Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin

  • rojane
  • 13:14 30 Mijdar 2023
  • |

AMED -Platforma Koçê ya Mezopotamyayê bal kişand ku tê xwestin Kurdistanê bêmirov bihêlin û aşkere kir ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de 51 hezar û 415 serlêdanên îltîcayê hatine kirin û ji sedî 80’yî van ji kurdan pêk tê. 

 
Platforma Koçê ya Mezopotamyayê ku Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê, Komeleya Çavdêriya Koçê, Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Penaberan û Koçê ya Çûkûrovayê û Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê di nav de cih digirin têkildarî zêdebûna koçberiya li derveyî welat li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanîstê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 1’an a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (HEDEP) Abbas Şahîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê Medya Alkan ku metna daxuyaniyê xwend bal kişand ku koçberî herî zêde li Mezopotamyayê çêbûye û wiha got: “Gelên ku li ser vê axa bi bereket û pîroz dijîn bi sedan sal in bi rastiya koçê û koçberiyê re rûbirû mane. Van koçan bandorên neyînî li ser nasname û çanda kurdan kirine.”
 
POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YÊN NEÇARÎ KOÇBERIYÊ KIRIN
 
Alkan, bal kişand ku di koçberiya gelê kurd de ji bilî sedemên siyasî û aborî bandora polîtîkayên şerê taybet jî hene û anî ziman ku bi polîtîkayên şerê taybet ê ku bi dirûşmeya “Ya jê hez bike yan jî derkeve” tên meşandin zext li civakê tên kirin û qadên jiyanê hatine tengkirin. Alkan, diyar kir ku bi polîtîkayên “qirêj” ên tên meşandin mirov neçarî koçberkirinê hatine kirin û pêla koçberiyê ji sala 2015’an ve zêde bûye. 
 
DI 9 MEHÊN EWIL ÊN SALÊ DE 51 HEZAR KOÇ 
 
Alkan, da zanîn ku serlêdanên ji bo îltîcaya li Ewropayê di sala 2016’an de hatin kirin 9 hezar û 675’in, di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de derketiye 51 hezar û 415’an û anî ziman ku her meh nêzî 6 hezar mirovan koçî Ewropayê dikin û ji bo îltîcayê serlêdanê dikin. Alkan, diyar kir ku difikirin ku ev hejmar zêde ye û bal kişand ku ji sedî 80’yî van ji kurdan pêk tê. 
 
‘DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊMIROV BIHÊLIN’  
 
 Alkan, anî ziman ku di hawîreke ku di salên dawî de polîtîkayên ewlekariyê lê hatine zêdekirin de koçkirina bi hezaran kesan, rehet derbasbûna wan a sînoran, nîşaneya polîtîkayên koçê yên bizanebûn ku li wan tên ferzkirinin. Alkan, bi lêv kir ku bi polîtîkayên bi vî rengî bizanebûn tên meşandin re tê xwestin Kurdistanê bêmirov bihêlin, bîra mirovan ji holê bê rakirin û qala zehmetiyên mirov dema koçê û piştî koçê dikişînin kir. 
 
‘TÊKOŞÎN PEYWÎREKE MIROVÎ YE’  
 
Alkan, anî ziman ku her cure polîtîkayên koçê yên “qirêj” ên li ser gelê kurd tên meşandin, hemû pirgirêkên gel kûrtir dike û wiha lê zêde kir: “Ev koçberiyên ku bûne mayînde xizmetê ji hêzdaran re dikin ne ji civakê re. Em ne mehkûmî koçê û koçberiyê ne. Berovajiyê wê divê em li ser axa xwe, çand, nasname û aboriya xwe ava bikin ji bo xwedî li tax, bajar, xweza û pêşeroja xwe derkevin têkoşîn peywîra me ya bingehîn a mirovî ye.”
 
Alkan, bang li partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û derdorên hestiyar ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir ku li dijî polîtîkayên koçberkirinê yên li ser civakê hatine ferzkirin rawestin, çareseriyan pêş bixin û polîtîkayên hevpar ên domdar hilberînin.
 
‘EM KURDISTANÊ ŞÎN BIKIN’ 
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî bang li kurdên derveyî welat kir ku vegerin welatê xwe û wiha got: “Divê em jiyana xwe ya azad ava bikin û Kurdistanê şîn bikin.”
 
BANGA ‘AXA XWE TERK NEKIN’  
 
Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn jî li dijî polîtîkayên koçê yên tên kûrkirin bang li herkesê kir ku vegerin ser axa xwe. 
 

Sernavên din

02/05/2024
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin