Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin

  • rojane
  • 09:26 13 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Malbatên beşdarî Nobeta Edaletê bûne, ji bo yekitiya li dijî tecrîdê bang kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, ket roja 17'an. Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alikari ü Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUHAY-DER) di 4'ê kanûnê de bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê hat destpêkirin jî, didome. Malbatên ku li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê çalakiya xwe berdewam dikin, diyar kirin ku divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê û gotin ku rêya aştiya civakî di Îmraliyê re derbas dibe.
 
‘DÊ BERXWEDANA ME BIDOME'
 
Fîlîz Ûyar ku dayika girtiyê bi navê Metîn Ûyar ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê girtin e û di koma duyemîn a grevên birçîbûnê de cih girt, diyar kir ku li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin. Ûyar, anî ziman ku bi bidawîbûna tecrîda Îmraliyê re dê pirsgirêk bi dawî bibin û got: “Ji bilî aştî û edaletê tu carî daxwazeke me nebû. Lê li vî welatî edalet nîn e. Ez ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyan li vir im. Em li ber xwe didin û em dayik em ê berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin hemû gelê me, bi taybet hemû malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiyan. Werin em destên xwe bidin hev û azadiyê mîsoger bikin. Azadî bêyî yekitî, bêyî mil bi mil pêk nayê. Heke yekitî pêk were dê tecrîd bê şikandin."
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA YEKITIYÊ
 
Dayika Cafer Kaçan ê 9 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye Huriye Kaçan diyar kir ku ji ber zextên li girtîgehan û girankirina tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kirine û got ku divê gelê kurd li dijî polîtîkayên tecrîdê yekitiya xwe pêk bîne. Kaçan, bertek nîşan da ku 33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: "Em daxwazin hevdîtin bi Serok re bê kirin ku ev mafê herî xwezayî yê hemû girtiyan e. Ez dixwazim tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bibe û aramî çêbibe. Çendî kurê min zarokê malê yê tenê be jî, divê wekî girtiyên din li ber xwe bide, canê wî ji yê kesî ne bi qîmettir e. Divê gelê me yekîtiyê pêk bîne û tecrîdê bişikîne. Divê gelê me êdî li hemberî van bûyeran bêdeng nemîne û her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Divê her kes piştgiriyê bide girtîgehan û ji bo çareseriyê tevbigere."
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Ji jinên serdana Nobeta Edaletê kirin Devlet Çîftçî jî xwest ku hemû malbatên girtiyan, dayik û kesên xwedî wijdan ên li Wanê dijîn beşdarî çalakiyan bibin û ji bo çareseriyê piştgiriyê bidin. Çîftçî, wiha domand: "Divê îro bi sedan kes li vir bûna. Diviyabû li qada nobetê cih nemana. Dayikên xwedîwijdan ên li Wanê neçar man li dijî van hemû bûyeran li ber xwe bidin. Ger em wekî dayikan piştgiriyê nedin vê çalakiyê, tu kes wê piştgiriyê nede. Barê herî giran dikeve ser milê dayikan, divê her kes vê berpirsyariyê bi cih bîne. Divê em bi têkoşîna hevpar Rêberê xwe azad bikin. Mifteya aştiyê li Îmraliyê, di destê Rêberê me de ye. Ger Rêber Ocalan azad bibe wê aştî û aramî pêk were. Divê em destê xwe bidin hev û vê tecrîdê bişikînin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Heta em bi hev re li ber xwe nedin, em ê bi ser nekevin."
 
Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê navçeya Elbakê Şahîn Dîlara ku serdana Nobeta Edaletê kir, diyar kir ku tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku divê tecrîd bi temamî bê rakirin. Dîlara got: “Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Bê birêz Ocalan aştî pêk nayê. Kurd ne yên berê ne ku serî bitewînin. Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û aştiyê bidomînin, berdêla wê çi dibe bila bibe. Ji bo aştî û biratiyê divê muzakere bên destpêkirin. Em naxwazin ciwanên me yên di girtîgehê de bi mirinê derevin û divê demildest aştî pêk were. Em silavên xwe ji hemû girtiyan re dişînin. Em diyar dikin ku ew ne bi tenê ne û bi çalakiya wan li cem wan in."
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

16/05/2024
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne