Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye

img

WAN - Yek ji bajarên ku herî betalî lê heye Wan e. Welatiyên Wanê sedema sereke ya feqîrî û betaliyê polîtîkayên şer e û gotin: “Tenê pereyê ku ji bo şer tê razandin ji bo aboriyê were razandin dê îro rewş ne wisa bûya.” 

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) meha borî ku ragihand; Rêjeya herî zêde ya bêkariyê li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Kurdistanê bû. Li çar bajaran rêjeya betaliyê ji sedî 19,2 hat ragihandin, rêjeya bêkariyê jî ji sedî 30 derbas dibe. Rewşa betaliyê xwe li qehwexaneyên dide der. Qehwexane bi mirovên betal tije ne. Ji ber bêderfetiya peydakirina kar roj bi roj betalî bi taybetî di nav ciwanan de zêde dibe.
 
Me li bajarê Wanê ku yek ji bajarên her tim di nava rêjeya betaliyê de cih digire, rewşa aboriyê ji xelkê pirs kir. 
 
‘PERE LI ŞER TÊ XERCKIRIN’ 
 
Îsmaîl Çinar diyar kir ku sedema bingehîn a betalî û krîza aborî şer e û got: “Ji ber şer û pevçûnan krîza aborî û betalî li welat zêde dibe. Ji ber bihabûna her tiştî êdî kes nikare tiştekî bikire. Her roj zem tên kirin. Rojane 500 lîre qezenc dikim ew jî tenê têra mitbexa min dike. Li malê 5 nifûsa me heye, bi zorê em debara xwe dikin. Ji ber şer şert û mercên heyatê zor dibe. Heke şer bê rawestandin wê xweşî bê hemû cîhanê. Tenê pereyê ku li ser leşkeriyê tê xerckirin û veqetandin, tenê ji bo aboriyê  bê razandin wê rewş wiha nebe.” 
 
‘BETALÎ BERBELAV DIBE’ 
 
Omer Yilmaz da zanîn ku sedema betaliyê polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê bi xwe ye û got: “Her tişt biha ye û her roj her tişt biha dibin. Her roja ku diçe betalî berbelav dibe. Êdî em dibêjin bes e. Êdî bila guhertinek bibe û bila ev weleh hilmekê bistîne. Yên ku behsa Filistînê dikin her roj li Rojava mirovan dikujin.” 
 
'SEDEMEK JÎ EW E KU QEYÛMAN TAYÎN SER ŞAREDARIYAN DIKIN’ 
 
Mahfuz Dogal jî anî ziman ku bi enflasyon û krîza aborî betalî zêde bûye û got: “Ji ber krîza aborî û betaliyê her kes feqîr dibe. Dema kar hebe xelk dikare debara xwe bike le dema nebe nikare bike Li Wanê tengezariya herî mezin peydakirina kar e. Bi tu awayî razemenî ji bo Wanê nayê kirin. Sedema vê jî ew e ku nifûsa wê bi piranî kurd in. Li ku ji AKP’ê re deng derkevin derfeten kar û razemeniyê li wir dike. Sedemek din a betaliyê jî ew e ku qeyûman tayînî ser şaredariyên me dikin.” 
 
‘BETALÎ DIKE KU MIROV KOÇBER BIBIN' 
 
Şevkî Kaya diyar kir ku betalî bandorek neyînî li ser hemû jiyanê dike û wiha got: “Ji bo em debara xwe bikin, em diçin deriyên sînorê. Em li wir jî mexdûr dibin. Xurekên mîna çay û şekir em tînin jî desteser dikin. Min li navçeya Elbakê cotkariyê û sewalkariyê dikir. Lê ji ber vê krîza aborî û betaliyê min dest ji gund û karê xwe berda û ez hatim Wanê. Niha jî ez hêta êvarê betal digerim. Ji ber krîza aborî ku heye mirov koç dikin. Divê dewlet razemeniyê li Wanê bike.” 
 
‘DIVÊ HIKÛMET BÊ GUHERTIN’ 
 
Ahmet Taş jî ji ber betaliyê ew nikarin deynên xwe yên ji bo bankeyan bidin û wiha axivî: “Kes nikare tiştekî bikire û em nikarin tiştekî bibim malên xwe. Kes nikare bi meaşê asgarî debara xwe bike. Her kes ji jiyana xwe aciz bûye. Tenê daxwaza me ew e ku desthilatdarî biguhere. Heke hikûmetek nû were belkî dawî li krîza aborî û betaliyê bîne. Li Wanê hemû qewhexane bi mirov betal tije ye. Ciwan heta êvarê betal digerin.” 
 

Sernavên din

09/04/2024
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da
16:12 Xizmên girtiyan: Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin
16:09 Îtîraza ji bo Qersê qebûl nekirin: Bi ‘hilbijêrên veguhestî’ îpotek danîn ser vîna gel
16:08 Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!
15:41 Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin
15:39 Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn
15:20 Egîtîm Sen: Xebata ku MÎT’ê li dibistanan daye destpêkirin li dijî mafê zarokan e
15:17 Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin
14:51 Almanyaya ku bi hevkariya qirkirinê tê sûcdarkirin parastina xwe kir
13:23 DEM Partî dê li cejnê serdana çar partiyan bike
13:05 Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
12:56 Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
11:37 Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê
11:35 Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir!
11:34 Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê
11:33 DMME’yê ji bo serlêdana Kavala biryar da ku zû lêkolîn bike
11:25 Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
11:15 Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
10:12 Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye
09:27 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî
09:04 Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya