Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be

  • rojane
  • 09:02 12 Kanûn 2023
  • |
img

STENBOL - Malbatên girtiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, gotin "Dibe ku sibê dereneg be" û bang li her kesî kirin ku li dijî tiştên diqewimin dengê xwe bilind bikin. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyan ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de hat destpêkirin, di roja 16’an de didome. Malbatên ku piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, anîn ziman ku çi ji destê wan bê dê ji bo zarokên xwe bikin. 
 
Birayê girtiyê bi navê Îsa Îpeklî yê li Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê Alî Îpeklî diyar kir ku 3 roj berê çûye cem birayê xwe. Îpeklî da zanîn ku girtiyan ew û birayê wî di heman qawîşê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Îpeklî got: “Heke heta meha sibatê ji birêz Ocalan xeber neyê girtin, girtî wê bi biryardarî çalakiya xwe bênavber bidomînin. Di heman demê de herî zêde hêviya girtiyan ji derve heye. Em malbat çi ji destê me bê em ê bikin. Îpeklî da zanîn ku daxwaza girtiyan rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ye."
 
'EM LI GEL BIRYARA BIRAYÊ XWE NE'
 
Alî Îpeklî 
 
Îpeklî diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara birayê xwe û got ku ew jî di girtîgehê de maye û li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Îpeklî anî ziman ku li dijî bêhiqûqiyê girtina ketina greva birçîbûnê mafekî bingehîn ê girtiyan e û wiha got: “Greva birçîbûnê mafê bingehîn ê girtiyan e. Ji bilî bedena wan tiştekî wan tune. Ew hewl didin bi bedena xwe bersivekê bidin vê xitimandinê." 
 
Îpeklî diyar kir ku birayê wî di salên 2018-2019’an de jî li Girtîgeha Kirikkaleyê ketiye greva birçîbûnê û got: “Birayê min wê demê zihîf bûbû, bûbû 35 kîlo. Di greva birçîbûnê ya wê demê de encamek qismî hat bidestxistin. Bi Ocalan re hevdîtin pêk hat. Lê belê di demên pêş de bi hincetên bêhincet cezayên disiplînê wekî hincet nîşan dan û li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran sepandin." 
 
‘TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE'
 
Îpeklî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Îpeklî, qala zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku bi tecrîdê re zêde bûne kir û wiha pê de çû: "2 girtiyên bi birayê min re di heman qawîşê de 32 sal in di girtîgehê de ne. Tevî ku cezayên van girtiyan bi dawî bûye jî, înfaza wan hatiye taloqkirin û ne diyar e dê kengî bên berdan. Em vê pêvajoyê dibînin û şahid in. Derdê me ev e; di grevên birçîbûnê yên berê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû. Em xizmên wan, naxwazin careke din karesateke wiha çêbibe. Ger ku vê carê pêvajo veguhere greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, wê bi dehan û bi sedan girtî di girtîgehê de bimirin."
 
‘EM AGAHIYÊ JÊ NAGIRIN'
 
Kûmrû Algul
 
Kûmrû Algul, xwişka girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jî tecrîda li Îmraliyê bi bîr xist û got: “Tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan heye. 3 sal in me xeber jê negirtiye. Tu agahiyê nadin parêzerên wî."
 
'DIBE KU SIBÊ BI DERENGÎ BIKEVE'
 
Akgul, diyar kir ku girtiyan li dijî nexebergirtinê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got ku divê xwedî li girtiyan bê derketin. Akgul ku got “Îro dibe ku zû be, lê sibe dibe ku bi derengî bikeve" wiha domand: “Divê êdî ji girtîgehan darbest dernekevin. Zarokên me li girtîgehan dikujin, dû re wekî xwekuştinê didin der. Em xizmên girtiyan divê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Êdî bes e. Ger em mil bidin milê hev, dê kes nikaribe rê li ber me bigire. Ez piştgiriyê didim berxwedana dayikên Nobeda Edaletê yên li Wan, Îzmîr û Amedê."  
 

Sernavên din

12/12/2023
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin