Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn

  • rojane
  • 15:28 18 Mijdar 2023
  • |
img
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û li Êlihê jî li aqûbeta Orhan Yakar hat pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Êlihê wek her hefteyê li aqûbeta windayan pirsîn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 771’emîn de çalakiya heftane li dar xistin û li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê di 2’yê mijdara 1996’an de li navçeya Pasûra Amedê hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin pirsîn. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 
 
MALBATA BAYRAM: BILA FAÎL BÊN DÎTIN 
 
 
Xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Halîme Bayram ku beşdarî çalakiyê bû axivî û der barê têkoşîna ji bo windayan de got: “Tevî ku  27 sal derbas bûn jî me tu xeber ji birayê min negirt. Ev 27 sal in em li aqûbeta wî dipirsin. 27 salên din jî bi ser re derbas bibe em ê li aqûbeta wî bipirsin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
Bavê Mehmet Şîrîn Bayram, Mustafa Bayram jî got: “Ez dixwazim aqûbeta lawê xwe hîn bibim. Ez dixwazim faîl bên dîtin û girtin.” 
 
27 SAL IN XEBER JI BAYRAM NAYÊ GIRTIN
 
Endamê ÎHD’ê Bawer Çîndemîr serpêhatiya windakirina Mehmet Şîrîn Bayram xwend. Çîndemîr diyar kir ku Mehmet Şîrîn Bayram di 15’ê tebaxa 1978’an de li mezra Bîra Zeyna ya navçeya Pasûra Amedê tê dinê. Çîndemîr da zanîn ku dewlet diavêje ser gund û zextên giran li gundiyan dike û dixwaze bi darê zorê gundiyan bike cerdevan. Çîndemîr anî ziman ku gundî zilma cerdevanan qebûl nake û gundê wan tê şewitandin û gundiyan ji warê wan derdixe. Çîndemîr destnîşan kir ku Mehmet Şîrîn Bayram di 2’yê mijdara 1996’an de dema diçe gund serdana mala apê xwe tê binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. 
 
Piştî serpêhatiya windakirinêh at xwendin, ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
LI ÊLIHÊ LI AQÛBETA ORHAN YAKAR HAT PIRSÎN 
 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 607’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn û bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên OHD, MEBYADER, HEDEP, DBP, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.  
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Orhan Yakar ê di sala 1996’an de li Stenbolê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 
 
Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê ÎHD’a Êlihê Abdurrahîm Boga xwend. Serpêhatiya windakirina Yakar wiha ye: “Orhan Yakar di sala 1981’ê de li navçeya Bazîda Agiriyê tê dinê û ew hê 15 salî ye ji ber tengezariya aborî di 1996’an de diçe Stenbolê û dixebite. Her çiqas malbata wî lê digere jî lê tu xeber jê nagire. Bavê wî Mehmet Yakar diçe Stenbolê û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê dide. Serî li dozgeriyê û Midûriyeta Polîsan dide. Her wiha îlanda windayî jî dide rojnameyê. Lê tevî hemû serlêdan û hewldanan jî tu agahî ji Orhan Yakar nayê girtin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 

Sernavên din

20/11/2023
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe