Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû

  • jin
  • 10:49 12 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Di encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de hat destnîşankirin ku dê di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de li gorî rêgeza nûnertiya wekhev were tevgerîn. 
 
Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate eşkerekirin. Konferans, duh bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi rêveberiyên herêmî yên azad ve” hat lidarxistin. Konferans, di şexsê Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş û Kader Ortakaya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin de diyarî hemû jinên têkoşer hate kirin. 
 
BAL KIŞANDIN SER NÛNERTIYA WEKHEV
 
Di encamnameya ku bal kişand ser “Nûnertiya wekhev” de ev tişt hatin gotin: “Me pêvajoya ku bi 3 endamên meclisan dest pê kir, bi prensîba nûnertiya wekhev û hevserokatiyê tacîdar kir û di dîroka têkoşîna jinê de weke destkeftiyeke mezin da nîşandan. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de me prensîba hevserokatiya xwe ya nûnertiya wekhev di hemû mekanîzmayên xwe de bi cih anî. Li hemberî êrişên li ser pergala xwe me yek gav jî paşve neavêt. Ji ber ku em ne yên ku rêveberiyên herêmî di nav avahiyên şaredariyan de bi cih dikin û em yên ku demokrasiya xwecihî esas digirin.  Em di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de li ser esasê nûnertiya wekhev, tevgeriyan. Me meclisên xwe li gorî prensîba xwe ya nûnertiya wekhev ji gund heta taxan, ji navçe heta bajaran ava kir. 
 
EM Ê PERGALA XWE BI AWAYEKÎ XURT AVA BIKIN
 
Di vê dema ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin em soz didin ku em ê pergala xwe bi awayekî herî xurt ava bikin. Divê gumana kesî tunebe ku em ê nikaribin di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ji endamên meclisên me yên bajaran bigire heta endamên meclisên şaredariyan û hevşaredaran  bi awayekî aktîf tevlêbûna jinan misoger nekin.
 
PERGALA JIN TÊ DE CIH NEGIRIN NIKARE BIJÎ
 
Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê têkoşîneke gelekî mezin e ku di nava saziyan de nikare bê bicihkirin e. Navend û stargehên jinan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, wê ji nû ve werin vekirin û qadên hilberîna wan ji nû ve bên vekirin. Têkoşîna jinên ku li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana xwe jiyaneke nû avakirin bûye çavkaniya hêviyê. Ev pêvajoya ku ji gundên jinan heta kooperatîfan, ji qanûna jinan heta zanîngehên jinan di nav xwe de hewand bû nexşeya polîtîkaya me ya Rêya 3’yemîn. Ev rastiya ku avakirina Komara Demokratîk di demokrasiya rêveberiyê herêmî re derbas dibe careke din nîşanî me da. Ji mekanîzmayên biryargirtinê bigire heta mekanîzmayên rêveberiyê, dîrok bi mînakên tije ye ku tu pergalek ku mirov û jin tê de nebe, nikare bijî. Li ser van hemû rastiyan em ê bi modela rêveberiyên xwe yên herêmî yên azadîxwaz ên jinan îdiaya xwe ya Komara Demokratîk pêk bînin. Di her xebata ku em ê bi pêşengiya jinê bimeşînin, li dijî feraseta mêrsalar a monîst, zayendperest, mîlîtarîst em ê hemû rengên civakê bi hemû cudahiyên xwe hembêz bikin.
 
YA KU LI ÎMRALIYÊ TÊ TECRÎDKIRIN HEBÛNA GELÊ KURD E
 
Hikûmeta ku bi siyaseta dijmin hewl dide xwe li ser piyan bihêle, îro veguheriye rejîmeke tecrîdê. Bi kûrkirina tecrîdê re şer gurr kir. Birêz Ocalan 32 meh in di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Em îro jî wek duh dibêjin. Hebûna gelê kurd e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin. Em ê bê rawestan bibêjin Birêz Öcalan temînata aştiya bi rûmet a li van xakan e. Kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi fikrên xwe ji bo gelên cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn hêviya herî mezin e. Yên ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bike û wî bigihîne azadiya fizîkî, jin in. Têkoşîn û biryardariya ku di pêşengiya jinê de mezin dibe ye. Em ê bi vê bawerî û biryarê tevbigerin. Bi pêkanîna paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û rêveberiyên herêmî em ê tecrîda mutleq bişkînin.
 
PEYAMA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET
 
Di konferansa me de careke din hate destnîşankirin ku qada herî mezin a têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bi taybet li ser jin û ciwanên kurd, rêveberiyên herêmî ne. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên xurtir bimeşînin. Em ê bi hev re behsa rê û rêbazên vê bikin. Em ê bi meclisa xwe ya jin û ciwanan re bi hev re tevbigerin û gund bi gund, tax bi tax bigerin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin. Em ê van polîtîkayên qirêj, bi taybetî yên li hemberî jinên ciwan li ku bin, derxin holê. Bi ji nû ve avakirina saziyên xwe yên ku dê di vî warî de xebatan bimeşînin, bi van saziyan, ekîbên gerok ku em ê ava bikin û meclisên tax û gundên xwe, em ê ti tax û kolanekê li pey xwe nehêlin. Ji ber ku em vê pir baş dizanin! Rêbaza herî bi hêz a li dijî polîtîkayên şerê taybet berfirehkirina rêxistinbûn û hevgirtina jinan e.
 
EM Ê LI DIJÎ PIŞAFTINÊ DEV JI TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ BERNEDIN 
 
Em baş dizanin ku di têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên tifaqa mêr a faşîst a AKP-MHP’ê ku bi înkarkirina gelê kurd hebûna xwe diparêze û nûnertiya xwe ya herêmî, bi qeyûman didomîne hêza pêşeng a têkoşîna jinê ye.  Em vê rastiyê dizanin ku rêveberiyên herêmî mekanîzmaya ku dê li dijî vê yekê têkoşîna herî xurt bimeşîne ne. Polîtîkayên me yên li ser pirzimaniyê ji şaredariyan bigire heta navên tax û gundan bûn hedefa qeyûman û girtina 33 saziyên me yên ziman, dibistanên kurdî, kreş û navendên jinan herî zêde bandor li jiyana jinan kir. Zimanê zikmakî maf e û em ê heta dawiyê dev ji parastina wî bernedin. Em ê paradîgmaya xwe ya li ser pirzimaniyê li ku bin bi cih bînin. Em ê alternatîfên xwe yên ku têkoşîna me ya li hemberî astengiyên li pêşiya zimanê kurdî berfireh bikin pêş bixin, em ê saziyên xwe yên şaredariyê ji nû ve vekin û heta dawiyê em ê saziyên xwe biparêzin.
 
ÊRIŞÊN SER EKOLOJIYÊ
 
Şerê ku li ser xweza, rûbar, gol, dar û daristanên me bi sîyaseta rantê û talanê tê meşandin, cîhê nefesê ji me re nehiştiye. Ji Cûdî heta Akbelenê daristanên me wêran dibin û ji me re cihekî jiyanê nayê hiştin. Şewata daristanan bi taybetî li Kurdistanê û hiştina bajarên dîrokî di bin avê de jî êrişên bi armanca tunekirina dîrok û çanda gelan e. Polîtîkaya betonkirinê ya ku ji aliyê qeyûman ve tê meşandin îro tevna bajarên me berovajî kiriye.
 
Li hemberî van êrişên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bajarên xwe yên dostên jinan ji nû ve ava bikin. Em ê kêliyekê jî dev ji parastina dar û daristanên xwe bernedin. Em ê qadên xwe yên jiyanê li gorî paradîgmaya xwe ya ekolojîk ji nû ve ava bikin.
 
EM BI HÊVÎ, BI BIRYAR Û DILSOZ IN!
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li her cihê ku em bi rêxistin bûn em bi jinan re hatin cem hev. Me konferans, komxebatên herêmî pêk anîn û bi jinan re hevdîtin kir. Me di konferansa xwe de li gorî pirsgirêk, dîtin û pêşniyarên ku di hevdîtinên xwe de bi jinan re nîqaş kirin, biryarên girîng girtin. Me baweriya xwe nû kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî zîhniyeta serdest a mêr ku li qadên rêveberiyên herêmî belav bûye, weke hemû qadên partiya me, bi berfirehkirina rêxistinbûna jinê ye. Em careke din bi moral û motîvasyona ku me ji konferansa xwe girtiye tekez dikin. Em hêza xwe ji pabendbûna bi paradîgmaya xwe digirin. Em ê hem civaka demokratîk hem jî xwe bi feraseta rêveberiya herêmî ya ku di nava avahiyên şaredariyan de hilnayê ji nû ve ava bikin. Bi vegera li cewhera xwe em ê paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê pêk bînin. Paradîgmaya me heye, hêz, bawerî û îradeya me heye ku em vê pêk bînin, her tiştê ku ji jin û civakê hatiye girtin em ê paşde bigrin. Em ê jiyana azad ava bikin.
 

Sernavên din

16/04/2024
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin
15:03 Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin