Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe

  • ciwan
  • 11:51 24 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê diyar kir ku bi 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşma “Vejîneke ciwan” bê lidarxistin re têkoşîna xwe gaveke din pêş bixin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dê di 24’ê kanûnê de 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixin. Endamên Meclisa Ciwanan têkildarî starta kongreyê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê daxuyanî da. Metna daxuyaniya ya kurdî ji hêla Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Marûf Çelîker ve hate xwendin. 
 
Çelîker, diyar kir ku modernîteya kapîtalîst bi hezar salan e polîtîkayên xwe yên zext û înkarê didomîne û wiha domand. “Hikûmeta AKP’ê jî parçeyeke vê sîstemê ye. Ev hikûmet dixwaze kurdan ji cih û warên xwe bike û tune bike.  Wekî ku desthilatar jî baş dizanin ciwan her tim tirs û xofa desthilatdara bûne. Bi vê zanînê jî herî zêde êrişî ciwanan dike. Weke ciwan em jî dê li dijî van êrişan bibin bersiv û tirs û xofa wan bînin bîra wan.” 
 
KONGRE DÊ BI DIRÛŞMA ‘VEJÎNEKE NÛ’ BÊ LIDARXISTIN 
 
Bi domdarî Çelîker anî ziman ku ew ê di vê pêvajoyê de bêdeng nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê vîna xwe eşkere bikin. Weke Meclisa Ciwanên HEDEP'ê em ji çapêmeniyê re radigihînin ku em ê 1'emîn Kongreya xwe bi navê ‘Vejîneke ciwan’ di 24'ê kanûnê de li Amedê pêk bînin. Bi kongreya xwe em dixwazin pêşiya civakê vekin û feraseta xwe ya azadiyê nû bikin. Bila hemû gelê me û hevalên me zanibin, kongreya me soza ronakbîriyê dide gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.”
 
‘EM DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR DIKIN’
 
Di berdewamê de Çelîker destnîşan kir ku dê bi vê baweriyê bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax xebatên xwe yên kongreyê bidomînin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan, demokratîk-şoreşger û hemû gelê xwe dikin ku li kêleka me bin! Li dijî êrişên faşîzma AKP’ê yên li ser ciwanan ku hewl dide xebat û çalakiyên me krîmînalîze bike û me ji civakê dûr bixe, em xwedî li meclisa xwe dertên û em di nav civaka xwe da bi civaka xwe re di siyaseta demokratîk de israr dikin.”
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê em bi hev re vê pergalê bişkînin. Ev rejîm nahêle dengê gelan û dengê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bibe. Werin em vî dengî bilind bikin. Dê bi bilindbûna vê dengî re deriyê çareseriyê ji pirsgirêka kurd û pirsgirêken civak û ciwanan re vebe. Em dubarê dibêjin; werin em ji gelan re bibin hêviyek, ji bo jinan, ciwanan û civakê jî bibin azadî. Hêz jî hêvî jî tekoşîn û berxwedana ciwanan e. Kongre dê li Eywana Geterler a Dawetê bê lidarxistin. Banga me ji hemû kesî re ew e ku careke din rabin ser pêyan û tev li kongreya me bibin. Serkeftin ya me ye.”

Sernavên din

25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan
11:40 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin
11:09 Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e
10:28 Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye