Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?

  • rojane
  • 11:46 12 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat gotin ku sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat ku li gorî îdiayê gotiye; “Li gundê min çendek terorîst mane dê wan jî paqij bikim”, pêdankerê cînayeta rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun e. 
 
Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li çoltarê Deştoltê rastî êrişa çekdarî ya 4 kesan hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Gun, ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.
 
AMBARGO DANÎN SER MALBATÊ
 
Hat îdiakirin ku Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat li ser pêdankeriya sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat, Ahmet Gun qetil kirine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; demekî kin berê di maçeke sehaya xalîçeyan a li bajarokê de di navbera ciwanan de şer nîqaş derket û ev nîqaş veguherî şer. Bûyer mezin bû û malbat ketin dewrê. Li ser vê yekê rûspiyên bajarokê hewl dan silha malbatan bikin. Hat îdiakirin ku sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat ev hewl dan red kir û ji cerdevanên girêdayî xwe re gotiye “herin hesabê bipirsin” û bi vê yekê re Ahmet Gun û malbata wî hedef nîşan daye. Ji ber gefên malbata Babat, zarokên Ahmet Gun ne li Sêgirkê lê perwerdeya xwe li Qileban a 18 km’an dûr domandin. Her wiha hat gotin ku ji ber zextan, li bajarokê ambargo danîne ser malbata Gun. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Şeyhmûz Babat gefa “Hûn dê tu tiştekî nefiroşin vî kesî” li esnafan û ya “Tu kes dê pê re neaxive, heta silavê jî nedinê” jî li xelkê bajarokê xwariye. Her wiha hat gotin ku Babat nehiştiye ku malbata Gun pezê xwe tevî birê pezê xelkê bajarokê jî bike. Ji ber van zextan, gelek ciwanên ji malbata Gun ji neçariyê çûn bajarên cuda. Hat ragihandin ku xelkê bajarokê jî ji qetilkirina Ahmet Gun, Şeyhmûz Babat berpirsyar dibîne. 
 
EV NE ÊRIŞA EWIL E! 
 
Şeyhmûz Babat di heman demê de Şaredarê Sêgirkê yê AKP’ê ye û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de êrişa li dijî Parlamenterê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ê Şirnexê Hasîp Kaplan û endamên partiyê dabû kirin. Şandeya DTP’ê di 10’ê adara 2009’an di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema diçûn Qilebanê, di ketina bajarokê Sêgirkê de rastî êrişa çekdarî û bi keviran ên ji hêla Babat ve hatibûn organîzekirin hatibûn. Wesayîta DTP’ê ya hilbijartinê jî xesareke mezin gihiştibûyê û nema dikarî bê bikaranîn.  
 
SOZA KU BABAT DA YE WALÎ
 
Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê Cevdet Atay demekî kin berê bi Şeyhmûz Babat re hevdîtin kir. Li gorî îdiayê, Babat di hevdîtinê de endam û rêveberên DEM Partiyê hedef girt û ev soz da: “Li gundê min çendek terorîst mane. Ez ê wan jî paqij bikim.” 
 
ŞEYHMÛZ BABAT KÎ YE?
 
Navê vî sercerdevanê berê di salên 1990’î de bi şewitandina gundan û cînayetên kiryarnediyar hate bihîstin. Gelek caran cil û bergên HPG’iyan li xwe kir û li herêmê digeriya. Demekî dirêj sercerdevantî kir û di sala 1999’an de bû şaredarê Partiya Dogru Yolê, di sala 2004’an de jî bû şaredarê AKP’ê yê bajarokê. Ji ber nelirêtiyên kirî, neçar ma ku ji bajarokê bireve. Lê piştre dîsa vegeriya. Navê wî bi cînayet û bêusûltiyan tê zanîn. Sûcên li dijî gelê kurd kirine qebûl kir û di 14’ê sibata 2014’an de tevî xizmên xwe yên cerdevan bi merasîmekê tev li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû. Piştî ku îktîdar dîsa li konsepta şer vegeriyayî, dîsa berê xwe da AKP’ê. Di heman demê de ji Heftanînê heta Herêma Besta û Çiyayê Cûdî, serkêşiya tevahiya qirkirina xwezayê jî ew dike. Di heman demê de îhaleya gelek qereqol û kalekolên li ser sînorê Qileban û Herêma Federe ya Kurdistanê de tên çêkirin jî ew digire. 
 

Sernavên din

12/12/2023
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin