Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan

  • rojane
  • 09:01 10 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Suryaniyên ku piştî salan hatin serdana gundê xwe yê di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatibû valakirin kirin, bêrîkirina xwe bi zêmaran dan der. 
 
Suryaniyên ku wextekê li gundê Dêra Jor û gundê Cinêtê yên li ser Çiyayê Gabarê diman, piştî salan ji Almanyayê hatin serdana gundên xwe kirin. Her du gund jî di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatibûn valakirin. Piraniya kesên ku ji bêgavî terka gundên xwe kirin jî, koçî Almanyayê kiribûn. 
 
Ji bo mirov biçe van gundên ku li cihekî hezar û pêncsed metre bilind, divê mirov hilkişe Çiyayê Gabarê. 
 
Tê gotin zextên li ser suryaniyên li van her du gundan, di salên 80'yî de dest pê kiriye. Gundê Dêra Jorê şeş caran hatiye şewitandin û di sala 1990'î de jî bi temamî hatiye valakirin. Tê gotin berê bi hezaran darên zeytûnan û hinaran li derdora gund hebûne, lê niha yek ji wan jî tune ye. Her wiha Keşîşxaneya Mor Ahoyê jî ku tê gotin di navbera sedsala 7-8'an de hatiye avakirin, ji aliyê defînegeran ve hatiye texrîbkirin. 
 
PIŞTÎ 40 SALAN HAT GUNDÊ XWE
 
Hanno Paçûn ku piştî 40 salan vegeriya gundê xwe got: "Ji ber ku hatim gundê xwe, wekî li bihuştê bim hîs dikim. Gava çav bi gundê me, xaniyan û keşîşxaneyê ketim hestyar bûm. Hêvîdar im gundê me dê ji nû ve bê avakirin û em bên li vir bi cih bibin." 
 
Paçûn diyar kir ku ji ber ku xanî rûxiyane û defînger keşîşxaneyê texrîb kiriye xemgîn bûye û got ku divê rayedar bên vê rewşê bibînin. 
 
‘EM BÊRIYA WAN ROJAN DIKIN'
 
Afrîn Paçûn (78) ku ji gundê Dêrayê ye, 33 sal berê terka gundê xwe kiriye. Paçûn anî ziman ku gava çav bi kevirên gund ketiye kêfxweş bûye û bêrîkirina xwe ya bi salan wiha vegot: "Me ev kevir li pişta xw ebar dikirin û dianîn û me pê xanî çêdikirin. Me ev kevir ji geliyan anîn. Dibe ku em niha li Almanyayê bibin, lê kerba me û fikirê me li vir e. Lê tiştek ji destê me nayê. Ger gundê me bihata avakirin, ez ê bihatama li vir bi cih bûbûma. Ji ber ku rêya gund tune ye, xwegihandina gund zehmet e. Berî em koç bikin heywanên me hebûn û me cotkarî dikir. Min zeviyê li me yê li qeraxa rê ji sibehê heya êvarî bi gayan cot dikir. Pir zehmet bû, lê em kêfxweş bûn. Ez her tim dibêjim ez zor û zehmetiya li vir nadim bi rihetiya Almanyayê. Ez bêriya wan rojan dikim." 
 
HERÎ DAWÎ EW JI GUND ÇÛ
 
Kerîm Paçûn jî got: "Di sala 1990'î de herî dawî ez ji gund derketim. Gundê me ji wê rojê ve vala ye. Piştî me baxçe û xaniyên me 6 caran hatine şewitandin. Berê gava mirov diket nava gund, ji darên zeytûnan rojê nedidît. Her der sih bû. Lê niha niha darê zeytûnan nemane. Ên mayî jî di cihên bi qelaç de ne. An hatine birîn an jî wek xwe mane. Zêdetirî 20 hezar darzeytûnên me hebûn. Niha an 200 heb mane yan jî nemane." 
 
ZÊMAR LEWBANDIN
 
Meryem Kûral jî ku piştî salan serdana gundê xwe Cinêtê kir, çawa hat gund rojên berê hatine ber çavên wê. Kûral hesreta xwe ya ji bo gund bi zêmaran dide der.
 
Edîp Dûrû yê ji gundê Cinêtê jî anî ziman ku piştî 30 salan vegeriyaye gundê dê û bavan û got: "Ji ber ku hatim gundê xwe pir kêfxweş im. Li vir bêhna mirov dertê û bi xwe ve tê. Bîranînên me li vir in. Çendî em dûr ketibin jî, lê dilê me tim li vir bû."
 
Daxwaz û hêviya hemû suryaniyan ew e ku gundê wan ji nû ve bê avakirin û bên li vir bi cih bibin. 
 
MA / Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

13/04/2024
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye