Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike

  • rojane
  • 09:19 21 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus diyar kir ku dewleta tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê tevî hevkariya PDK'ê jî heta niha yek gav pêşve neçûye û wiha got: “Dewleta tirk niha cilên pêşmergeyan li xwe dike û xwe li hinek deveran bi cih dike.” 
 
Dewleta tirk ji 17'ê nîsana 2022’yan heta niha bi hevkariya PDK’ê bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Di nava van du salan de Tirkiyeyê gelek cureyên çekên giran û kîmyewî bi kar anî lê heta niha jî encamek bi dest nexistiye. Di heman demê de PDK bi awayeke eşkere piştgiriyê dide dewleta tirk û heta niha gelek hêzên xwe yên taybet li herêmê bicih kirine. Ev hêzên navborî bi kemçeyan ji bo dewleta tirk rêyan çêdikin û derfetên heyî ji bo dewleta tirk pêşkeş dikin. Ev helwest û hevkariya PDK’ê, di nava raya giştî ya kurd de jî rê li ber nerazîbûnan vedike. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi ajansa me re axivî. 
 
'DEWLETA TIRK DÊ JI ÊRIŞÊN XWE ENCAMEKÎ NEGIRE’ 
 
Ahmet Karamus, di serî de bal kişand ser şerê li herêmên navborî û diyar kir ku dewleta tirk tevî çekên modern û hevkariya PDK'ê jî nikare li herêmê gavek jî peşve biçe. Karamûs, got ku armanca dewleta tirk a ji êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê stratejîk in û wiha domand: “Dixwazin tevgera azadiyê tesfiye bikin û herêmê bi temamî têxin bin kontrola xwe. Ev aliyê jeopolîtîk ve gelek stratejîk e. Dewleta tirk ne cara ewil e êrişî van herêman dike. Bi salaye dixwaze van hêreman dagir bike. Mebest ew e ku sê parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike û têxe bin kontrola xwe.  Ji dîrokê ve herêm ji bo gelê kurd herêmên stratejîk bûn. Heta roja me jî tu hêzan nekarîne van herêman dagir bike û kontrol bike. Hewldanên wan her tim bêencam mane. Ew herêm ji bo şervanên azadiyê jî gelek girîng in. Dê dewleta tirk jî tu carî nekare ji van êrişên dagirkeriyê encamekî bi dest bixe. Dewleta tirk jî qaneh bû ku nikare bi tena serê xwe Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Lewma serî li rêbazên din dide. Yek ji van rêbazan hevkariya bi PDK’ê re ye. Tevgera Azadiyê şerê navxweyî naxwaze. Lê PDK vê hesasiyetê îstîsmar dike û dixwaze hêzen xwe li wir bi cih bike. Bi vê yekê rê li ber dagirkirina dewleta tirk a herêmê vedike.”
 
'TU REWATIYA VÊ HEVKARIYÊ NÎNE’
 
Karamus, bi lêv kir ku dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê dixwaze herêmên stratejîk dagir bike, Tevgera Azadiyê tesfiye bike û ev nirxandin kir: “Tevgerên PDK’ê ji bo berjewendiyên gelê kurd xetere ne. Me gelek caran bi daxuyanî û bangên xwe ev hevkariya wan rexne kir. Em çi wateyê nadin vê hevkariyê û tu berjewendiyekî tê de nabînin. Ev xak, beşeke Kurdistanê ye û di bin serweriya hikûmeta Iraqê de ye. Armanca Tirkiyeyê ew e ku li sînorên Mîsak-î Mîllî vegere û xaka Kurdistanê dagir bikin. Lê ji roja destpêkê heta niha şervanên azadiyê berxwedaneke bêhempa raber dikin û dewleta tirk bi tena serê xwe nekarî ti gavekî stratejîk biavêje. Lewma hewl dide bi hevkariya PDK’ê hebûna xwe ya li wir mayînde bike. Ev 30 sal in PDK hevkariyê dike û xuyaye ku ji trajediyên gelê kurd ders negirtiye. PDK vî rengî nagihije tu armancên xwe. Tu rewatiya vê hevkariyê nîne. Di salên 1992-1996'an de jî PDK bi dagirkeran re tevgeriya. Niha jî ji bo çeperan rêyan çêdike. Ev hevkarî nayê qebûlkirin.” 
 
'EV TRAJEDÎ YE’
 
Bi domdarî Karamus got ku hevkariya bi Tirkiyeyê re ne di berjewendiya neteweya kurd de ye û wiha pê de çû: “Agahiya me heye ku PDK ji bo dewleta tirk rêyan vedike, hêzên xwe bi cih dike û baregehên leşkerî ava dike. Li gorî hin agahiyên ji herêmê hatin ber destê me, dewleta tirk di bin navê pêşmergeyan de li hin deveran xwe bi cih dike. Ew deverên ku PDK rê vedike û baregehan çêdike dewleta tirk bi cih dibe. Ev tê wê wateyê ku PDK ji dewleta dagirker re dibêje,’fermo xaka min welatê min dagir bike.’  Ev trajedî ye, tiştekî sosret e. Heke ku armanca PDK'ê parastina serweriya xwe û berjewendiyên kurdan be, statûya heyî wiha nayê parastin. Sedema yekemîn a pirsgirêk, nakokî û lawaziyên di navbera kurdan de jî ev e. Em di vê hevkariyê de ji bo gelê kurd tu berjewendiyan nabînin. Heke hebe jî ya PDK’ê tenê heye. Heke Tevgera Azadiyê bê tesfiyekirin, dê kurt nemînin. Lewma metirsiyeke mezin li ser gelê kurd heye. Divê em vê metirsiyê bibînin û bi perspeftîfeke neteweyî û bi şêwazeke stratejîk tevbigerin. Divê PDK ji şaştiya xwe vegere û em van pirsgirêkan di nav xwe de çareser bikin.”
 
'ÇAPEMENIYA PDK'Ê XIZMETÊ JI DAGIRKERIYÊ RE DIKE’
 
Di berdewamê de Karamus bal kişand ser rola çapemeniya PDK'ê ya di şerê li herêmê de û ev tişt anî ziman: “Em di ragihandina PDK'ê de tu berjewendî û parastina rûmeta kurdan nabînin. Gelo kî vê medyayê birêve dibe? Tê dîtin bê ka şîrove, analîz û nûçeyan wan bi çi armancê tên weşandin. Ez vê bi vekirî bibêjim, beşeke medyaya PDK'ê ji aliyê ajîtatorên dewleta tirk ve tên îdarekirin. Ew di bin kontrola wan de ne. Nivîs û pênûsên wan xîzmeta dagirkeriyê û dijmin dikin. Dema bûyerek diqewime, hêj tu daxuyanî nehatine belavkirin û tu agahî li holê tune, medyaya PDK’ê cih, kes, nav û şêweyê qetilkirinê belav dike. Ev tiştekî sosret e. Di vî warî de bi sedan dokuman û agahiyan belav dike. Ev medya, xizmetê ji berjewendiyên kurdan re nake. Naveroka nûçeyên wan bi kurdî ne lê daxwaz, armanc û feraseta wan a nijadperestiya dewleta tirk e. Ev ne tenê rewşa siyasî, rewşa civakî, çandî jî radixe berçavan.”
 
‘FAŞÎZMA AKP'Ê JI YA ÎSRAÎLÊ PIR ZÊDETIR E’
 
Karamûs, destnîşan kir ku tu ferq û cudahiya dewleta tirk û Îsraîlê ji hev nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Şerê îro Îsrailê li dijî Filistînê daye destpêkirin, Tirkiyeyê jî li dijî kurdan daye destpêkirin. Beriya şerê Îsraîl û Hamasê, dewleta tirk êrişî Rojava û Başûr dikir. Ji bîrên petrolê heta santralên ceyranê, ji stasyonên avê heta febrîqeyan êrişî her qadên jiyanî yên Rojava kirin. Tiştê ku îro li Filistînê rû dide, senaryoyayê wê li Kurdistanê ye. Bertekên ji bo Filistînê tên nîşandan, ji bo Rojava nayên nîşandan. Heke Îsraîl malan bombebaran bike, dewleta tirk jî bombebaran dike. Heke Îsraîl zarokan bikuje, dewleta tirk jî li Rojava zarokan dikuje. Heke Îsraîl av, ceyran, nexweşxane û hwd. hedef bigire, dewleta tirk jî li Rojava heman tiştan hedef digire. Qet nebe Îsraîl, hebûna Filistînê qebûl dike. Faşîzma AKP-MHP’ê ji ya Îsraîlê pir zêdetir e. Divê em gelê kurd bizanin bê ka li dijî dijminekî çawa têdikoşin.”
 

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan