Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin

  • rojane
  • 14:46 12 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Abdurrahîm Gun ku di êrişa cerdevanan de bavê wî Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe birîndar bû, diyar kir ku dema êzing kom dikirin cerdevanan ji wan re gotine; “ji vir herin” û piştre jî gule li wan reşandine. 
 
Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li gundê Talokayê rastî êrişa çekdarî hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Gun, ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.
 
Gun ê ku ji lingê xwe birîndar bû, hate emeliyatkirin. Rewşa wî ya tenduristiyê baş dibe û dê hefteyekê de di bin kontrolê de be. Gun, têkildarî bûyerê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Gun, diyar kir ku li gel bav û pismamê xwe ji bo komkirina êzingan çûne gundê xwe û wiha qala bûyerê kir: “Di wê navberê de cerdevan Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat hatim cem me. Gotin; ‘Ev der a we nîne, ji vir herin.’ Her wiha gef li me xwarin. Lewma di navbera me de rageşî derket. Di vê navberê de berê çekan dan me û gule reşandin. Bavê min li wir jiyana xwe ji dest da û ez jî ji lingê xwe birîndar bûm.” 
 
CENDIRME 20-30 DEQE PIŞTRE HATIN CIHÊ BÛYERÊ 
 
Bi domdarî Gun da zanîn ku piştî êrişê pismamê wî Mahmût Gun li komên Tenduristiya Lezgîn a 112’ê geriyaye û ev tişt anî ziman: “Bi qasî 20-30 deqe piştre jî cendirme hatin cihê bûyerê. Rêya gund xerabe lewma ambulansê nekarî were. Cendirmeyan em ji wir birin û heta cem ambulansê birin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatim tedawîkirin û piştre sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatim kirin. Li vir hatim emeliyatkirin. Ji ber birîndariyê, di lingê min de parçebûn çêbûye. Dê hefteyekê di bin kontrola bijîşkan de bim. Piştre dê dîsa li piyê min binêrin. Dê wê demê rewş diyar bibe bê ka zirar gihiştiye demaran an na.” 
 
Di berdewamê de Gun got ku têkildarî êrişê heta niha jî îfadeyên wan nehatine girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Tenê di saetên serê sibehê de du polîsên sivîl hatin nexweşxaneyê û ji min pirsa ‘kê ev êriş pêk anî? Gelo hûn wan nas dikin?’ kirin.” 
 
MA / Mehmet Guleş 
 
 

Sernavên din

16/05/2024
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne