Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye

  • rojane
  • 09:10 7 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku ew ji bo jiyana rojnameger Suleyman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin bi fikar in û got: "Polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad polîtîkaya AKP-MHP'ê ye."

Li Tirkiyeyê êrişên li dijî xebatkarên çapemeniya azad berdewam dikin û her roj êrişeke nû lê zêde dibe. Li başûrê Kurdistanê jî ji aliyê PDK'ê ve li dijî xebatkarên çapemeniya azad siyaseteke bi heman rengî tê meşandin. Li başûrê Kurdistanê heta îro bi dehan rojnameger hatine girtin, revandin û îşkencekirin û bûyerên qetilkirina rojnamegeran, gefxwarin, binçavkirin û revandinê didomin. Li gel vê piraniya van bûyeran nehatiye zelalkirin. Navenda METRO ku rêxistina parastina mafên rojnamevan e, di 6'ê çileya 2022'yan de der barê astengî û binpêkirinên li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê yê li başûrê Kurdistanê de raporek eşkere kir. Li gorî raporê li herêmê di dema nûçeşopandinê de rojnamevan 195 caran hatine astengkirin, amûrên 68 rojnamevanan hatine desteserkirin û gelek ji wan hatine şikandin. Her wiha dîsa li gor raporê rojnamevan rastî 66 êriş û gefxwarinan hatine, 64 caran bêyî biryara dadgehê bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û 4 caran jî bi awayekî keyfî hatine girtin, peymanên 16 rojnamevanan hatine rawestandin. 
 
Di sala 2016’an de jî hat piştrastkirin ku nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di 13’ê tebaxa 2016’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin. Niha jî gelek rojnamevan girtî ne. Mînaka dawî ya vê zextê jî revandina edîtorê Rojnewsê yê beşa erebî Silêman Ehmed e. 
 
Ji rojnamevan Ehmed ê ku di 25'ê cotmehê de dema ji cem malbata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê hat girtin, 14 roj in tu agahî nayên girtin. Malbat û parezerên Ehmed ku bi tu awayî nikarin hevdîtinê pê re bikin ji jiyana wî bi fikar in. Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li herêmê dişopîne, polîtîkaya PDK'ê û êrişên wê yên li ser çapemeniya azad nirxand.
 
'SIYASETA PDK'Ê YA LI HEMBERÎ ÇAPEMENIYA AZAD SIYASETA AKP'Ê Û MHP'Ê YE'
 
Rojnameger Koyluoglû da xuyakirin ku dadgeh bi fermana PDK'ê li dijî xebatkarên çapemeniya azad dozan vedikin û dosyeyan amade dikin û wiha got: "Polîtîkaya PDK'ê niha polîtîkayeke rastênhev a polîtîkaya AKP-MHP'ê ye. Niha PDK jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne. Li bakurê Kurdistanê polîtîkaya AKP-MHP'ê ya li hemberî çapemeniya azad çi be li vir a PDK'ê jî ew e. Li başûrê Kurdistanê, bi taybetî li bajarên weke Hewlêr û Dihokê ku di çarçoveya serweriya wê de ye, polîtîkayeke bi heman rengî dide meşandin. Rojnameger tên revandin. Li Kurdistanê îşkence û kuştin hene. Niha mînakên weke girtina rojnameger Wedat Hesen ê ku hatiye qetilkirin hene. Niha jî bi hincetên cuda cezayên nû li rojnamegeran tên birîn. Weke rojnameger Guhdar Zêbarî tevî ku cezayê wî bi dawî bûye jî nayê berdan û cezayê wî dirêj dikin. Rojnamegerên mîna Şêrwan Şêrwanî tenê ji ber ku rexne kirine zêdetirî 6 salan di girtîgehê de man."
 
Koyluoglû bilêv kir ku PDK li hemberî kesên ku siyaseta wê rexne dikin rêbazên weke windakirin, darvekirin û îşkenceyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Darazê bi kar tîne. Çawa ku AKP’ê li bakurê Kurdistanê dadgeh hemû bi temamî xistine di bin kontrola xwe de û wan bi kar tîne, PDK’ê jî hemû dadgehên li başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêr û Dihokê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dadgehan bi kar tîne. Çi fermanên ku dide dozger û dadgeran pêk tînin. Ji ber wê jî îdianameyên derew tên amadekirin. Her wiha îdîayên ku rastiyê nîşan nadin didin. Heta ez dikarim bibêjim ku li vir dikarin 45 rojan kesek di binçavan de bihêlin. Vê yekê bi hincetên cuda dikin. Bifikirin ku di dema 12’ê Îlonê û Rewşa Awarte de jî li Tirkiyeyê kesek 45 rojan di binçavan de nema. Lê li vir her çiqas xetereyek li ser wan nebe jî, ji ber ku kesekî ew rexne kirine yan jî der heqê wan de nûçe çêkirine dikarin wî kesî 45 rojan binçav de bihêle û îşkence lê bike. Polîtîkaya PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad polîtîkaya AKP-MHP'ê ye."
 
'JI RÊBAZÊ NIVÎSANDINA RASTIYAN A ÇAPEMENIYA AZAD DITIRSIN'
 
Koyluoglû da zanîn ku PDK û AKP ji nivîsandina rastiyan ditirsin û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku neheqiyê dikin ji rojnamegeran ditirsin. Ji ber ku dizanin polîtîkayên wan çiqasî li dijî gel in ditirsin. Hikûmeta faşîst a AK-MHP’ê û hikûmeta faşîst a PDK’ê li başûrê Kurdistanê ne ji rojnamegeran pir ditirsin. Bi taybetî jî ji çapemeniya azad ditirsin. Ji awayê ragihandina rastiyan a çapemeniya azad ditirsin. Mixabin weke li Tirkiye û li Başûrê Kurdistanê ji derveyî çapemeniya azad ti kes tune ku dijminatiya PDK'ê ya li hemberî kurdan rexne bike û siyaseta wê ya dijdemokratîk rexne bike nine. Ji ber wê herdu dewletên serdest ji çapemeniya azad ditirsin, ji ber ku polîtîkayên xwe yên li dijî gel dizanin û hewl didin vê veşêrin. Lê çapemeniya azad vê derdixîne holê."
 
'SUCDARÎKIRINA PDK'Ê LI DIJÎ QANÛNÊN IRAQÊ YE'
 
Koyluoglû diyar kir rojnameger bi endamtiya PKK'ê tê sûcdarkirin û got ku ev sucdarî jî qanûnên Iraqê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Revandina nûçegihanê Rojnewsê Silêman Ehmed, revandineke bêhincet e. Ehmed, bi endamtiya PKK'ê tê sûcdarkirin. Tê îddiakirin ku li vir bi ser navê PKK'ê kar dike.Li gorî meqanûnên Iraqê, PKK partiyeke neqanûnî nîne. Berovajî vê yekê Iraq hebûna PKK'ê li vir qebûl dike. Bi taybetî jî di şerê li dijî DAIŞ'ê de erka PKK ya li dijî DAIŞ'ê pêk anîbû wan dîtîbû. Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Haydar Ebadî bi vekirî ji PKK'ê re spasiyên xwe pêşkeş kirin. Mesûd Barzanî yê ku niha serokê PDK'ê ye, çû wargeha penaberan a Mexmûrê û spasiyên xxwe ji PKK'ê re pêşkeş kirin.Niha jî PDK’ê siyaseta AKP-MHP’ê xistiye bin xizmeta polîtîkaya qirkirina kurdan de, paralelî vê siyasetê dimeşîne."
 
'EM JI JIYANA WÎ BIFIKAR IN'
 
Koyluoglû da zanîn ku destûr nayê dayin ku Ehmed bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û axaftina xwe wiha qedand: "Em ji jiyana wî bi fikar in. Silêman Ehmed ji bajarê Efrînê yê Helebê ye û li ser wir qeydkirî ye. Ehmed sernivîskarê Rojnewsê yê erebî ya Silêmaniyê ye. 5 sal in li Silêmaniyeyê dijî. Di heman demê de bi destûra PDK'ê bi awayekî qanûnî li vir bi cih bûye. Bi destûra PDK'ê derbasî Rojava bû û ji Rojava derbasî başûrê Kurdistanê bû. Rêbazeke wisa bikar aniye û ew revandine, niha em nizanin li ku derê tê ragirtin. Ji ber bertekên ku derketine holê asayîşa giştî ya Dihokê daxuyaniyek da û her wiha Walîtiya Dihokê jî daxuyaniyek da. Destûr nadin ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Serdan heta niha nehatiye kirin, telefon nehatine kirin. Der barê rewşa wî de tu agahiyeke me nîne, tenê ew agahiyên ku hatine dayin destê me de hene. Bi rastî em niha ji tenduristî û jiyana wî bi fikar in. Weke hevalên wî yên rojnameger fikarên me hene. Li vir bertekeke cidî hat nîşandan, hem li seranserê Iraqê û hem jî li başûrê Kurdistanê çalakî û daxuyaniyên cidî hebûn. Dîsa li qada navneteweyî daxuyanî hatin dayîn. Lê PDK heta niha dev ji vê helwesta xwe bernedaye."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû