Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin

  • rojane
  • 10:36 30 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Hatîp Dîcle diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” de wê şandeyekê bişînin Tirkiyeyê û wiha got: “Ev kampanyayeke demdirêj e. Armanc rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan e.”bidomînin."
 
 Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin 33 meh in bi tu awayî agahî nayên wergirtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî di 10’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayeke navneteweyî hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên din ên cîhanê çalakî û aktîvîteyên din tên organîzekirin. Bi hezaran girtiyên li 104 girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di 27’ê mijdarê de tev li kampanyaya ku her diçe mezin dibe bûn.  
 
Hatîp Dîcle
 
‘XWEDÎ DERKETINEKE MEZIN HEYE’ 
 
Berdevkê Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku kampanya destpêkeke û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan destnîşan kir. Dîcle destnîşan kir ku dê kampanya gelemperiyê cîhanê berdewam bike û wiha got: “Kampanya bi awayekî hevdem li 74 navendan li hin deverên cîhanê li 5-6 parzemînan dest pê kir. Wateya sembolîk a bûyîna li 74 welatan ew e ku temsîla temenê Abdullah Ocalan dike. Dostên gelê kurd, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û sendîkavanan di heman demê de kampanya azadiyê dan destpêkirin. Li cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Ev kampanyayeke demdirêj e. Hedef û armanc rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye.”
 
SERDANA ŞANDEYÊ YA LI TIRKIYEYÊ
 
Dîcle, da zanîn ku xebatên têkildarî kampanyayê bênavber didomin û anî ziman ku di vê çarçoveyê de meş, mitîng, ciwan û konferansên jinan tên kirin. Dîcle, bi lêv kir ku dê bi xebatên dîplomatîk û siyasî “pêngav” were berfirehkirin û da zanîn ku dê di demekî nêzîk de şandeyeke ku di nav de parlamenter, hiqûqnas û zanyar di nav de hene serdana Tirkiyeyê bikin û bikevin nav hewldanan.
 
‘DÊ PARADÎGMA BELAVÎ HER DERÊ BÊ KIRIN’ 
 
Dîcle, destnîşan kir ku ew armanc dikin ku paradîgma û parêznameyên Abdullah Ocalan di çarçoveya xebatan de belavî her derê bikin û têkildarî xebatên bên meşandin de wiha got: “Niha dostên li her welatî xwedî înîsiyatîf in, ev ne pêngaveke ji yek navendê tê birêvebirine. Bi taybetî jî ew fikrên afirîner ên bîyanî pêşkeş dikin û ew bi xwe pêk tînin. Pêşengên kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ pêşengên sendîkayan in ku li Ingilistanê bi milyonan endamên wan hene. Her wiha pêşengên kampanya ji bo berdana Serokwezîrê berê yê Efrîka Başûr Nelson Mandela bûn. Tîmeke ku di gerdûnê de tê nasîn. Em weke gelê kurd, hevrêyên Abdullah Ocalan û dostên gelê kurd wan dişopînin.”
 
‘DERBARÊ JIYANA WÎ DE AGAHIYA ME NÎNE’ 
 
Dîcle, bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bal kişand ku 33 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Dîcle, axaftina xwe wiha bi domand: “Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan de tu agahiya me nîne. Derbarê jiyan û ewlehiya wî hwd. de tu agahî nayên dayîn. Parêzer zextê li CPT’yê bikin jî tu encam nagire. Ev sûcekî mirovahiyê yê mezin e.”
 
‘HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN’ 
 
Dîcle diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîdê hiqûqa herêmî û navneteweyî tê binpêkirin û destnîşan kir ku mafê tu girtiyan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re nikare bê astengkirin. Dîcle, bi bîr xist ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) piştî ku serdana girtîgehan kir rapora têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ne weşand û wiha pê de çû: “CPT’yê destûr nedayîna Tirkiyeyê weke hincet nîşan da. Desteyên weke Konseya Ewropa û CPT tehamulî Tirkiyeyê dikin û çavê xwe ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî re digirin. Qedexeyên hevdîtin û dîsiplînê yên Tirkiyeyê bi temamî bêbinî ne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de wiha dibêje ‘nabe ku mirovek zêdetirî 25 salan ji azadiya xwe bêpar bimîne’. Îsal 25’emîn sala Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê sedema li gelemperiya cîhanê eleqeyek nîşanî kampanyayê bê kirin, pêkanîna bêhiqûqiyê ya bi awayekî zelal e.”
 
‘WELATÊN ROJAVAYÊ CÎHANÊ DIBIN HEVKARÊN SÛC’ 
 
Dîcle, bal kişand ser rola welatên rojavayê cîhanê ya di kûrkirina polîtîkayên tecrîdê de û wiha lê zêde kir: “Welatên rojavayê cîhanê li dijî komploya navnetewî bêdeng man û heta di nava wê de cih girtin. Îro jî li dijî polîtîkayên tecrîdê nakevin dewrê û dibin hevkarên sûc. Gotina ‘Tirkiye tenê ji bo min gardiyantiyê dike’ ya Abdullah Ocalan a li ser komployê, vê rastiyê nîşan dide. Heke Parlamentoya Ewropayê yan jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bibêje, 'Em ê Tirkiyeyê derxînin', Tirkiye wê nikaribe vê tecrîdê bidomîne. Mînak Ingilistanê di komployê de roleke gelekî girîng lîst, lê niha rewşenbîr û sendîkavanên Brîtanyayê di pozîsyona meşandina kampanya azadiyê de ne. Civaka Ewropayê vê komployê ji bo wan weke cihê xemgînî û şermeke mezin dibîne.”
 
‘MIFTEYA AZADIYÊ ABDULLAH OCALAN E’ 
 
Dîcle, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan din ava hev de ne û got: “Bêyî Ocalan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.” Dîcle, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê li ser çareseriya pirsgirêka kurd, di heman demê de li ser çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn xwedî têzên xurt e û wiha lê zêde kir: “Mifteya aştiyê ya li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Ocalan di nava hev de ne.”
 
GIRÎNGIYA AVAKIRINA NETEWA DEMOKRATÎK 
 
Dîcle, destnîşan kir ku paradigmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan a li dijî feraseta hişk a netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn ji bo gelan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema ku Şoreşa Rojava li cîhanê ewqas bal kişandiye ew e ku xwedî feraseta Neteweya Demokratîk e. Sed sal in li Rojhilata Navîn bi feraseta netewe dewletê tê tevgerandin lê şer û pevçûn qet kêm nabin. Di Neteweya Demokratîk de cudatî weke dewlemendî tên qebûlkirin. Li Rojava kurd, ereb, ermen, suryan, turkmen, çerkez hemû weke xwişk û birayan dijîn. Herkes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibîne, di mitîngan de dengên cuda bilind dibin. Anku şûna netew dewletê bêyî xweseriya demokratîk li Rojhilata Navîn xwîn û hêsirên çavan naqedin.”
 
‘DIVÊ JI BO AZADIYÊ RABIN SER PIYAN’ 
 
Dîcle, da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de ji aliyê bi hezaran girtiyan ve hate destpêkirin, parçeyek ji “Pêngava Azadiyê ye” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku dewleta tirk vê carê hesasiyeteke pêwîst nîşan bide. Divê hemû beş ji bo azadiya Ocalan rabin ser piyan. Divê hemû gelê me fêm bike ku bi çalakiyê çi dixwaze û bêyî ku paşguh bike vê yekê bi cih bîne. Ez bawerim ku gelê me wê heta dawiyê piştgiriyê bide vê kampanyayê. Em bi hev re dikarin serbikevin. Em dikarin Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin. Ez ji dil di wê baweriyê de me ku ev yek wê tevkariyeke mezin li çareseriya pirsgirêka kurd û têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bike.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

01/12/2023
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'