Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye

  • rojane
  • 09:54 9 Mijdar 2023
  • |
img

STENBOL - Yek ji îmzekeran rojnamevan Alî Dûran Topûz diyar kir ku deklarasyona “Banga Aştiyê” banga xurtkirina demokrasiyê ye û bal kişand ser statuya aktorên sereke yên daxwaza çareseriya aştiyane tînin ziman.

Deklarasyona “Banga Aştiyê” ya di 28’ê cotmehê de li Stenbolê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hat aşkerakirin, rojeveke sereke ya bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Di deklarasyonê de 78 kesayetên ku siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan jî di nav de hene, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bang hatin kirin û bal hat kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di vî warî de. Rojnamevan-nivîskar Alî Dûran Topûz ku di nava îmzekaran de ye, sernavên di deklarasyonê de nirxandin.
 
Rojnamevan-nivîskar Alî Dûran Topûz
 
‘DIVÊ RÊBAZÊN AŞTIYANE ESAS BÊN GIRTIN’ 
 
Topûz, diyar kir ku ji avakirina komarê û vir ve pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sereke ye û destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Topûz, anî ziman ku piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an û hewldana darbeya leşkerî ya 2016’an polîtîkayên ewlehiyê xistin meriyetê û anî ziman ku desthilateke despotîk a “tirkperest û îslamîst” hatiye avakirin. Topûz, bi lêv kir ku di van pêvajoyan de hewl hat dayîn hêzên demokrasiyê bên tesfiyekirin û diyar kir  ku fikra çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û li ser bingeha hiqûqê ji holê rabû. 
 
Topuz, bu süreçlerde demokratik güçlerin tasfiye edilmeye çalışıldığını, sorunların barışçıl, demokratik ve hukukun esas alındığı yöntemlerle çözülmesi fikrinin ortadan kalktığını dile getirdi. Topuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Beriya hilbijartinê, beşên muxalîf ên bi şêweyê Maseya ji  6 kesan pêk tê ava bûn jî qala aştî, demokrasî û dewleta hiqûqê kirin. Di pratîkê de ji bo pêşî li pêkanîna desthilatdariyê bigirin û daxwaza dewleta hiqûqê bikin, helwest nîşan nedan. Tevî hewldanên hêzên demokrasiyê yên ji bo tepisandin, zordarî, astengkirin û bêdengkirinê jî, dengê xwe dernexistin. Taybetmendiya herî bingehîn a wê bangê, di rastiyê de li gorî hiqûqê bû.”
 
Topûz, destnîşan kir ku armanceke din a deklarasyonê jî ew e ku li ser bingeha çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan be û wiha lê zêde kir: “Heke tê îdiakirin ku em li welatekî demokratîk dijîn, divê afirandina çareseriyên di nava aştiyê de, destnîşankirina rêbazên aştiyane derkeve pêş û welat li ser bingeha dewleta hiqûqê be. Ev di heman demê de banga xurtkirina demokrasîyê ye.”
 
TIŞTÊN PIŞTÎ PÊVAJOYA 2015’AN HATIN JIYÎN 
 
Topûz, anî ziman ku ji destpêka avakirina komarê ve pirsgirêka kurd heye û AKP di ferqa vê yekê de ye û bi lêv kir ku AKP’ê di dema avakirinê de jî di bernameya xwe ya partiyê de cih da vê pirsgirêkê. Topûz, pêvajoya di navbera salên 2013 û 2015’an de ji bo çareseriyê hate birêvebirin bi bîr xist û wiha got: “Wê demê derfet û pêkanînên demokratîk zêde bûbû. Daxwaza aştiya civakî bilind bibû. Daxwaza aştiya civakî bilind bibû. Dema pêvajoya çareseriyê hate îlankirin piştgirî di binê ji sedî 40’an de bû lê çend meh beriya hilbijartina 7’ê hezîranê ev piştgirî ji sedî 70’ê zêdetir bû. Ev jî îspata wê yekê ye ku pêkanîna rêbazên aştiyane, demokratîk û hiqûqî ji aliyê civakê ve hatin qebûlkirin. Ji ber ku ev rewşeke ku sûdê dide civakê ye.”
 
Topûz, anî ziman ku paralelî guhertina pêvajoyê re qalkirina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû sûc û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatê di pêvajoya çareseriyê de bi fikra ‘Divê ev şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê mekanîzmaya diyalogê çêbibe. Di mekanîzmaya diyalogê de, ji bo ku ev pêvajo bi tendurist bimeşe kesê herî girîng Abdullah Ocalan ê ku li Imraliyê girtî ye. Em bi wî re dest bi diyalogeke birêkûpêk dikin’ tevgeriya bû. Şandeyeke taybet hate avakirin. Bi rêkûpêk çûyîn û hatina giravê çêdibû. Bingeha geşedanên erênî yên wê demê Ocalan bû. Ev rewş niha jî nehatiye guhertin. Desthilatê tiştên wê demê gotin niha qebûl nake. Heke deriyên diyalogê bên vekirin, biaxivin û agirbest bê îlankirin civak rehet dibe. Berovajiyê vê yekê şer, gengeşî tundî derdikeve holê. Ji ber vê yekê deklarasyon daxwaza çareseriya aştiyane tîne ziman û balê dikişine ser statuya aktorên sereke.”
 
‘DIXWAZIN BANDORA ABDULLAH OCALAN QUT BIKIN’ 
 
Topûz ê got ku “Heke desthilat dizane ku Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015’an de ji bo serkeftina çareseriyê çiqasî girîng e, dizane ku ji bo derengxistina çareseriyê jî ew qas girîng e” ev tişt gotin: “Li ser bingeha van agahiyan, rêya tecrîda mutleq hilbijart. Em beriya niha bûbûn şahidê tecrîdên heta 5, 6 mehan. Lê ev cara pêşî ye ku em dibînin ku tecrîda mutleq a bi vî rengî tê dirêjkirin. Em dizanin ku Ocalan ji bo hêzên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin jî girîng e. Lewma li ser bingeha pêşîgirtina li nêrîn û pêşniyarên ji wê derê ye. Di rastiyê de ewqasî xema wî ye ku me bi mînaka Merdan Yanardag dît ku yên rexne dikin demildest tên girtin.”
 
Topûz, qala helwesta muxalefetê ya li dijî tecrîdê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li aliyekê muxalefet ji tişta ku hikûmet dike razî ye û li aliyê din jî xwedî helwesteke tevlîhev e. Ev jî tê vê wateyê; Em bêjin ne Merdan Yanardag, Serokê Giştî yê CHP’ê gotibûya ‘Hiqûqa înfazê heye û vekirî ye. Mafên di vê qanûnê de divê ji bo Ocalan jî bên bikaranîn’, difikire ku ew ê bi ‘hevkariya bi terorê re’ bê sûcdarkirin. Dema wisa dibe jî bêdeng dimîne. Bi vî rengî dema desthilat bixwaze tezkereyê derxîne yekser erê dike. Desthilat bi vî rengî derfetê kirina polîtîkayê di destê xwe de digire. Heke tiştê ku dixwazin bikarin bi dest bixin dê deriyên Îmraliyê vekin. Mînak di hilbijartina 2019’an de xwestin vê rêbazê biceribînin. Peyama lezgîna a Abdullah Ocalan nivîsand anîn û xwestin bi wê peyamê Stenbolê winda nekin. Biserneketin lê wê hevdîtinê jî bi awayekî aşkere nîşanî me da ku çima ev tişt kirine. Ji ber ku gotin, fikir û pêşniyarên Ocalan bi bandor in û dixwazin vê bandorê qût bikin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

10/11/2023
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû