Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne

  • rojane
  • 09:05 9 Mijdar 2023
  • |
img
MEREŞ - Di ser erdhejên Mereşê de ku nêzî 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, 9 meh derbas bûn. Hê jî avahî nehatine temamkirin û ji ber vê piraniya mexdûrên erdhejê di konteyneran de dimînin. 
 
Di ser erdhejên Bazarcix û Elbistan a Mereşê re ku di 6'ê Sibatê de li ser hev çêbûn, 9 meh derbas bûn. Di van erdhejan de ku bandor li 11 bajaran kirin, li gor hejmarên fermî 48 hezar û 448 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê ku rastî gelek îhmalkarî û bêberpirsiyariyê hatin, piranî jê hê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. 
 
Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Osman Dede û Ordekdede yên Bazarcixê û yên li Taxa Çigil a navçeya Dulkdaîroglûyê behsa şert û mercên ku tê de ne kirin. 
 
Dikandar Mahmût Delîbalta (65) ê li Taxa Osmandedeyê anî ziman ku beriya erdhejê li taxa wan nêzî 60 malbat hebûne û piştî erdhejê tenê 6 malbat mane. 
 
Delîbalta bilêv kir ku di roja çaran a erdhejê de alîkarî gihîştiye wan û got: "Rayedar tên guh li me dikin û diçin. Lê em nizanin dê xaniyên me bên çêkirin yan na. Li vir çi hatibe kirin me bi derfetên xwe kiriye." 
 
Delîbalta ku di xaniyekî kêmxesardîtî de dimîne got: "Me konteyner xwest, lê hê jî nehatiye. Em newêrin di hundir de bimînin." Delîbalta bilêv kir ku xaniyê wî jî xesar dîtiye û got: "Rayedarên hatin vir ji min pirsîn ka zirara min çi qas e, nivîsandin. Lê tiştek jî tune ye. Ew me esas nagirin." 
 
REWŞA WAN XIRAB DIBE
 
Li Taxa Ordekdedeyê di erdhejê de ji 190 avahiyan tenê 14 avahî li ser pêyan man û 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Îbrahîm Akkaya (78) û hevjîna wî Nûriye Akkaya (82) ku bi derfetên xwe ji bin kavilan xelas bûn, li hewşa xaniyê xwe di konteynerê de dimînin. 
 
Îbrahîm Akkaya ku cotkariyê dike, ji aliyekî ve debara malê dike li aliyê din jî li hevjîna xwe mêze dike. Akkaya destnîşan kir ku hem ji bo debarê tevdigere hem jî li hemberî nexweşiyan têdikoşe û got: "Li vir cotkarî jî nema. Piştgirî tune ye. Alîkariyên tên jî em didin feqîran. Her ku diçe rewşa me xirabtir dibe. Zêdetirî 50 sal in cotkariyê dikim, lê tu carî rastî heyameke wiha nehatibûm. Em her du jî nexweş in. Lê dermankirin bi dest me nakeve." 
 
JI BO AVAHIYÊN MAYINDE TIŞTEK NAYÊ KIRIN
 
Mexdûrê erdhejê Kemal Guven jî bilêv kir ku bi dehan pirsgirêkan re rû bi rû ne û got ku piraniya zeviyên wan rûxiyane û Bendava Kartalkayayê ya li taxa wan jî derz lê ketine. Guven, got: "Ji karesatê bêtir şertên xwezayî zorê dan me. Bendava me derz lê ketin, bi hefteyan kesî dest nedayê. Di bendavê de hinek av hebû. Mirovan bîr kolan û hewl dan zeviyên xwe av bidin. Lê niha nediyar e ku dê av têkeve bendavê yan na." 
 
Guven, da zanîn ku kavilên avahiyan li jîngehan tên valakirin û got ku ev xwezayê texrîb dikin û bandoreke nebaş li tenduristiya mirovan dikin. Guven, anî ziman ku piştî erdhejê kes nehatiye taxa wan û wiha pê de çû: "Li vir têkildarî çêkirina avahiyan tu tişt tune ye. Li gundên çiyê li çend cihan çêdikin. Lê li yên deştê na. Dewletê pêşî îşaret bi cihekî din kir, lê gundiyan nexwest ji vir biçin. Paşê doza veguherandina li cihê cih kirin, lê rewş hê jî nediyar e. Li vir 9-10 gund hene, rewşa hemûyan heman rewş e." 
 
WELATÎ MUHTACÎ KONTEYNERAN KIRIN
 
Îsmet Yerlîkaya yê li Taxa Çîgîl ya navçeya Dûlkadîroglûyê dimîne jî anî ziman ku li taxa wan zêdetirî 200 avahî hilweşiyane û tenê 5-6 xanî saxlem mane. Yeşîlkaya wiha axivî: "Li taxê hema bibêje xanî li ser pêyan neman. Şîrketên taybet hatin, hesinên xaniyan wekî xurde kom kirin û ew firotin. Kavilên din hê jî li cihê xwe ne."
 
Yerlîkaya diyar kir ku hîma avahiyên mayinde hatiye danîn, lê herî kêm dê mirov du salên din jî di konteyneran de bimînin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

13/04/2024
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye