Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye

  • rojane
  • 09:02 13 Mijdar 2023
  • |
img

DÊRSIM - Nivîskar Nesîmî Aday ku yek ji îmzekarên “Banga Aştiyê ye” diyar kir ku ji bo aştiya civakî pêk were divê careke din Abdullah Ocalan muxatab bê wergirtin û wiha got: “Divê ji daxwaza aştiyê neyê tirsîn. Pêdîviya me bi wêrektiyeke rêxistinbûyî heye.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 32 meh in agahî nayê wergirtin. 78 rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rojnamevanên xwestin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kirin di 28’ê cotmehê de li Stenbolê deklarasyona “Banga Aştiyê” weşandin. 
 
 
Yek ji îmzekaran nivîskar Nesîmî Aday, têkildarî geşedanan û girîngiya deklarasyonê axivî. 
 
‘JI BILÎ AŞTIYÊ RÊYEKE DIN NÎNE’ 
 
Aday, diyar kir ku pêwistî bi aştiyeke navnetewî heye û wiha got: “Ji aliyê ekolojîk ve pêdivî bi aştiyê heye ji ber ku em hêdî hêdî cîhanê dikujin. Mirovên ku xwe dikujin cîhanê jî dikujin. Divê mirov demildest bi cîhanê re lihev werin. Axa ku derfetên şer diafirîne, derfetên aştiyê jî diafirîne. Ji bilî pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê ti rêyeke me ya din nîne.” Aday, destnîşan kir ku avakirina aştiyê pêdiviyeke û wiha got: “Aştî; hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Filistînê girîng e. Banga me ku banga aştiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî digire nava xwe, divê ji bo aştiya Mezopotamya û Rojhilata Navîn weke firsendekê bê dîtin. Lê dinya gelek bi deng e, dengê me yê ji bo aştiyê bang dike, nayê bihîstin.”
 
‘SEDEMÊ KRÎZAN PIRSGIRÊKA KURD E’ 
 
Aday, bal kişand ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke pir tebeqe ye û wiha berdewam kir: “Di bingeha gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn pirsgirêka kurd heye. Sedsala ewil a komarê di serî de ji bo kurd û elewiyan ji bo gelek netewan xemgîn e. Niha sedsala duyemîn jî bi vê xemgîniyê dest pê dike. Di metna me de îtîrazî vê jî tê kirin. Paradîgmaya yek milet, yek ziman, yek ol a li ser vê axa qedîm ku yekparebûna etnîkî, bawerî û çandan e, hatiye avakirin,  rêşaşiyên bimirin afirandin. Yek ji van rêşaşiyan a herî girîng jî pirsgirêka heq û hiqûqê ye. Ji bo aramiya siyasal, aborî û civakî em çareseriyan biafirînin. Heke dê aboriya şer bi dezenformasyona cemaweriyê berdewam bike û dînamîkên krîzan dê ji jiyana me kêm nebin.”
 
‘DIVÊ OCALAN MUXATAB WERE GIRTIN’ 
 
Aday, ê qala “pêvajoya diyalogê” ya di navbera salên 2013 û 2015’an de li Îmraliyê hatin meşandin, destnîşan kir ku bi muxatabgirtina Abdullah Ocalan pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Aday, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên şer dikin elbet aştiyê jî pêk tînin. Em jî wan nas dikin ew jî hev nas dikin. Tişta dikeve berê qada sivîl, hilweşîneriya şer û qiymeta aştiyê bi bîr bixe. Ji ber vê yekê dikarin weke di ‘pêvajoya çareseriyê’ de Abdullah Ocalan muxatab girtin ji nû ve pirsgirêkê çareser bikin.”
 
Aday, ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şiband tecrîda li ser Rêberê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela yê demekî dirêj li Girava Robben a Efrîkaya Başûr hate ragirtin wiha domand: “Mandela û Ocalan di vî warî de heman çarenûsê parve dikin. Mandela bi bandora kampanyayên navnetewî piştî 27 salan azad bû. Divê heman tişt ji bo Ocalan jî bê kirin û tê kirin jî. Di rojên derbasbûyî de di serî de li welatê Nelson Mandela Efrîkaya Başûr, li Bangladeş, Pakîstan, Tokyo, Hindistan, Kenya û li gelek welatên Latîn Amerîkayê çalakiyên banga ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatin kirin. Lê kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, niha naxwazin van dengan bibîhizin. Dema pêdiviya wan pê hebe û berjewendiyên wan ên siyasî bûn mijara gotinê bi bez diçin giravê û nameyê tînin. Li di çarçoveya mafê hemwelatîbûnê de ji bo Ocalan qannên TCK’ê nayên pêkanîn. Lê belê eşkere ye ku heke Ocalan qet nebe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û eger karibe nêrînên xwe yên li ser mijarê bîne ziman wê di demeke kurt de başbûnek rû bide.”
 
‘DIVÊ DENGÊ ABDULLAH OCALAN BÊ BIHÎSTIN’ 
 
Aday, ê gotinên Abdullah Ocalan ên “Ez dibêjim ku ez ê rewşa pevçûnê û îhtîmala wê di hefteyekê de ji holê rabikim. Ez dikarim çareser bikim, ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê jî amade me. Lê divê dewlet jî aqlê dewletê jî tişta pêwîst bike” ku di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 7’ê tebaxa 2019’an de gotin bi bîr xist û ev tişt gotin: “Wisa xuya dike ku ji axaftina wî, ji bihîstina dengê wî jî ditirsin. Heke bi Girava Îmraliyê re têkiliyên jiyana siyasî nedihatin qutkirin. Em dikarin vê rewşê weke ku aştiyê naxwazin jî bixwînin.”
 
Aday got ku “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û dengê wî were bihîstin dê şerê siyasî yê di navbera tirkan û kurdan bi dawî bibe û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan dikare di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de bi taybetî ji bo krîza siyasî ya Rojhilata Navîn, Sûriye û Iraqê tevkariyên sîmbiyotîk bike. Dikare dînamîkên aştiya civakî weke ku me di Pêvajoya Çareseriyê de dîtiye û tecrûbe kiriye, çalak bike.”
 
‘DIVÊ JI AŞTIYÊ NEYÊ TIRSÎN’ 
 
Aday, destnîşan kir ku pêwîst e Tirkiye bi kurdan re li hev were, ji bilî vê yekê bêçaretiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaza mafê siyasal yê ji netewbûnê tê yê zêdetirî 25 milyonan kurdan bi mirin, koçberî, gef û tecrîdê nikare bê rawestandin. Dewletê ji bo Dêrsimê gotibû ‘Sefer dibe serkeftin nabe’. Heke Qirkirina Dêrsimê weke serkeftin neyê jimartin, serkeftin pêk nehatiye. Ji ber ku şer berdewam dike. Weke ku dewlet di çavkaniyên xwe de jî diyar dike ‘serhildana 29’emîn’ berdewam dike. Em ne şer aştiyê jiyana hevpar a di bingeheke demokratîk de diparêzin. Divê kompozîsyona îmzeyên me avêtine di vê çarçoveyê de bên xwendin. Dema aştî pêk neyê dibe ku sedsaleke din jî bê hebakirin. Di vê çarçoveyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû kes û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê. Divê em ji daxwaza aştiyê netirsin. Em li bendê ne ku li dijî dengê şer bibin dengê dilnizm ê aştiyê. Ev berpirsyariya exlaqî û wijdanî ya her kesê ku dibêje ez rewşenbîr, hunermend û nivîskar im e. Em niha li ber gotina tiştekî nû ne. Me gelek mirin dîtin gelek hêsirên çavan rijandin. Ji bo aştiyê pêdiviya me bi wêrektiyeke rêxistinbûyî heye.”
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

14/11/2023
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye