Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke

  • rojane
  • 16:33 7 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzerê siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, Hakan Bozyurt di Doza Kobanê de diyar kir ku Wezareta Dadê aliyekî dozê ye û wiha got: “Di esasê xwe de dema mirov lê dinêre hûn jî ne bi awayekî yekser aliyekî dozê ne.” 
 
Rûniştina duyemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. 
 
Parêzerên siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, Ozgur Yaldiz û Hakan Bozyurt parastin kirin. 
 
‘MUTALAAYEKE TIJE NAKOKÎ YE’
 
Piştî navbera hatiye dayîn, Ozgur Yaldiz parastina xwe domand. Yaldiz, got ku miwekîla wê di çarçoveya mutalaayê de ji 302 û 214’an tê darizandin. Yaldiz, anî ziman ku Dadgeha Bilind dibêje ku li ser dibêtiyan encamek nayê bidestxistin û di vê mijarê de gelek biryarên wê hene. Yaldiz, wiha domand: “Tenê yek delîl nîne ku miwekîla min weke endama rêxistinê were nîşandan. Dibe ku fikrên rêxistinekê û yên welatiyekî bişibin hev û ev yek nayê wateya krîmînalîzekirina welatî. Bawerim we jî mutalaa xwendiye. Gelo we tenê di yek cihî de dîtiye ku têkildarî endamtiya rêxistinê nîqaşek hatibe kirin? Ez ê gelek dirêj nekim; mutalaa tije nakokî ye û zêde xwe dubare dike. Em dixwazin ku miwekîla me ji hemû tawanbariyan beraet bike. Em di serî de dixwazin miwekîla me were tehliyekirin û piştre jî ji hemû tawanbariyan beraet bike.” 
 
‘LIXWEMIKÛRHATINA TENGEZARIYA DEWLETÊ YE’
 
Parêzer Hakan Bozyurt jî têkildarî îdiaya şahid ku dibêje “endamên rêxistinê di MYK’a HDP’ê de cih digirin” axivî û wiha got: “Dibêje ku li naverasta Enqereyê endamek tev li civîna duyemîn mezintirîn partiya muxalefetê. Ji bilî şahid tu delîlek nîne. Kesên ku bi salan di bin gefa cezayî de tên îfadeyên hevnegirtî didin û îdia dikin ku endamên rêxistinê tev li civînan bûne. Binêrin, wateya vê îfadeyê ev e; ‘Weke dewlet em tengezar in lê em bi rêya şahidan hinek tiştan hîn dibin.’ Li navenda Enqereyê, li cihekî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de tu delîl nînin lê ji ber îfadeyên binakok ên şahid dibêjin hene. Ev, îfadeyeke talûke ye.”
  
‘BI AWAYEKÎ NEYEKSER HÛN JÎ ALIYEK IN’
 
Bozyurt, bal kişand ser aliyên dosyayê û parastina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê li ser fermana dozger kar dixebitin û dosyayan amade dikin. Ev yek rast e. Lê aliyekî vê dosyayê heye. Wezîrê Karê Hundir aliyekî vê dosyayê ye, Wezîrê Dadê aliyekî dosyayê ye, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê aliyekî dosyayê ye, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan aliyekî dosyayê ye, MÎT aliyekî dosyayê ye. Delîl jî ji hêla aliyên dosyayê ve tên amadekirin. Di esasê xwe dema mirov lê dinêre, hûn jî bi awayekî neyekser dibin aliyekî dosyayê. 
 
HÛN JÎ HATIN ASTEKÎ WISA KU NEMA DIKARIN GUHDARÎ BIKIN 
 
Danişînên dozê nêzî 3 sal in berdewam dikin. Domdariya van danişînan derfetê nade ku em dosyayan bişopînin. Ji ber ku ewraqên nû li dosyayê tên zêdekirin. Mimkin nîne ku bi vê lezê darizandineke bitendurist were kirin. Hempîşeyên min duh xwestin hinek îfadeyan bidin lê we ji hempîşeyên me re got; ‘ji hêla teknîkî ve li parastinan guhdarî nakim.’ Di esasê xwe de ev yek nîşan dide ku hûn jî ji vê dosyayê westiyane û hatine astekî wisa ku nema dikarin guhdarî bikin.”
 
Şandeya dadgehê heta sibe saet 10.00’an navber da danişînê. 
 

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû