Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok

  • rojane
  • 09:02 2 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL- Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok banga ji bo danişîna doza rojnamegerên kurd kir û got: “Danişînên ji rojnamevanên herî girîng ên Tirkiyeyê Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû û Abdurrahman Gok hene. Divê xwedî li van danişînan bê derketin. Divê em ji bîr nekin ku xala sereke ya ku divê bê parastin rojnameger in."
 
Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû zêdeyî 6 meh in girtî ne. Danişînên yekem a rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe girtî ne, dê hefteya bê dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de dê danişîna Abdurrahman Gok di 5'ê kanûnê, danişîna Dîcle Mûftûoglûyê di 7'ê kanûnê û ya Sedat Yilmaz jî di 14'ê kanûnê de bê lidarxistin.
 
Hevdîrektorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, lêpirsînên der barê Yilmaz, Gok û Mûftûoglûyê de û êrişên li ser rojnamegerên kurd nirxandin û ji bo danişînên rojnamegeran bang kir.
 
LÊPIRSÎNEKE LI DIJÎ MAFÊN BINGEHÎN
 
Ok ku dozên rojnamegerên girtî ji nêz ve dişopîne, bal kişand ser lêpirsîna der barê rojnameger Yilmaz û Mûftûoglûyê de. Ok anî ziman ku ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Merhaleyên lêpirsînên Dîcleyê û Sedat ji destpêka lêpirsînê ve, ango avêtina ser malên wan, binçavkirin û desteserkirina eşyayên wan ên li mal û kargehê, li dijî mafên bingehîn in. Ger hûn bipirsin çima? Dema em hem li naveroka lêpirsînê hem jî li naveroka dozê dinêrin, em dibînin ku saziya ku Sedat û Dîcle lê dixebitîn, nûçeyên ku çêkirine, gerên wan ên li derveyî welêt ên ji bo nûçeyanû hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re wekî delîl hatine nîşandan." 
 
‘DOZÊN JIHOLÊRAKIRINA ROJNAMEGERIYÊ'
 
Ok anî ziman ku Gok, Yilmaz û Mûftûoglû ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê her rojnameger ji bo karê xwe digerin û bi çavkaniyên xwe re hevdîtinan dikin. Ev nabe sedema krîmînalîzekirin û 'terorîzekirin' saziya wan. Jixwe ev, bi tena serê xwe nabin sedemeke pêwîst a girtinê. A rast, ev doz dozên siyasî ne. Armanca van dozan, jiholêrakirina rojnamegeriyê ye. Em dikarin armanca van dozan wekî 'jiholêrakirina rojnamegeriya kurd' pênase bikin." 
 
ROJNAMEGERÊN KURD ÇIMA HEDEF TÊN GIRTIN?
 
Ok bal kişand sersedema zextên li ser rojnamegeran jî û wiha berdewam kir: “Ger em bi perspektîfa rojnamegeran lê binêrin, beriya her tiştî pirsgirêka kurd di asteke xitimîner de ye. Di navbera desthilat û tevgera siyasî ya kurd de krîzeke giran heye. Hikûmet di her firsendê de hewl dide ku tevgera siyasî ya kurd aşt bike. Ya duyan dema em behsa binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê dikin, bajarên kurdan tên bîra mirov. Piraniya binpêkirinên mafan li bajarên kurdan pêk tên. Kesên ku ji wan bajaran nûçeyan radigihînin me hene û ew jî rojnamevanên kurd in. Ev, rojnamegerên wekî Dîcle, Sedat û Abdurrahman Gok in. Mesela, eger Abdurrahman Gok ew wêneyên Kemal Kûrkût belav nekira, me yê nizanibûya ku Kûrkût kî ye û çawa hatiye kuştin. Ji bo ku binpêkirinên mafan li bara raya giştî neyên dîtin û raya giştî hay ji wan çênebe, desthilat rojnamegerên kurd wekî hedefa sereke diyar dike. Bi dîtina min, ji aliyê desthilatê ve xitimandina pirsgirêka kurd sedema vê yekê ye û ji bo ku binpêkirinên mafan ên ku zêde dibin li nava raya giştî belav nebin, rojnameger tên binçavkirin û girtin. Em dikarin van sedeman zêde bikin, lê ez wer difikirim ku ev du sedemên berbiçav in." 
 
'DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'
 
Ok anî ziman ku divê di pergala hiqûqî ya asayî de rojnameger Abdurrahman Gok, Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz demildest bên berdan û wiha got: “Ne girtin, divê rojekê jî neyên binçavkirin. Lê ji ber ku li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqî ya asayî nîn e û hiqûq êdî nayê pêşbînîkirin û pergaleke ku heta qanûnên bingehîn jî esas nayên girtine heye, em nizanin wê pêvajoyê ber bi ku ve biçe. Lê mafê van dozan ew e ku ev heval tavilê bên berdan û beraetkirin." 
 
'DIVÊ XWEDÎ LI DOZAN BÊ DERKETIN'
 
Ok, son olarak tüm ulusal ve uluslararası kurumlara çağrı yaparak, “Diyarbakır’da Aralık ayında Türkiye'nin en önemli gazetecilerinden Sedat Yılmaz, Dicle Müftüoğlu, Abdurrahman Gök’ün duruşmaları var. Bu duruşmalara sahip çıkmak ve destek vermek gerekiyor. Savunması gerekilen temel noktanın gazeteciler olduğunu unutmamak lazım” şeklinde konuştu.
 
Ok di dawiya axatina xwe de bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî kir û got: “Dê di meha Kanûnê de li Amedê danişîna rojnamegerên herî girîng ên Tirkiyeyê Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû û Abdurrahman Gok bên lidarxistin. Hewce ye ku xwedî li van danişînan bê derketin. Divê em ji bîr nekin ku xala sereke ya ku divê bê parastin rojnameger in.
 
MA/ Omer Îbrahîmoglû
 
 

Sernavên din

05/05/2024
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin