Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin

  • jin
  • 11:55 7 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Polîsan bi ser mala Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk de girtibûn û îşkence kiribûn. Li ser giliyê polîsan a bi îdiaya “Bi qûşxane-tawayan êrişî me kirin”, Şahîn û Mamûk hatin girtin. Mamuk neçar ma ku zaroka xwe ya 3 salî jî bi xwe re bibe girtîgehê. 
 
Di 14’ê tîrmeha 2018’an de polîsan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser mala malbata Şahîn de girtin. Di dema serdegirtinê de endamên malbatê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Piştî serdegirtinê, 2 jê zarok bi giştî 8 kes hatin binçavkirin. Endamên malbatê di bin çavan de jî rastî tundiyê hatin. Piştre jî ji malbatê 6 kes hatin girtin. 
 
POLÎSAN GILÎ KIR
 
Polîsên ku tev li serdegirtinê malan bûn, bi îdiaya “Çêr li me kirin, bi guldank, qûşxane û tawayê êrişî me kirin” giliyê endamên malbatê kirin. Ji ber vê îdiayê, derheqê tevahiya endamên malbatê de bi îdiayên “Ji bo nehêlin peywirê bikin li ber xwe dane” û “Ji ber peywira ku dike heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” doz hate vekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê jî 33 meh û 22 roj cezayê hefsê da Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk. 
 
DAPÎR, KEÇ Û NEVÎ KETIN GIRTÎGEHÊ 
 
Doz, veguhestin Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Wanê. 2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgehê di biryara xwe de got; “Di biryarê de xeletî nîne.” Bi vê yekê re cezayê li Ayfer Şahîn û Şehrîban Mamuk hatiye birîn hat erêkirin. Piştî ku biryar teqez bûy, Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk çûn Dozgeriya Înfazê ya Wanê. Piştî ku biryar li rûyê wan hate xwendin, dayik û keça wê şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Mamuk neçar ma ku keça xwe ya 3 salî D.A. jî bi xwe re bibe girtîgehê. 
 
CARA DUYEMÎN BI ZAROKA XWE RE KETE GIRTÎGEHÊ 
 
Ajansa Mezopotamyayê, di dema karûbarên fermî de bi malbatê re hevdîtin kir. Dema Şehrîban Mamuk tiştên bi serê wê hatin vedigot, heta demekî dirêj nexwest li gel keça xwe ya 3 salî ji parkê derkeve. Zaroka ku pêlîstoka di destê xwe de qet bernedida jî ji hêla dapîr û dayika xwe ve hat hayişkirin. 
 
Di van kêliyên hestiyar de Şehrîban Mamuk serpêhatiya xwe domand. Mamuk, da zanîn ku di sala 2018’an de jî li gel zarokê xwe yê 2 salî ketibû girtîgehê û 15 mehan di girtîgehê de ma ye. 
 
Mamuk, diyar kir ku heman rewşê dîsa dijî û got tevî rastî neheqiyê hatine jî weke “tawanbar” hatine nîşandan. Mamuk, wiha domand: “Polîsan di îfadeyên xwe de gotine; ‘Bi quşxane û tawayan êrişî me kirin.’ Gelo li dijî tank, top, helîkopteran em ê çawa bi qûşxane-tawayê êrişî polîsan bikin? Ma îdiayeke wiha bi nav aqilê kê dikeve?” 
 
'JINBIRAYA MIN JI BER ÎŞKENCEYÊ JI BER ÇÛ’ 
 
Mamuk, wiha qala şeva serdegirtinê kir: “Bi megafonê bang kirin ku em derkevin derve. Dema em derketin, em li erdê dirêj kirin û îşkence kirin. Ji ber wê îşkenceyê bavê min rakirin beşa venêrîna awarte. Jinbiraya min a ducanî ku zarokê wê 3 mehî bû ji ber îşkenceyê ji ber çû. Dayika min 6 mehan xwîn divereşiya.  Nexweşxaneyan li şûna rapora derbê, rapora ‘sor bûye’ dan. Dema em di bin çavan de her serê saetê îşkence li me kirin. Ez dayika min xistin hucreyên cuda. Di şeva ewil de em tazî kirin û îşkenceyên giran li me kirin. Di hejmartina serê sibehê de 15 gardiyanan îşkence li me kirin. Min qêriyên dayika xwe dibihîstin. Dayika min xistin feleqeyê û binê piyên wî reş û şîn kiribûn. Piştre jî di heman rojê de ez birim û gardiyanên mêr jî di nav de bi giştî 15 gardiyanan îşkence li min kirin. Li erdê hatim dirêjkirin û bi copan li binê piyên min xistin. Gardiyanekî got; ‘li lingên wê nexin, li binê piyên wê bixin ku şopa wê diyar nebin.’ Piştre jî ser hişê xwe çûm. Navberekê serê min xistin nava setileke ava sar û derxistin da ku ser hişê xwe ve bêm. Bi awayeke nîvhişî ez avêtim hucreyê.” 
 
SÊ ZAROKÊN WÊ HENE
 
Bi domdarî Mamuk diyar kir ku yek jê 13 salî, yek 10 û yê din jî 3 bi giştî 3 zarokên wê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên min niha diçin dibistanê lê êdî dê nema bikarin biçin. Xesûya min bêçare ye û nikare li zarokên min binêre. Dayika min jî dê li gel min bikeve girtîgehê lewma kesekê li wan binêre tune ye. Kurê min got dê serê sibehê neçe dibistanê. Zarokên min bi rojane digirîn. 10 meh û 13 roj cezayê min heye û tenê yek roj jî ji bo zarokê min pir e. Ez keça xwe ya 3 salî jî bi xwe re dibim girtîgehê. Ev, neheqiyeke pir mezin e. Em rastî neheqiyeke pir mezin hatin û dixwazim ev neheqî bi dawî bibe.” 
 
Ayfer Şahîn ku dê li gel keç û neviya xwe bikeve girtîgehê jî bertek nîşanî biryara dadgehê da. Şahîn, got: “Yên ku ceza li me birîn, bila li dîmenên wê şevê hatine kişandin binêrin û temaşe bikin. Îşkence li me hate kirin.” 
 
'DIVÊ KESEK VÊ QEBÛL NEKE’
 
Şahîn, got ku polîsan bi pora wê girtine, li erdê hatiye kaşkirin û wiha pê de çû: “Ez li wir bi ser hişê xwe çûm. Dema min çavên xwe vekirîn li nexweşxaneyê bûm. Di dema binçavkirinê de serê her saetê em dibirin îşkenceyê. Dema em dibirin girtîgehê, du jê zilam du jî jin çar gardiyana îşkenceyên giran li min kirin. Ez li wir ser hişê xwe çûm û dema hişyar bûm, min dît ku binê piyên min werimî ne. Ji wê rojê heta niha êdî nikarim bi tena serê xwe biçim cihekî. Bêyî ku sûc û guneheke me hebe ceza li me hate birîn. Dibêjin ku me bi qûşxane û tawayê êrişî polîsan kiriye. Lê tevî ku me xwest li şopa dest binêrin jî dadgehê ev yek lêkolîn nekir. Kamera hebûn, me dîmen xwestin lê nedan. Vê derhiqûqtiyê ne ez, ne malbata min, ne mirov ne jî xwedê qebûl dike. Ez, keça min û neviya min a 3 salî bi hev re dikevin girtîgehê. Divê tu kes vê qebûl neke.” 
 
BI POŞETÊ PÊLÎSTOKAN ÇÛ GIRTÎGEHÊ
 
Ayfer Şahîn, keça wê Şehrîban û neviya wê ya 3 mehî xatira xwe ji endamên malbatê xwestin û derbasî Dozgeriya Înfazê bûn. Zaroka 3 salî, di destê wê de poşetê pêlîstokê kete girtîgehê. Ayfer Şahîn dê 8 mehan û keça wê Şehrîban jî 10 mehan di girtîgehê de bimîne. 
 
DERHEQÊ DOZÊ DE
 
Di 14’ê tîrmeha 2018’an de li Kolana Eres a Taxa Yalimerez a Wanê bi ser malekê de hate girtin, pevçûn derket û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji 3 polîsên birîndar yek jê li nexweşxaneyê mir. Piştî pevçûnê ji heman malbatê 2 jê zarok bi giştî 8 kes hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê û piştre de hatibûn derbkirin. Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi endamên malbatê re hevdîtin kiribûn, rapora îşkenceyê amade kiribûn û bi raya giştî re parve kiribûn. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji endamên malbatê serê F. Şahîn ê 16 salî hatiye şikandin, 15 polîsan lê xistiye û li gel li Şaxa Zarokan di bin çavan de bû jî hinek kesên li derveyî vê şaxê her tim hatine cem wî, derb kirine û pirs jê kirine. 
 
Parêzerên malbatê ji ber sûcê “Peywira xwe xerab bi kar anîne”, derheqê 66 polîsan de serlêdana sûc kiribûn. Serdozgeriya Komarê serlêdan qebûl kir, ji Walîtiya Wanê re nivîs şand, destûra lêpirsîna derheqê 66 polîsan de xwest lê walîtiyê ev daxwaza red kir. Walîtiyê ji bo îşkenceyê got; ‘hêzên ewlekariyê li gorî erka qanûnan daye wan, bi awayeke rûtîn û bêyî ku sînor derbas bikin hêz bi kar anîne.” Bi vê îdiayê jî destûra lêpirsînê neda. -
 
Li ser vê yekê, parêzerên malbata Şahîn serî li Dadgeha Îstînafê ya Erziromê dan. Lê belê îstînafê jî ev serlêdan red kir. Piştre jî parêzeran serî li AYM’ê dan. Derheqê malbata Şahîn de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “heqaret li peywirdarên cemaweriyê kirine” û “Ji bo nehêlin peywira xwe bikin li ber xwe dane” doz hate vekirin. Di çarçoveya dozê de li dayik û keça wê 33 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Biryar, li îstînafê hate erêkirin. Endamên malbata Şahîn ku di 12’ê tîrmeha 2018’an de hatin girtin, di 6’ê kanûna 2019’an de hatibûn tehliyekirin. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

10/12/2023
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:46 Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike
13:18 Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin
13:13 Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
12:30 Ji 733 fezlekeyan 512 jê der barê parlementerên HEDEP’ê de ne
11:23 Li Soran sê roj şîn hate ragihandin
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de didome
09:28 Ji bo Zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ li Enqereyê hevdîtin hatin kirin
09:23 Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin
09:15 Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin
09:12 Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin
09:03 Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin
09:01 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:59 Cenazeyê zaroka di çem de hatibû ditîn hate veşartin
08/12/2023
20:19 Êrişî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin
19:51 Ji Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Bakirhan li Stenbolê hin serdan
19:19 Girtiyê ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket bi dirûşmeya 'bijî berxwedana zindanan' hat pêşwazîkirin
16:50 Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li Wanê rêzeçalakî bên lidarxistin
16:50 Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bersiva Îmraliyê da HEDEP’ê
16:20 Dadgehê projeya HES’ê ya Geliyê Zîlanê da sekinandin
16:12 Xwê, lîmon û şekir nadin girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne
15:58 Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Bîlîcî ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hate girtin
15:44 Hatîmogûllari: Girtiyên di greva birçîbûnê de doza azadiya Ocalan dikin
15:23 DÎSK dê li 11 bajaran meşan li dar bixe
15:18 Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî
15:06 Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’
15:06 Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî
14:54 Altiparmak: Otorîteyên populîst hiqûqê weke amûr bi kar tînin
14:16 Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e
09:53 Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir
09:29 Rojnews: 45 roj in rojnamevan Silêman hatiye revandin!
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
09:27 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne
09:26 Dê biryara ATK'ê ya der barê Makbûle Ozerê de rê li ber gelek mirinan veke
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in