Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin

  • rojane
  • 12:01 22 Mijdar 2023
  • |

QERS - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê li Qersê tev li civîna gel bû, diyar kir ku bajêr mozaîka Tirkiyeyê ye û anî ziman ku dê di hilbijartina herêmî de ne tenê li Kurdistanê li her derê stratejiya ku gel tê temsîlkirin bişopînin. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan ê li herêma Serhedê serdanên xwe didomîne, piştî Agirî û Îdirê îro li Qersê tev li civîna gel bû. Bakirhan û kesên pê re ku di saetên serê sibê de di ketina navçeya Qaxizmanê de hatin pêşwazîkirin, pişt re derbasî navçeya Dîgorê bûn. Bakirhan ê li vir bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat hate pêşwazîkirin li bajarokê Bazarcixê gel silav kirin. Bakirhan, pişt re derbasî eywana ku civîn dê lê bê lidarxistin bûn. Bakirhan, di civîna ku bi sedan kes tev li bûn de, geşedanên di rojevê de nirxandin.
 
‘QERS TAM JÎ HEDEP E’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku Qers mozaîkeke Tirkiyeyê ye û wiha got: “Qers tam jî HEDEP e. Qers tam mozaîka Tirkiyeyê ye. Cihekî ku azerî, terekeme, niştecih, malakan, ermen, tirkmen, çerkes, kurd, sunî, elewî an ku gelek netew û baweriyên li Tirkiyeyê hene lê dijîne ye. HEDEP jî weke Qersê ye. HEDEP jî mala xizanan, bindestan, ciwanan, jinan, netew û baweriyên cuda ye. Dema dibêjin HEDEP Qers tê bîra min.”
 
‘SEDEMA KU WELAT DI VÎ HALÎ DE BE DESTHILAT E’ 
 
Bakirhan, anî ziman ku kapîtalîzm di nava krîzeke mezin de ye, kapîtalîzm krîz e û wiha berdewam kir: “Tirkiye jî ji vê krîzê ne bê par e. Tirkiye bi krîzan hildiweşe. Tirkiye di warê aborî, demokrasî, mafên mirovan û nirxên demokratîk de ji her demê bêtir di nava rizînekê de ye. Sedema bingehîn ku welat bikeve vî halî desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Serokkomar Erdogan dibêje ‘bawermend ew e ku di nava xizaniyê de sebir bike’. Bila rojekê jî qesr sebir bike, lambeyên xwe veneke, kalorîferên xwe pê nexe, bi rojekê bi şorbeyê, bi nan û penîrî Qesrê îdare bikin, bila pişt re bawermend sebir bikin. Bila lobiyên faîzê sebir bikin, rojekê faîzê negirin. Bila baronên şer rojekê sebir bikin. Kesên dixwazin em di nava xizaniyê de sebir bikin, mixabin sebir nakin.”
 
‘EM Ê ÎTÎRAZ BIKIN’ 
 
Bakirhan, da zanîn ku aboriya Tirkiyeyê ji her demê bêhtir hatiya pûçkirin û wiha lê zêde kir: “Pêkanînên qeyûman ku vîna me xesp kirine, nîşaneya herî baş a vê yekê ye. Pêkanînê qeyûm ên li Qersê û her çar aliyê Tirkiyeyê didomin. Divê em li dijî vê pergala talan û derewan îtîraz bikin. Çend qet zêdetirî nifûsa Qersê îro li metropolên Tirkiyeyê dijîn. Di karên xizmetê de, di înşaetan de hewl didin debara xwe bikin. Bila ewilî van rêyên koçê bigirin, bila li Qersê jî kar û derfetên kar hebin. Lê Qers ne di xema wan de ye. Qers ji aliyê sosyo-aboriyê ve li Tirkiyeyê yek ji bajarên li herî dawiyê ye. Razemenî nîne, kargeh nîne yên heyî jî firotin. Em bi xizaniyê re rû bir û ne. Divê ev xizanî ji holê rabe. Em ne mehkûmî vê pergala bi her awayî me tune dihesibîne.”
 
TAYÎNKIRINÊN QEYÛMAN Û HILBIJARTINÊN HERÊMΠ
 
Bakirhan, qala pergala qeyûman û hilbijartina herêmî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêşiya me de hilbijartina herêmî heye. Em ê qeyûmê Qersa ku vîna wê hate xespkirin û qeyûmên din bişînin wê qesra mezin. Em ê êdî li rojavayê Tirkiyeyê ku gelê me bi hejmareke zêde lê dijî jî rêbazekê diyar bikin ku gelê me di rêveberiyan de cih bigire. Divê gelê me ne tenê li Kurdistanê li her derê bê temsîlkirin. Di hilbijartinan de dê stratejiya me ev be. Qeyûm tayînî vîna azerî, terekeme, kurdan, jinan, kedkaran kirin. Qeyûm nirxên Qersê, malên piştevaniyê yên jinan, malperên weşanên kurdî dikin girtin. Qeyûm dijminê kurd û jinan e. Ne tenê li Qersê li her derê ku qeyûm tayîn kirin re siyaseteke dijminane meşandin. Ez pê bawer im ku şoreşger, welatparêz, jin û ciwanên Qersê dê sileyeke mezin li hişmendiya qeyûm bidin.”
 
‘QERS YA ME YE’
 
Bakirhan ê got ku “Qers ya me ye. Qers ya dizan û ya zaliman nîne. Qers ya gelan e, ya kurdan e, Qers ya azerîyan e, ya terekemeyan e, ya elewiyan e, ya jinan e, ya ciwanan e” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li bajêr dinêrin, mereq dikim ku qeyûm çi karî dike. Cade ji çalan derbas nabe, peya rê tune ne. Li Qersê hêj av nîne. Çemê Arasê derbas dibe, li derdorê bendav hene lê av nîne. Binesazî nîne, razemenî nîne. Nirxên mîrateyên çandî yên weke Aynali Koşkê tên pêşkeşkirin. Qeyûm bey şûna ku tu bidizî, pêşkeş bikî, tesîsa parzînê ya çopî ava bike, kê destê te girtiye! Li Karakûrtê bendavek çêkirin, gotin em ê derbasî çandiniya biavî bin, ji ber bendavê gundî nikarin bên Qamûşanê, rêya beriya niha 20 deqîqe bû derketiye 2 saetan û gundî neçar dimînin diçin Xoresanê. Dikandarên Qamûşanê hatine asta ku dikanan bigirin. Dîsa sewalkarî ber bi tunebûnê ve ye. Bacên alîgiran, krediyên wan tên efûkirin lê ji qersiyên xizan re ji gundiyan re ji kesen sewalvaniyê dikin re kredî nîne. Heke bê dayîn jî bi faîzeke mezin tê dayîn û dema nekarî bide jî traktora wî tê hacizkirin. Ji ber vê yekê li holê ye ku derdê van ne Qers, xizan û kedkar in.”
 
 ‘EM NE BÊHÊVÎ NE’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku qersî li Qersê ji dayik dibin û di rêyên Erziromê de jiyana xwe ji dest didin û ev tişt gotin: “Ka desthilata AKP’ê da vê qederê biguherîne? Qaşo fakulteyeke tipê li vir hate avakirin lê xwendekarên wê nînin. Xwendekarên wê hebin jî akademisyenên wê nînin, bijîşkê pispor nîne. Ev ne qedereke. Ya ku ev qedere li me kir bela desthilata AKP’ê û MHP’ê ye, feraseta rantkar û rizî ye. Em ne bêhêvî ne. Ji ber ku xwediyê dozeke mafdar in, em bawer dikin, têdikoşin, em ê teqez vê pergala heramî hilweşînin, biguherînin. Em ne bêhêvî ne, kesên sed sal in nikarin zimanê me asimile bikin, ji niha û şunde jî nikarin asîmîle bikin. Em ne bêhêvî ne ji berk u şoreşgerên qersî, kurd, azerî, terekeme, jin û ciwan li pişt me hene. Ev hemû ji bo ku em bi hêvî bin sedemên têrker in. Em ne bêhêvî ne ji ber ku li Rojava şoreşeke gel bi hev re dijîn, di serî de Tirkiye ji her derê cîhanê re bûye hevî heye. Ji ber vê yekê hûn jî bi hêvî bin. Em ê qeyûman bişînin. Em ê heta ku vir bikin baxçeyê gelan têbikoşin.”
 
‘EM TIFAQA QERSÊ AVA BIKIN’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku divê tifaqeqe Qersê ku li Tirkiyeyê bibe mînak were avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi şev û roj bixebitin û deriyekê lê nedin û destekî negirin namîne. Em ê biçin cem kesên ku deng nadin me jî. Em ê biçin cem kedkaran, bindestan, KHK’iyan, kesên bêkar. Em biçin cem kesên dibêjin ‘bila li Qersê aştî pêk were, bila ev mozaîka li Qersê bijî’. Em biçin cem jinan, dikandaran. Em ê vê pergala nelirêtiyê vebêjin. Em ê herî dawî bibin xwedî pêvajoyeke tejî serkeftî. Heke Qers HEDEP be, werin em li Qersê ‘Tifaqa Qersê’ ava bikin. Em îspat bikin ku rêveberiyeke herêmî ya şefaf, azadîxwaz û demokratîk a xwedî rêveberiyeke hevpar, têgihiştin û nirxan çawa dikare bi azeriyan, terekemeyan û kurdan were ava kirin. Em Qersê li Tirkiyeyê bikin modelek.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan