Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û wiha got: “Li rojavayê welêt jî deriyên me ji bo tifaqan vekirî ne. Dê tu xebat û biryar bêyî agahiya gel neyên dayîn.” 

Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku ji hêla Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşma “Bi civaka birêxistinkirî ber bi rêveberiyên herêmî ve” li dar dixe, dest pê kir. Konferans, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona dîroka şaredartiyê ya tevgera siyasî ya kurd hate pêşandan. Dema peyamên Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê yên berê Gultan Kişanak û Selçûk Mizrakli hatin xwendin, beşdaran çepik lê dan. 
 
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di konferansê de axivî. Bakirhan, wiha got: “Beriya destpêkirina konferansê dixwazin Edîp Solmaz, Fîkrî Sonmez, Nadîr Temel bi rêzdarî bi bîr bînim. Her wiha endamên me yên ewil ên meclisa şaredariyê Dûre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Hacioglû Yûsûf jî bi bîr tînim. Dibe ku Edîp û Fîkrî wê demê bi tenê bûn. Lê niha bi sedan kesan ev eywan tije kirine. Fatsa Êlih bû û gelê me yê li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê îro nûnertiya xwe dike. 
 
Dema mirov sînevîzyonê temaşe dike, mirov nikare xwe bigire ku hestiyar nebe. Gelek hevalên me yên li vir hene ku ev dîrok gelek caran jiyan. Belê, neqediya hêj didome têkoşîna me. Tevî her zext û rewşên neyînî jê dê bidome. Serpêhatiya me ya rêveberiyên herêmî pir dirêje. Em xwedî çîrokeke birûmet in. Baweriyeke me ya mezin heye ku dê vê çîrokê bi ser bixin. 
 
EM Ê FIKRÊN EDÎP Û FÎKRIYAN BIDOMÎNIN 
 
Ev pergal, ji dîroka komarê heta niha bi taybet jî muxalîf û rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê ji xwe re weke xetereyekê dibîne. Qetilkirina Edîp û Fîkrî jî mînaka vê ye. Ji bo rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê tev li pergalê bikin, li Kurdistanê hiqûqeke taybet xistin meriyetê. Tayînkirina qeyûman mînakeke vê ye. Rêveberekî AKP’ê ku rûmeta xwe daye ber firotinê û li ser nirx û bedelên gelê me hin tişt bi dest xistine, demekî kin berê li xwe mikûr hat. Dibêje yan hûn dê AKP’ê hilbijerin an jî dê qeyûm bên tayînkirin. Em jî ji van kesên rûmeta xwe firotine re dibêjin ku em şopdarên rêya Edîp û Fîkriyan e. 
 
DI DÎROKA ME DE ŞAREDARTIYA CIVAKPARÊZ HEYE 
 
Em ê bi hev re vê zîhniyetê têk bibin. Rêya herî baş a valaderxistina vê pergalê, feraseta me ya rêveberiyên herêmî ye ku tevî her tiştekî xwe li ser pêyan digire. Di dîroka me de şaredartiya civakparêz heye. Me tu ferq û cudahî nexistin navbera gel, bawerî û zimanan. Me zêdetir girîngî da xizmetê. Bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz me rêveberiyên herêmî birêve birin. Bi nêrîna jinê em ji bo cîhanê bûn mînak ku pergala hevserokatiyê yek ji mînakên vê ye. Şaredartiya jinan, bajarên jinan mînakên vê ne. Ji bo me cihê serfiraziyê ye ku bi pratîka xwe ji bo cîhanê bibin mînak. 
 
EM GEL BI XWE NE, MALA GEL IN
 
Hevalên hêja, şaredariyên me ne tenê gelparêz û şefaf bûn, di heman demê de her kes jî hembêz kir. Li herêmên xwe sûdekî mezin dan çareserkirina pirsgirêkên azadiyê yên gel. Bi taybet jî keda wan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, gelek hêja ye. Tevî hemû rewşên neyînî jî gel xwedî li me derket û ji me bawer e. Li gel ku pirî caran qeyûm hatin tayînkirin jî dîsa em hatin hilbijartin. Ji ber ku em nûnertiya wan dikin û em bi hev re birêve didin. Em, gel bi xwe ne, mala gel in. 
 
DIVÊ EM HER TIM NEBIN ALIYÊ KU DIDE WINDAKIRIN
 
Îro dê li vir nîqaşên nirxdar û biryarên girîng bên dayîn. Duh di konferansa jinan de nîqaşên binirx hatin kirin û biryar hatin dayîn. Ez bibawerim ku dê li dijî vê pergala zordest îro li vir biryarên xurt bên dayîn. Her kes mereq dike bê ka em ê di hilbijartina nêz de çi bikin. Dixwazim çendek tiştan bibêjim. Me li herêman gelek civîn li dar xistin. Me kêmasî û aliyên qels ên serdema berê tespît kirin û ji xwe re nexşerêyek diyar kir. Gelê me nirxandin û pêşniyarên girîng kirin. Divê em di mijara rêveberiyên herêmî de her tim di rewşeke ku dide windakirin de nemînin. Piştî ewqas bedelan, em dixwazin li her devera em lê dijîn temsîliyat îradeya me hebe. Em mecbûr nînin, bi awayeke neyekser bibin aliyên tifaqên din. Em dixwazin heke tifaqek were kirin, ev tifaq li ber çavên raya giştî û bi şefafî were kirin. 
 
DÊ TU BIRYARÊN ME BÊYÎ AGAHIYA GEL NEYÊN DAYÎN 
 
Gelê me ji me re got ku li şûna pozîsyona li herêmê qezenc dikin û li rojava dide windakirin, divê pozîsyona li her derê qezenc dike derkeve pêş. Em jî heman tiştî dibêjin. Em ê ji ewil şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin azad bikin. Her wiha em ê şaredariyên ji hêla AKP’ê ve xerab tên birêvebirin bistînin. Em ê li tevahiya bajarên ku yekemîn û duyemîn derdikevin bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Dê namzetan jî piştî hevdîtin berfireh diyar bikin. Ji bo rojava jî dikarim vê bibêjim; deriyê me ji bo tifaqan vekirî ne. Dê tu axaftinên em bi tifaqan re dikin, tu biryarên em didin bêyî we nebin û em ê parve bikin. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo îradeya gelê me li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bêhtir were temsîlkirin, em ji bo tifaqan amade ne. 
 
Ev nayê wê wateyê ku em ê teqez di nava tifaqekê de cih bigirin. Tifaqê ku bi kêrî gelê me, bi kêrî kedkaran neyê em ê tev li nebin ku em bêalternatîf jî nînin. Em bi namzetên xwe yên xurt û bi siyaseta xwe ya Rêya 3’yemîn ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî amade ne. Me amadekariyên xwe temam kirine. Me gelek caran got, dê namzetên xwe piştî erêkirina gel hilbijêrin. Êdî bi lijneya sindoqê, an jî bi dengên delegeyan bibe. Anku kesên ji hêla gel ve hatine pêşniyarkirin em ê hilbijêrin. 
 
KESÊN ELEQEYA WAN BI ME RE NÎNE DÊ BIRÊVE NEBIN 
 
Bajar ên me ne, gel ê me ye. Yên bedel didin em in, yên tên tepisandin em in. Yên ku herî zêde êşa vê zîhniyeta qeyûm û faşîst dikişînin em in. Ji bo ku tiştê aydê xwe bi dest bixin, divê em gelek hewl bidin. Em ê destûrê nedin ku kesên tu eleqeya wan bi çand, ziman û şêweyê jiyana me re tune ne bên bajarên me birêve bibin. Amûra herî baş jî hilbijartinên pêşiya me ne. Ricaya min ji we heye, ev hilbijartin naşibe hilbijartinên din. Nabêjim hilbijartina hebûn-tunebûnê lê gelek girîng in. Divê em hêviya gelê xwe mezintir bikin. Ji bo encamên baş divê em bi şev û roj bixebitin. Ez bibawerim ku dê vê pêvajoyê bi serkeftî temam bikin.” 

Sernavên din

14/11/2023
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye