Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin

  • jin
  • 09:04 7 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Platforma Yekitiya Jinên Kurdistanê li Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Endama platformê Hevşaredara HDP'ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan bilêv kir ku ew ê xebatên xwe berfireh bikin û got:"Tu caran qasî vê demê pêwîstî bi yêkitiya jinan nehatiye dîtin. Em ê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li her çar perçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin."
 
Şandeyeke ji Platforma Yekitiya Jinên Kurdistanê, demek berê li Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ku di nava şandeyê de cih girt, destnîşan kir ku ew ê bi ruhê "Jin, jiyan, azadî"yê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyê ava bikin. 
 
'DAXWAZÊN ME DAXWAZÊN WAN BÛN'
 
Fîdan, da zanîn ku di hevdîtinan de xalên girîng hatine nîqaşkirin û wiha axivî: "Serdana me ya başûrê Kurdistanê ya ku bi şandeyeke jin pêk dihat heta hefteyekê berdewam kir. Ev şande ji HEDEP, HDP û TJA'yê pêk dihat. Di vê serdanê de me gelek sazî û dezgehên başûrê Kurdistanê ziyaret kirin. Di nav van kesan de ku me serdana wan kir, waliyê Silêmaniyê, Şehnaz Xanim, Komeleya Jinan a Zehmetkêş, saziyên jinên sosyalîst, rêveberên saziyên Goranê, parlamenterên jin ên Goranê û saziya Yekitiya Jinên Kurdistanê kir. Hevdîtinên me pir baş derbas bûn. Pêşwaziya wan pir germ bû. Nakokî û pirsên ku di hişê wan de bersiv dîtin. Daxwazên me daxwazên wan jî bûn. Armanca vê serdanê ji sê xalan pêk dihat. Yekem xala girîng tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên me bû. Yek ji şaredariyên ku qeyûm lê nehatiye tayînkirin, şaredariya me ya Silopiyayê ye. Ji bo piştgiriya bi Şaredariya Silopiyayê re, ji bo projeyên jin û zarokan, çand û hunerê me piştgirî xwest. Ew bi xwe jî pir germ nêzikî vê daxwazê bûn."
 
'XALA SEREKE AVAKIRINA YEKITIYA JINÊN KURD E'
 
Hevşaredar Fîdan bi lêv kir ku li ser bihêzkirina yekitiya jinên kurd nîqaş û pêşniyazên girîng hatine kirin û got: "Xala duyemîn jî yekitiya jinan bû. Em ê çawa karibin li her çar parçeyan yekitiya jinan ava bikin? Dema ku me ev xal nîqaş kir hişmendiya desthilatdar li her çar parçeyên Kurdistanê jî bi heman awayî li ser jinan tê ferzkirin. Li başûrê Kurdistanê bi taybetî xwekuştina jinan pir zêde bûye. Girêdayî vê nîqaş hatin kirin. Dîsa qirkirina li ser jinan çawa li Bakur tê kirin, li Başûr jî bi heman rêbazê ye. Her wiha li başûrê Kurdistanê di salên dawî de dest bi kuştina jinên şoreşger kirine. Ev suîqestên li dijî jinan hatin nîqaşkirin. Dema ku em tundiya li ser jinê dinirxînin ne tenê li bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê, ji dîasporayê bigire tevahiya cîhanê divê ku jin bi awayekî hevpar bitêkoşe. Ji bo tekoşîneke hevpar jî me xwest ku em di serî de li başûrê Kurdistanê dest pê bikin û yekitiya jinên Kurdistanê ava bikin. Di hevdîtinan de xala sereke jî ev bû. Jinên başûrî jî xwedî heman fikrê bûn û heman daxwaz jî kirin."
 
'YEKITIYA JINÊN KURDISTANÊ DÊ JI YEKITIYA KURD RE JÎ DERÎ VEKE'
 
Fîdan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tifaqa jinan û wiha domand: "Bi taybetî jî gelek hêviyên jinên başûr ji jinên bakurê Kurdistanê hebûn. Ji ber ku tevgera jinên Bakur hêviyeke mezin daye jinên Başûr. Xwestin ku hevdîtinên bi vî rengî berdewam bikin. Em dizanin ku heke yekitiya jinên kurd bê avakirin ev ê ji yekitiya gelê kurd re jî derî veke. Ev jî xaleke girîng bû. Desthilatdar herî zêde li ser axa Kurdistanê bi parçekirînê hedef digire. Di Peymana Lozanê de xwestin ku vê parçebûnê di nava kurdan de çêbikin û yên ku herî zêde ji vê para xwe girtine jin bûn. Ji bo ku bi parçebûnê gelekî ji holê rakin ev peyman hatibû îmzekirin. Jinên ku di asta cîhanî de û bi taybetî jî li çar parçeyên Kurdistanê astengiyan dijî û rastî hewledayinên tunekirinê tê pêdivî bi rêxistinkirin û yekitiya jinan heye. Heke ku em nebirêxistinkirin bin û yekîtiya jinan nebe em ê nikaribin bi ser bikevin. Ji ber wê em yekitiya jinên kurd ji xebatên jinê re jî, ji azadbûna jinê re jî û azadiya gelên bindest jî girîng dibînin. "
 
'XEBATEKE BERFIREH BÛ'
 
Adalet Fîdan, da zanîn ku weke platform ew ê di demên pêş de xebatên xwe berfirehtir bikin û got: "Ev berdewamiya xebatên avakirina Yekitiya Jinên Kurd e. Jinên Başûr di çarçoveya vê xebatê de dixwazin ku bên Bakur. Beriya niha jî hewldayineke wan a hatinê çêbû. Lê belê li ber deriyê sînor hatin astengkirin û ew vegerandin. Ev xebatên me dê berdewam bikin. Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava bi xebatên cur bi cur em ê bixebitin. Ev xebat ne ji bo carekê ye, dê berdewamiya wê bê. Lê xebateke pir berfireh bû. Ji ber wê jî jinan bi taybetî anîn ziman û gotin,'em naxwazin ku ev xebata me bi vê sînordar bimîne, em dixwazin ku ji vê xebatê encam bigirin.' Jixwe em bi xwe jî bi vê daxwazê çûn. Ev ji jinên Başûr re jî bû moral. Em ê vê xebatê bidomînin."
 
'BI RUHÊ JIN JIYAN AZADÎ EM Ê YEKITIYA XWE AVA BIKIN'
 
Fîdan, bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî pêwîst rûniştandina yekitiya jina kurd e û got ku li çar parçeyên Kurdistanê ew ê bi ruhê "jin, jiyan, azadî"yê yekitiya xwe bi xurt bikin û ev tişt got: "Di nav xebatên me de cihê her jinê heye. Li gel me ferq û cudahî nîn e. Dibe ku ev xebata me kêm jî mabe. Ev xebat dikare bê berfirehkirin. Yê ku daxwaza hevdîtinê bi me re bike em amade ne. Lê hin jinên ku bi me re ne xwedî heman fikrê bin jî em ê têkiliyê bi wan re deynin. Ji ber ku em ji azadiya her jinê berpirsyar in. Li kîjan devera dinê jinek rastî tundiyê bê û li ku fikr û ramanên wê esas neyên girtin em vê wekî pirsgirêka xwe dibînin. Ji ber wê em dixwazin ku her jin di nav vê xebatê de bin. Ev xebata me dê berfirehtir bidome. Tu caran bi qasî vê demê yekitiya jinan pêwîst nehatiye dîtin. Em ê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî'yê her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin. Pêwîst e ku jin destpêkê yekitiya xwe ava bikin û piştre jî pêşengiya avakirina kurd û Kurdistanê bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

07/12/2023
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin