Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin

  • rojane
  • 11:38 27 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Adnan Işik piştî qetilkirina belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, li şûna wî dest bi belavkariya rojnameyê kir û hatibû qetilkirin. Bi ser qetilkirina Işik re 30 sal derbas bûn û lê hêj jî kujerên wî nehatine dîtin. 
 
Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundem û kovara Ozgur Halkê Adnan Işik 30 sal derbas bûn. Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19'ê çileya 1993'yan de hate qetilkirin û Işik jî biryar da ku li şûna Karaagar dest bi karê belavkariyê bike. Işik, dema ber bi êvarekê ve vedigeriya mala xwe, di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. 
 
Tevî ku bi ser qetilkirina Işik re 30 sal derbas bûne jî kujerên wî nehatin dîtin û veguherî cînayeta kiryarnediyar. 
 
PIŞTÎ ORHAN DEST BI BELAVKARIYA ROJNAMEYÊ KIR
 
Işik, di mehên dawî yên sala 1991’an de bi malbata xwe re ji gundê Tûm ê navçeya Serav/Mehmûdî yê Wanê koçî navenda Wanê kir û li bajarên cuda di karê înşaetê de xebitî. Piştî xebata bi salan, Işık zewicî û di Lokala Avahîsaz û Endezyaran a li Wanê de wekî garson dest bi kar kir. Piştî ku belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1992’yan de ji hêla 6 kesan ve hate qetilkirin, Işik li şûna wî di rojnameyê de dest bi belavkariyê kir. 
 
Işik, çû buroya rojnameya Ozgur Gundem a Wanê, bi berpirsyarên rojnameyê re axivî û li kolanên bajêr dest bi belavkariya rojnameyê kir. Polîsan gelek caran ji bo ku karê dike berde gef li Işik xwarin. Tevî gefan jî Işik dest ji belavkirina rojnameyê berneda û gelek caran ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. 
 
KUJER BI TOROSA SPÎ REVIYAN
 
Piştî demekê Işık bi hevalên xwe yên belavkariyê re plakaya torosa spî ya ku ew dişopand parve kir. Xebatkarên buroyê plakaya ku hatiye eşkerekirin dan Waliyê Wanê Mahmût Yilbaşi ku navê wî di gelek bûyerên tarî de derbas bûbû. Yilbaşi, got; "Ez ê pê re eleqedar bibim” lê têkildarî mijarê tu tiştek nekir. Di demekê ku gef zêde dibûn de Işik piştî kar li otobûsê siwar bû û nêzî mala xwe ya li Taxa Erekê peya bû. Işik, li cihê ku peya bûbû rastî êrişa çekdarî hat. Kesên êrişî Işik kirin siwarî torosa spî ya 50 mîtroyan li paş de disekinî bûn û ji cihê bûyerê reviyan. 
 
FAÎL NEHATIN DÎTIN
 
Piştî êrişê Işik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê û ji ber derfetên nexweşxaneyê tunebûn Işik sewqî nexweşxaneyeke Enqereyê kirin. Lê belê bi hinceta ku “rewşa hewa guncav nîne" Işik nebirin Enqereyê. Işik, di 27’ê mijdara 1993’yan saet 11.00’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Piştre malbata Işik ji bo ku faîl werin dîtin gelek caran serlêdan kirin lê belê kujer bi tu awayî nehatin dîtin û dosye hate girtin.  
 
‘JI BO KUŞTINÊ ROJEK TAYBET HILBIJARTIN’
 
Pismamê Adnan Işik, Omer Işik wiha qala Işik kir: "Dema Orhan Karaagar hate qetilkirin Adnan biryar da ku dest bi kar bike. Kesekî girêdayî doza xwe bû û dizanî ku karê dike pir binirx bû. Kujer piştî bûyerê bi siwarbûna wesayîtekê reviya. Gelek şahidên bûyerê hebûn. Lê ji bo girtina kujeran tu gav nehatin avêtin. Ji bo kuştinê, rojeke taybet hate hilbijartin. Êriş, di şeva 27’ê mijdarê hatibû kirin. Xwestin gel bitirsînin û bêdeng bikin. Dema em li cînayetên din dinêrin, dîsa em dibînin ku dewleta kûr û gladyo rojên taybet hildibijêre. Gelê me, tevî yên din xwedî li Ednan jî derketin. Tevî berf û bagerê jî bi hezaran kes tev li merasîma cenazeyê wî bûn. Ez wî û hemû şehîdên Çapameniya Azad bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Sernavên din

29/11/2023
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir