Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir

  • rojane
  • 16:27 9 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Şandeya Jinan a Navneteweyî ya ku ji parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl ên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ziyaret kirin. Parêzeran di serdanê de diyar kirin ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke rêber dibînin û anîn ziman ku 33 meh in agahî ji Ocalan nayên wergirtin. 
 
Şandeya Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku ji gelek welatên Ewropayê parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de hene, hatin Tirkiyeyê. Heyet têkildarî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wê du rojan hevdîtinan pêk bîne. Heyeta ku dê rêze serdanan pêk bîne, ewil Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ziyaret kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî beşdarî civînê bûn.
 
Di hevdîtina bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re, heyet derbarê rewşa dawî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de ne agahî girt. Di hevdîtinê de parêzeran li ser cezayên dîsîplînê yên keyfî yên ku li Abdullah Ocalan tên birîn, şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê, biryarên dawî yên qedexekirina parêzeran û derbarê hewldanên xwe de axivîn.
 
'SEDEMÊN CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ VEDIŞÊRIN'
 
Ji parêzeran Emran Emekçî axivî û diyar kir ku 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nagirin û got: "Sedemên qedexeyên hevdîtina parêzeran û cezayên dîsîplînê ji me veşartiye. Li gorî qanûnê ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bê qedexekirin divê hevdîtinên parêzeran bi belge bên îspatkirin. Qedexeya dîtina parêzeran bêyî bingeheke hiqûqî heye. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê vîna Abdullah Ocalan bişkînin û wî bixin nava mafên takekesî. Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina mafên kurdan ên komên navneteweyî li ber xwe dide."
 
'BILA TECRÎD JI RAYA GIŞTÎ RE BÊ RAGIHANDIN'
 
Parêzer Îbrahîm Bîlmez jî da zanîn ku gelê kurd Abdullah Ocalan wekî rêberekî dibîne û wiha axivî: "Berê jî ji bo Birêz Ocalan gelek kampanya hatin li dar xistin. 10 milyon û 328 hezar û 623 îmzeyên ku di çarçoveya Kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' ya li çar aliyê cîhanê tê meşandin de hatin komkirin radestî Konseya Ewropayê hatin kirin. Ji ber ku beşeke mezin a gelê kurd bi Ocalan bawer e. Dewlet jî vê yekê dizane û gelek caran li ser maseya fermî hevdîtin pêk anîne. Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn firsendeke mezin e. Birêz Ocalan ji sala 1993’yan ve hewl dide pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bike û gelek caran agirbestên yekalî pêk aniye. Birêz Ocalan jî mirovekî pir maqûl e. Ew têdigihîje ku meseleya dermankirinê çiqas tevlihev e û ew bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Tevî van şert û mercên tecrîdê jî ji bo aştî û çareseriyê xebat kir. Tevî van hemûyan jî Gelê Kurd li pişt Birêz Ocalan e û di zane ku nêzîkbûna birêz Ocalan nêzîkatiya li Gelê Kurd e. Ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiye û Kurdistanê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ev rewş me xemgîn dike. Em kêfxweş in ku heyeta li vir heye. Daxwaza me ew e ku tecrîd ji raya giştî re bê ragihandin."
 
'BIRÊZ OCALAN HER TIM JI BO ÇARESERIYÊ AMADE YE'
 
Parêzer Rezan Sarica jî da zanîn ku di agahî negirtin mirovan dixe nava fikaran û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Birêz Ocalan ger bizane ku heyeteke jin li vir serdana wî dike dê pir kêfxweş bibûya. 33 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê. Ev ji bo me sedemek ciddî ye ku em bi fikar in, lê ez dixwazim rewşa wî ya sala 2019'an parve bikim. Got ku 'Ew her tim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade ne'. Derbarê krîza ku civak tê de ye de pêşniyarên xwe kirin. Helwest û vîna wî bawerî û hêviyek mezin da. Helbet ev yek di civakê de jî derket holê. Her wiha grevên birçîbûnê yên wê demê bi bangên wî bi dawî bû. Ji ber ku xeta wî ya siyasî li ser felsefeya jiyanê ye. Birêz Ocalan her tim ji bo çareseriyê amade ye."
 
'LI SER ESASÊ AZADIYÊ PIRSGIRÊKA JINÊ DIGIRE DEST'
 
Sarica, destnîşan kir ku nêzîkatiya Abdullah Ocalan a li pirsgirêka jinê li ser esasê azadiyê ye û anî ziman ku ew pirsgirêkên jinan weke sedemeke mezin a têkoşînê dibîne û wiha bi lêv kir: “Mînak di mijara bûkên zarok de gotibû ez ê 10 şoreşan bikim. Ji bo jin di nava şert û mercên wekhev de bijîn di nava têkoşîneke mezin de bû. Li ser pirsgirêkên heyî yên wê serdemê jî meraq dikir. Girîngiya ku wî dida têkoşîna azadiya jinê ji ber ku weke her tim di rojeva sereke de bû, balkêş bû."
 
'DI ŞERT Û MERCÊN DIJWAR DE PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ AVA KIR'
 
Parêzer Raziye Ozturk jî bal kişand ser paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Birêz Ocalan teqez dixwest jin di pozîsyona pêşeng de cih bigirin. Bi veguhertina vê zihniyeta ku afirand, li Kurdistanê şoreşeke derûnî ya cidî afirand. Di wan şert û mercên dijwar de jî paradîgmaya azadiya jinê ava kir. Paradîgmaya ku li dijî vê pergalê derdixe pêş, bi taybetî bi pîvana wê ya jinê, li her derê tê jiyîn."
 
Piştre hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
Şande dê piştre biçe serdana Jin bi Hev re bi Hêz in, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV ), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Dayikên Şemiyê. 

Sernavên din

12/12/2023
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin