
 
'MIN ALA WÎ WERGIRT'
 
Tekîn anî ziman ku gava her kes dest bi têkoşînê dike çîrokeke wan heye û got ku çîroka wê jî têkoşîna bavê wê ye. Tekîn ku got "Ez bavê xwe tim li hêla xwe ya çepê hîs dikim" û wiha pêde çû: "Ez niha wê ala ku wî wekî mîrate hiştiye hildgirim. Ma hûn çi qasî dikarin heqîqetê jinedîtî ve bên? Hûn dikarin heya kengî heqîqetekê paşguh bikin? Her kes bi rastiya xwe re dijî. Min jî xwest ez bi rastiya xwe re bijîm. MIn bi wî awayî rê li ber jiyanê xist." 
 
Tekîn destnîşan kir ku ew bi kuştinê, bi sirgûnkirinê û bi girtinê naqedin û got: "Em ne ew gel in ku bi polîtîkayên şerê taybet biqedin. Ji lew re em heqîqet in. Dixwazî biecibînin, dixwazî neecibînin, dixwazin qebûl bikin, dixwazî qebûl nekin ev heqîqet tim hebû û dê her tim hebe. Îro bavê min tenê ne bavê min e, gava bê pirsîn 'Abdulsamet Sakik kî ye?' Ez ê bibêjim hevalê Mehmet Sîncaran, Vedat Aydinan e. Ez hebû mechûlên kiryar nediyar ên min navê wan bilêv nekirin di şexsê bavê xwe de bibîr tînim. Wan di têkoşînê de rêya em ronî kirin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

02/11/2023
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin