Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî

  • rojane
  • 09:27 22 Mijdar 2023
  • |
img
 
RIHA - Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade bi lêv kir ku ew li dijî pergala perwerdehiya yek zimanî ya modernîteya kapîtalîst, pergala perwerdehiya pir zimanî esas digirin û got ku ev yek pêşî li jiyaneke qebûlkirina hevdû û demokratîkbûna herême vedike.
 
Di sala 2011’an de şerê navxweyî yê Suriyeyê destpêkir, pişt re gelek hezên paramîlîter li herême derketin holê û dest bi qirkirina gelan kirin. Hêzên hegemon ku berjewendiyên wan li Herême hebûn piştgirî dan wan hezan. DAIŞ’ê bi piştgiriya wan hêzan li Suriye û Iraqê gelek cih dagir kirin û bi pîvanên li dijî mirovahiye êrişî gelek cihan kir. DAIŞ’a ku arteşa du dewletan nekarîn pêşiya DAÎŞ'ê bigirin li Kobanê Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastiya Gel (YPG) pêşî li DAÎŞ'ê girt û ji bo hemû gelên cihanê bûn rûmeta mirovahiyê. Berxwedana dîrokî ya YPG’ê û YPJ’ê bi taybetî ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên herêmê rûpeleke nû vekir. 
 
Piştî têkbirina DAÎŞ'ê li bajarên Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de di serî de gelê kurd û gelên li herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat demezirandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin. Di pergala Modernîteya Demokratîk de ku Neteweya Demokratîk esas digire hemû gel û pêkhate tevî cûdahiyan jî bi awayekî wekhev bi hev re dijîn. Pergala Modernîteya Demokratîk ku li dijî rêveberiya desthilatdariya yek kesî ya Netew Dewletê rêveberina gel a Netewa Demokratîk esas digirê, bi Meclisên Gel û komînan tê rêveberin. 
 
Bi şoreşa Rojava re gelek guhertin jî li herême pêşketin. Binesaziyên herêmê û bajarên ku di êrişan de hilweşiya bûn ji nû ve hatin avakirin. Ji bo avakirina jiyaneke nû û civakeke bi hev re giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nexweşxane, dibistan, zanîngeh, Meclisên Gel, komînên aboriyê hatin avakirin. Yek jî ji wan pergala perwerdehiya li ser esasên Netewa Demokrat e. Perwerdehî ku ji bo civakeke yek jî qada herî girîng e, piştî Şoreşa Rojava li ser fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Modernîteya Demokratîk dest pê kir. Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade pergala perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji ajansa me re nirxand. 
 
'ŞOREŞA ZIMAN JÎ DEST PÊ KIR'
 
Bekir Cerade bi bîr xist ku beriya şorêşê gelê kurd li herême bê maf bû û ev tişt anîn ziman: “Zimanê kurdî di dibistan û saziyên dewleta Suriyeyê de qedexe bû. Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî destpêkir. Xwandin û nivîsandina bi zimanê dayikê dest pê kir. Di destpêkê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di Dibistana Şehîd Osman (Osmanê Dadelî) de ji bo amadekirina mamosteyan perwerde da destpêkirin û li wir mamostê hatin amadekirin. Li ser vê esasê di sala 2012’an Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hejmareke kêm mamosteyan dest bi perwerdê kirin. Piştî destpêkirina Perwerdehiyê roj bi roj gavên mezin hatin avetin û asta perwerdehiyê hat bilind kirin. Piştî Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di sala 2014'an de Desteya Perwerde bi awayekî fermî avabû.”
 
PERWERDEHIYA PIR ZIMANÎ
 
Bi domdarî Cerade diyar kir ku ew li ser esasê Neteweya Demokratîk pergala perwerdehiyê saz dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî nezî milyonek şagirt û 20 hezar jî mamostê hene. Bi giştî di 6 hezar dibistanan de perwerde tê dayin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li gorî fikrên Neteweya Demokratîk bi 2 zimanan, erebî û kurdî perwerde tê dayin. Ereb bi zimanê xwe, kurd jî bi zimanê xwe perwerdê dibin. Bi vî awayî di nava civakê de çandeke hevdû qebûlkirin pêş dikeve. Di heman demê de bi zimanê ingilîzî û zimanên beyanî jî perwerde tê dayin.”
 
‘GAVEKE DÎROKÎ YE’
 
Cerade da zanîn ku di dibîstanên ku piştî şoreşê avabûne de gelek şagirt jî mezûn bûnê û bûne peywîrdar. Cerade axaftina xwe wiha domand: “Bi hezaran şagirt di van dibistanan de mezûn bûne û peywîr girtine. Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Şerq, li Cizîrê Zanîngeha Rojava heye di wan zanîngehan de mezûn dibin û peywîrê digirin. Taybet ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gaveke dîrokî ye. Piraniya mamosteyên ku îsal me peywîrdar kirin jî yên ji van zanîngehan mezûn bûne bûn. Di Zanîngeha Rojava de jî gelek bijîşk mezûn bûn û niha peywirdar bûne. Li Zanîngeha Kobanê mamosteyên weke beşa Fizîk, Biyolojî, Kîmya û mamostetiya polê mezûn bûn.”
 
DI MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE PERWERDEHÎ
 
Cerade, destnîşan kir ku ew li dijî pergala perwerdehiya modernîteya kapîtalîst, perwerdehiya li ser esasên Modernîteya Demokratîk pêş dixin û ev tişt gotin: “Pergala netew dewlet a kapîtalîzmê tenê yek zimanî ferz dike û zimanên din tune dihesibîne. Me bi xwe jî ev êş kişandiye. Ev pergal di heman demê de bi xwe re gelek pirsgirêkan jî tîne. Niha Rojhilata Navîn di kaosekê de ye. Yek ji ne qebûlkirina ziman, çand û îradeya hevdû encama şer û pêvçûna li Rojhilat a Navîn e. Pergala Çanda Modernîteya Demokratîk bi fikra Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan pêş xistiye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên herême ye. Di hûndirê vê fikr û felsefeyê de em perwerdehiya Netewa Demokratîk esas digirin. Her netew bi çand û zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û bi hev re dijîn. Ev yek pêşî li jiyaneke hevbeş, rast, hevdû qebûl kirin û demokratîkbûna herême vedike. Ev çand zindîkirina rastiya dîrokê ye. Îro em, bi Modernîteya Demokratîk ku rastiyeke dîrokî ye li ser erdê dijîn.”
 
'ARMANC CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK E'
 
Di berdewama axaftina xwe de Cerade bi lêv kir ku armanca wan bi rêya perwerdehiyê avakirina civak a eXlaqî û polîtîk e û wiha pê dê çû: “Li ser vê esasê gavên mezin jî hatinê avetin. Gelek pirsgirêk hatine çareser kirin. Bi rengê xwe em perwerde dibînin û dijîn. Heke ev rastî bê jiyîn gavên pir mezin wê li Rojhilat a Navîn bên avetin. Rastiya Rojhilata Navîn wê derkeve holê. Bi perwerdehiyê re armanca me avakirina civakeke exlaqî û polîtîk û demokratbûna herême ye. Di hûndirê perwerdehiya Modernîteya Demokratîk de însaneke/î ne takekes, exlaqî û polîtîk tê avakirin. Li dijî hişmendiya tarî, tenê xwe dîtin, jiyaneke bi hevdû re azad dixwazin pêş bikeve. Pîvanên me exlaq û polîtîk e. Ne yek netew, yek ol û bawerî hemû netew û bawerî bi hev re çawa dikarin bi hevdû re bijîn li ser vê esasê perwerde tê dayin.”   
 
'TIRKIYE ÊRIŞÎ DIBISTANAN DIKE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Cerade bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û bandora êrişan a li ser perwerdehiyê û wiha vegot: “Êrişên dewleta tirk û çeteyên weke DAIŞ'ê li Herême neqediyan. Piştî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hatin dagirkirin bi sedan dibistan hatin girtin û perwerdehiya bi zimanê dayikê hat qedexekirin. Di van demên dawî de jî balafîrên Tirkiyeyê binesaziya herême ku çavkaniya jiyana gelê li vir e bombe baran kir. Nexweşxane, dibistanên me hatin hedef girtin û li navçeya Eyn Îsa hinek şagirtên me jî şehîd bûn. Tirkiye sûcên şer dike. Dewleta tirk naxwazê pergala demokratîk li herême bê xurtkirin, dixwaze terorê li herême zindî bike. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, naxwaze li Rojhilata Navîn demokrasî û îradeya gelan pêş bikeve. Tirkiye ji bo pergala pir rengiya bi hevre jiyîn û jiyana azad tune bike êriş dike. Çareseriya pirsgirêkên Herême di demokratîk bûne de ye.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan