Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin

  • rojane
  • 09:18 21 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji fermandarên YJŞ'ê Nûda Bêrîvanê diyar kir ku jin li dijî tundiya mêrserweriyê xwe bi rêxistin dikin û parastina xwe ya leşkerî mezin dikin û wiha got: "Pergala serdest têkçûyina xwe di rizgariya jina azad de dibîne. Ji ber wê heya ji destê wan tê jinên birêxistinkirî hedef digirin. Lê me xwe îspat kiriye. Çimkî em li dora felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mezin dibin." 
 
Di 3’yê tebaxa 2014’an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê reviyan û xelkê Şengalê bi hovitiya DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Di encama vê êrişa hovane de bi hezaran kes hatin kuştin û jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes hatin revandin û gelek ji wan jî ji cih û warê xwe koç bûn. Civaka êzdî ya ku di dîroka xwe de rastî fermana 74'emîn hat, rastî qirkirineke mezin hat. Lê piştî fermanê civaka êzdî xwe ji nû ve ava kir. Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, hêza Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. 
 
Ev hêz, di rizgarkirina Şengalê de di warê parastina civaka êzidî de xwedî roleke sereke û diyarker bûn. Li Şengalê ku beriya fermanê jin tune dihat hesibandin û wekî îrade nedihatin dîtin, piştî fermanê gelek jinên ku rastî tundiyê dihatin, tune dihatin hesabindin û ji destê DAIŞ'ê hatin rizgakirin di nava hêza jinan YJŞ'ê de cihê xwe girtin. Bi avakirina YJŞ'ê re jinan di her qadên civakê de cihê xwe girtin û xwe birêxistin kirin. Hêza YJŞ'ê ya ku niha di warê rizgarkirina jinên êzdî yên di destê DAIŞ'ê de pêşengiyê dike, li dijî civaka mêrserwer jî li ber xwe dide. 
 
Fermandar Nûda Bêrîvanê ku di sala 2014'an de tev li nava refên YJŞ'ê bûye, der barê êrişên li ser jinan, berxwedana YJŞ'ê û jiyana ku li Şengalê hatiye avakirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'BERIYA FERMANÊ ME NASNAMEYA XWE NAS NEDIKIR' 
 
Nûda Bêrîvanê diyar kir ku beriya fermanê ew di bin serdestiya hişmendiya mêr de bûn û wiha axivî: "Di salan 2014'an de dema ku ferman çêbû, em bi xwe jî jê bandor bûn. Vê fermanê di heman demê de, di me de hestiyariyek ava kir û bû sedem ku em tev li YJŞ'ê bibin. Naskirina me ya rêxistinê nebû. Lê piştî ku em tev lê bûn hîn zêdetir xwenaskirin çêbû û di vê tevlêbûnê de me dijminê xwe jî baş nas kir. Bi vê haya me ji hêza me çêbû û me dît ku em çiqasî bi hêz in. Tevlêbûna min a YJŞ'ê li ser vî esasî çêbû. Beriya ku em tev lê nebûn jiyaneke gelek ji rêzê hebû. Di nava civakê de naskirina hebûna jinê tune bû. Jinan bi rihet nedikarî biaxivin û nêrînên xwe bînin ziman. Em her tim di bin desthilatdariya bav û bira de bûn. Me tu carî hebûna xwe nedît û me weke hebûn li xwe mêze nedikir. Civakê ev li me dabû ferzkirin û di me de ev çêbûbû. Heta ku me bi rihetî nedikarî biaxive û bi rihetî fikrê xwe bîne ziman. Lê piştî ku em tev li YJŞ'ê bûn hîn zêdetir me xwe nas kir û di her milî de me xwe perwerde kir. Heta roja me ya îro jî civak bi pergala ku mêran daye avakirin tê birêvebirin. Me xwest ku bi tevlêbûna xwe nîşan bidin ku di nava vê civakê de hebûneke jinê jî heye. Hedefa me ew e ku, em ew jinên ku niha di nava pergalê de dijîn karibin rizgar bikin û xelas bikin."
 
'DIVÊ EM LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET BIBIN MERTAL'
 
Bêrîvanê bi lêv kir ku li dijî pişavtinê û qirkirina çanda civakî tekoşîneke cewherî pêwîst e û wiha got: "Mirov dema ku tev lê dibe nû rastiya heyî ferq dike û ji nêz ve dibîne. Heta ku mirov tev lê nebe mirov wê rastiyê nabîne û xwegihandina wê rastiyê jî pir zehmet dibe. Em dixwazin ku vê rastiyê nîşanî jinan û ciwanan bidin. Em nîşan bidin ku bi xwe bawer bin û îradeya xwe ava bikin. Civaka ku em tê de mezin bûne baweriya wê çand û hûnera wê ya heyî ji dîrokê heta niha rastî qirkirinê hatiye. Her carê hatiye xwestin ku ji wan bê jibirkîrin. Her tim polîtîkayên çewisandinê hatine meşandin. Divê li dijî şerê taybet ê ku li dijî hebûna me, çanda me û nasnameya me tê meşandin, em bibin mertal û nehêlin ku ev çanda me ya qedîm a kevnare bê jibîrkirin. Divê em jin nehêlin ku ev çanda me bê windakirin. Divê em parastina xwe di nava civakê de jî bidin avakirin da ku neyê windakirin."
 
RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ YÊN DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE 
 
Fermandar Bêrîvanê da zanîn ku erka wan a herî sereke ew e ku jinên ku di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bikin û wiha domand: "Heta niha bi hezaran jin ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Yê ku di destê wan de mane jî hene. Em bibiryar in ku em hemû jinan rizgar bikin. Hemû hewldan û tekoşîna me ew e ku jinên êzidî yên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Ji bo ku ev jin weke berê di nava civaka xwe de bijîn, em di nav hewldanê de ne. Em ê tekoşîna xwe xurttir bikin ku yek jinekê jî di destê DAIŞ'ê de nehêlin. Dema ku em jinên di destê DAIŞ'ê de rizgar dikin hîseke pir cuda li me peyde dibe. Rizgarkirina wan jinan û dubare vegera wan a li ser xaka xwe, moraleke pir mezin dide me. Ev jin dema ku tên rizgarkirin jî em dixwazin ku di milê çandî de, perwerdekirinê û di hêla derûniyê de ji wan re bibin alîkar. Dixwazin ku vegera van jinan jî weke vejînekê be û xwe nas bikin û vegereke xurt çêbibe. Ji nêz ve bi wan re eleqeder dibin. Fêmkirina derûniya wan erkeke me ya sereke ye. Ji ber wê jî em giringiyê didin ku wan fêm bikin. Armanca me ew e ku em yek jinekê jî di destê DAIŞ'ê de nehêlin. Heta dawiyê em biryar in. Erk û berpirsyariya me heye ku em hêza xwe mezintir bikin. Heya di destê DAIŞ'ê de jinek hebe dê her tim tekoşîna me hebe. Ev ê bibe sedema bihêzkirina tekoşîna me. Em ê nehêlin ku fermana duyemîn bê jiyîn. Em ji hêza xwe bi bawer in. Heta dawiyê em ê parastina jinan û gelê xwe bikin."
 
'PÊWÎSTIYA ME BI MÊRAN NÎN E KU ME BIPARÊZIN'
 
Bêrîvanê bilêv kir ku di parastina leşkerî de jin her tim wekî hebûneke duyemîn hatiye dîtin û got ku li gel avakirina YJŞ'ê ev hişmendî jî hêdî hêdî di nava civakê de tune dibe. Berîvanê wiha domand: "Dema ku dibêjin parastin her tim mêr tê hişê civakê. Di parastinê de mêr di asta herî bilind de tê dîtin. Di parastinê de cih ji jinan re nehatiye veqetandin. Mêrê serdest her tim hişmendiya xwe li ser jinan daye ferzkirin û ev hişmendiya xwe di nava civakê de jî bi cih kiriye. Wekî jin nîn e, hêza jinê nîn e. Tenê ji bo ku ji wan re xizmet bike hatiye ser dinê. Jin anîne wê astê ku jin nikarin bibêjin ku 'ez heme.'"
 
Berîvanê destnîşan kir ku piştî fermana Tebaxa 2014'an wan felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha pê de çû: "Êdî me karî ku bibêjin 'em jî hene û em dikarin parastina xwe bikin.' Me di civakê de ev raman ava kir. Me nehişt ku mêr her tim parastina me bike. Me heta astekê di nava civakê de xwe da avakirin ku em bibêjin, 'em hene.' Îro wekî qeweta leşkerî ya jin em hene. Em êdî muhtacî kesekî nîn in û êdî pêwîstiya me bi mêran nîn e ku me biparêzin. Pêdiviya me bi bav û birayan nîn e. Em xwe bi xwe dikarin xwe biparêzin. Em êdî vî tiştî qebûl nakin û em bi hêz û îradeya xwe dikarin xwe li ser pêyan bigirin. Heta astekê ew nêrîna civakê ya li dijî jinan hatiye şikandin. Me çawa ku hebûna xwe da qebûlkirin, me hêza xwe jî da qebûlkirin. Heta ku jin xwe neparêze kes dê nikaribe jinan biparêze. Heta ku em vê derbas nekin jî dê bi çavekî biçûk li me binêrin. Niha pêdivî tenê bi bihêzkirina têkoşînê heye. Em dibêjin tu pêdiviya me bi derdorê re nîn e, em hene û em dikarin her tiştî jî bikin." 
 
'JINA KU PARASTINA XWE NEKE KESEK PARASTINA WÊ NAKE'
 
Bêrîvanê bal kişand bi ser fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku pergala serdest têkçûyina xwe di rizgariya jin de dibîne û wiha got: "Bi fikr û felsefeya Rêber Apo re artêşa jinan hat avakirin. Hêza jinan derkete pêş. Ev 10 sal in li Şengalê em parastina vî tiştî dikin. Ji fermanê heta niha wekî YJŞ'ê me ev tişt dît û me da fêm kirin ku jina ku parastina xwe neke kes nikare parastina wê bike. Ev jî bi felsefeya birêz Ocalan çêbû. Piştî fermanê avakirina artêşa jinan a li Şengalê ji êrişên heyî re bû bersiva herî xurt. Me hêrsa xwe veguherand parastinê. Me da îspatkirin ku em dikarin li hemberî her êrişê bi hêza xwe ya leşkerî bisekinin. Kesên ku pêşengiya têkoşîna civakê dike û civakê li ser pêyan dihêle jin e. Jin bû îrade û hêza civakê. Jin dikare li hemberî hemû êrişan bisekine. Di seranserî cîhanê de jin li hemberî qirêjiya ku li ser civakê tê meşandin disekine. Ji bo ku jin li dijî vê qirêjiyê nesekine, her tim di hedefê de ye. Heta niha jin gelek caran bi kuştinan û qirkirinan re rû bi rû mane. Ji ber ku pergala mêr a desthilatdar dizane ku jin serî hilde ew ê têk biçin. Ji ber wê bi tecawiz, tacîz û qetilkirina jinê dixwazin jinê bêdeng bikin. Jin êdî xwe birêxistin dikin û ev jî ji serweriya mêr ê desthilatdar re dibe xetere. Ji ber wê jin her tim bi tecawîz û tacîzan re rû bi rû dimînin. Jinên ku bûne îrade her tim di hedefê de ne. Jinên rêxistinkirî desthilatdariyê ditirsînin."
 
'EM XWE BI FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ MEZIN DIKIN'
 
Bêrîvanê bal kişand ser felsefeya "Jin, Jiyan, Azadiyê" jî û got ku li dijî hişmendiya serdest divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Berîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li tevahiya cîhanê belav bû û bandora xwe li ser tevahiya cihanê kir. Mîrasa heyî ya ku hatiye windakirin bi fikrê birêz Ocalan derxistin pêş. Careke din îspat bû ku jin nebe tiştek nîn e. Vê felsefeyê li Şengalê bandoreke mezin kir. Têkoşîna birêz Ocalan a ku bi salan e ji bo avakirina vê pergalê tê dayîn niha pêl bi pêl tê avakirin. Wekî YJŞ'ê jî me xwe li ser vê felsefeyê birêxistin kiriye. Hêzên me yên leşkerî, saziyên me bi vê felsefeyê xwe mezin kirine. Ji bo ku di nava vê felsefeyê de xwe hin bêtir bi rêxistin bikin û mezintir bikin têdikoşin. Hewldana me ew e ku wekheviya jin û zilam bidin avakirin. Ev têkoşîn ne tenê bi yek milî çêdibe. Divê em bi hev re vê têkoşînê bidin. Xwe xurtkirin û mezinkirin erk û berpirsyariya me ye. Ne tenê bi çekê em dikarin li hemberî vê bisekinin, divê em bi fikr û ramanê xwe jî li hemberî hişmendiya desthilatdar bibin mertal. Wekî hêza parastinê erk û berpiryariya ku dikeve ser milê me, em ê vê fikr û ramanê ku birêz Ocalan daye avakirin, bidin jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku em ê îradeya xwe xurttir bikin û bi ser bikevin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan