Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan

img
RIHA - Serokê Giştî yê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen diyar kir ku desthilat dixwaze barê krîza aborî deyne ser milê kedkaran û got: "Herêmên pîşesaziyê yên ji bo teşwîq û îstîhdamê hatine avakirin, veguherîne kampên koleyan."
 
Li gor daneyên ku ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ve hatine eşkerekirin 353 Herêmên Pîşesaziya Organîze (OSB)yên qeydkirî hene. Dîsa li gorî daneyên wezaretê 266 OSB dixebitin û kar û barê îstimlaqkirin û înşeatê yên 87 OSB'yan jî didomin. Li gorî daneyên Gulana 2021'ê hejmara karkerên li OSB'yan dixebitin 2 milyon 92 hezar û 209 e.
 
OSB'yên ku armanca wan a bingehîn a damezrandinê zêdekirina hilberîn û îstîhdamê ye, ji bo karkeran veguherine navendên kedxwariyê. Karkerên li Dîlok û Rihayê ku qada herî mezin a OSB'yên Tirkiye û Kurdistanê li vir in, karker bi rawestandina kar, grev û daxuyaniyên çapemeniyê li dijî neheqiyan li ber xwe didin.
 
ÇALAKIYA KARKERÊN TEKSTÎLA OZAKÊ
 
Karkerên li Şîrketa Ozak Tekstil a li 1'emîn OSB ya Rihayê dixebitin, ji bo hevalên wan ên ji kar hatine avêtin vegerin û dawî li mobîng û zextan bê dest bi rawestana kar kirin. Karkerên ku di serê sibê tên ber cihê kar, heya bidawîbûna kar li ber kargehê disekinin. Polîsên ku hinceta biryara qedexeyê (4 roj) a Walîtiya Rihayê nîşan didin, mudaxeleyî karkeran kirin û li wan xistin. 
 
Sendîkaya Yekitiya Karkerên Tekstîl, Tevn û Çerm (Bîrtek-Sen) jî piştgiriyê dide karkerên ku 5 roj in ji serê sibê heta piştî kar li ber avahiya kar disekinin û daxwaz dikin ku daxwazên wan bên qebûlkirin. 
 
Serokê Giştî yê Birtek-Senê Mehmet Turkmen, pirsgirêkên karkeran û daxwazên wan ên bingehîn nirxandin.
 
BI HEQDESTEKE PIR KÊM TÊN XEBITANDIN
 
Turkmen anî ziman ku karker li Rihayê wekî keda erzan tên dîtin û tên îstismarkirin û got ku tê xwestin ku karker di bin şert û mercên koletiyê de bixebitin. Turkmen wiha domand: “Li gelek bajarên herêmê bi taybetî jî li Rihayê karker di şert û mercên koletî û perîşaniyê de bi mûçeya herî kêm an jî bi mûçeya di biniya ya herî kêm de tên xebitandin. Ev ne tenê meseleya mûçeyan e. Hema bibêje li her kargehekê di serî de karkerên jin big iştî hemû karker rastî her cure zext û mobîngê tên. Azadiya rêxistinkirina sendîkayî ya karkeran esas nayê girtin. Karker nikarin tu mafên civakî yên wekî destûrê bi kar bînin. Ev deverên pîşesaziyê ku ji bo peydakirina teşwîq û karî hatine damezrandin, veguherşne kampên koleyan." 
 
'SÛCÊ LI HEMBERÎ KARKERAN SERBEST E!'
 
Turkmen anî ziman ku karker li dijî şert û mercên "koletiyê" yên ku hatine afirandin têdikoşin û got: "Yên ku vî bajarî, vê herêmê û vî welatî bi rê ve dibin, destûrê didin hemû sûcên li karkeran tên kirin. Dema karker ji bo mafên xwe li ber xwe didin, rastî cendirme, walî, polîs, hemû hêzên dewletê tên. Ji bo rêveberan binpêkirin û sûcên kardêran ên li hemberî karkeran serbest in, lê lêgerîna karkeran a di çaçroveyeke demokratîk de qedexe ne." 
 
Turkmen bi bîr xist ku Walîtiya Rihayê di roja 3’yemîn a berxwedana karkeran de li bajêr 4 roj qedexe îlan kiriye û got: “Ev biryara qedexeyê ya li tevahiya Rihayê bi talîmata patronê Ozakê hatiye ragihandin. Bi qedexeyê re dixwazin vîna karkerên ku ji bo mafên xwe têdikoşin bişkînin. Rojek berê jî bêyî hişyarî bi copan û mertalan êrişî karkeran kirin. Karker hatin derbkirin. Îro jî karker hatin dorpêçkirin.. Karkerên ku ji dorpêçê derketin, nahêlin vegerin qada çalakiyê. Karker nikarin pêdiviyên xwe yên tuwaletê jî bi cih bînin. Nahêlin herin mizgefta ku 100 metro wêdeyî kargehê ye jî." 
 
'DÊ BERXWEDAN BIDOME'
 
Turkmen anî ziman ku karker dê li hemberî hemû astengî û zextan li ber xwe bidin û ev tişt anîn ziman: “Dixwazin xizaniya li welêt deynin ser milê kedkaran. Ji lew re patron mezin dibin. Ev berxwedan jî îtîraza li vê yekê ye. Em dibînin ku hikûmet hemû derfetên vî welatî ji bo qezenca çend sermayedaran bi kar tîne. Mudaxeleya li hemberî karkeran jî vê yekê nîşan dide. Em dixwazin dikin ku azadiya karkeran a ji bo sendîkayê esas bê girtin, hevalê me yê ji kar hatine avêtin vegerin ser karê xwe, mobîng û zext di zûtirîn demê de bi dawî bibin û mûçeya karkerên ku li vir li ber xwe didin bi temamî bê dayîn. Heta ku ev neyên qebûlkirin em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

02/05/2024
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin