Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye

  • rojane
  • 16:18 26 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku rapora taybet a ku saziya lêkolînê ya AKP’ê SETA’yê amadekiriye bingeha “Plana Çokdanînê” ye û anî ziman ku ji ber destkeftiyên hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an gihiştine wê hêzê ku bandorê li siyaseta Tirkiyeyê bikin, desthilatê dest bi planê kir. 
 
Danişîna Doza Kobanê li eywana Kampusa Girtîgeha Sîncanê bi parastina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş a têkildarî esasê berdewam kir. Parêzerên dozê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û parêzerên dosyayê tev li danişînê bûn. 
 
Serokê dadgehê bi hinceta bi “rapor e” tev li danişînê nebû, dadgerê endam ji şandeyê re serokatî kir. 
 
‘HEWLDAN BI RÊYA MIN XETA HDP’Ê ANALÎZ BIKIN’ 
 
Demîrtaş, bi gotina “Em di nava dozeke komployê de ne” dest bi parastina xwe kir û got: “Bi rêya min hewl dan xeta HDP’ê analiz bikin. Pesindayîn an jî hîcîw li aliyekî li gorî xwe xebateke wisa ya zanîstî bi rê ve birin. Ev rapora hûn dibînin ji aliyê saziya lêkolînê ya AKP’ê, SETA’yê ve ji Serokkomariyê bi taybetî hatiye amadekirin. Ji bo pesnê partiya me, min û polîtîkayên me bidin nehatiye amadekirin. Heta ku Huseyîn Alptekîn ji bo ku em werin girtin û weke kujer bên binavkirin peywîrdarekî şerê taybet ê hema bêje her şev derdikeve televizyonan. Bi vê raporê re ji dewlet û desthilatê re gotine ku ‘Demîrtaş û HDP tê, hûn di ferqa xetereyê de ne.’”
 
‘EV RAPOR RAPORA KU AKP ME WEKE GEFEKÊ DÎBÎNE YE’ 
 
Demîrtaş, anî ziman ku rapora ku beriya deh salan hatiye amadekirin, bingeha komplo û “Plana Çokdanînê” yên li dijî partiya wan e û wiha berdewam kir: “Ji vê dozê, dadgehan, darazê û medyaya AKP’ê re bingehek hatiye çêkirin. Îdianame ev rapor e. Ev rapora ku beriya 10 salan hatiye amadekirin bingeha komplo û plana çokdanînê ya li dijî partiya me ye. AKP me weke gefekê dibîne. Ev rapor ew e. Bi vê raporê sînorkirî man, tişta pêwîst kirin? Ji ber fareseta kir ku niha weke bersûcekê li hemberî we me ev feraset e, ka em binêrin çawa berdewam kiriye? Demekî kurt piştî wê raporê komkujî û birîndarkirinên Kobanê yên piştî dagirkirina DAIŞ’ê ya Kobanê hatin bûn mijara sûcên di îdianameyê de. Bawerim ev rapor ji korîdorên tarî yên dewletê hatin derxistin û dihate fikirîn ku firseneke mezin hatiye bidestxistin. Çawa hate fikirîn? Ewilî ez ji we re bibêjim ku ka di medyaya sereke de çawa dihate fêmkirin. 
 
PIRSA AHMET HAKAN PIRSÎ DOZGEREKÎ JÎ NEKARÎ BIPIRSE
 
Ez ê ji Ahmet Hakan ê yek ji nivîskarên Hurriyetê ku weke amîralê keştiyê yê wê serdemê dihate binavkirin bixwînim. Di 6’ê cotmehê de HDP’ê tweetek parve kiriye, ez ê ji nivîsa Ahmet Hakan a di 7’ê cotmehê de hatiye weşandin bixwînim. Ez ê pişt re ka nivîskar û çapemeniya din çawa nêzîk bû vebêjim. Ahmet Hakan dibêje ku ‘em şewitandina wesayîtan, kuştinan û şewitandina bajaran rewa nabînin’. ‘Lê heke em DAIŞ’ê weke tevgereke hêrsê bifikirin, em neçarin hêrsa ku îro derketiye holê fêm bikin. Dê ya bibe li aştiyê bibe, hêrsa ku îro bi Kobanê re derket holê fêmnekirin. Ez bang li hikumetê dikilm, ma gelek zehmet e ku bangeke dilovaniyê bike? Çi dikin? Ditirsînin, hêzê nîşan didin, fêm nakin. Nîşaneyeke dilovaniyekê, empatiyekê nîne. Madem hûn da bibin Tansû Çîller, çima hûn bi gotina ‘em cuda ne’ derketin holê’. Ahmet Hakan di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje ‘Em mafekî teslîm bikin. Bêyî ku guleyek were avêtin, Mûsûl a 3 qatan ji Kobanê mezin tir teslîm bû, lê 22 roj in li Kobanê berxwedaneke efsanewî tê dayîn’ Vê Salih Muslim bibêje hûn ê bibêjin ‘terorîst’ lê vê yekê Ahmet Hakan dinivîse. Dîroka nivîsîna vê nivîsê 10’ê cotmeha 2014’an de ye. Wê demê hewayekî wisa heye. Ahmet Hakan didomîne û dibêje ‘Walî dibêje kes bi guleya polîsan nehatiye kuştin…’ Li ser vê yekê derbarê Ahmet Hakan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin elbet divê neyê destpêkirin. Ahmet Hakan di 10’ê cotmehê de pirsî ye ‘polîsê ku weke bijî DAIŞ dirûşm berz kiriye kî ye?’ Lê dozgerekî/ê ev pirs nepirsî ye. 
 
Wê rojê nebû lê îro alîgire Ahmet Hakan. Wan rojan kezeb xwaribû û rastî dinivîsandin. Dirêj dirêj eleqeya kurdan a Kobanê dinivîsî. Ahmet Hakan ne kesê pispor e lê ji bo ku feraseta wê serdemê vebêjim van dixwînim. Wê demê feraset ev bû û hûn 10 sal in hewl didin feraseteke berovajiyê vê biafirînin. Wê rojê hewayekî ku kurdan û HDP’ê fêm bikin hebû. 
 
Nivîsa wî ya bi dîroka 21’ê cotmehê. Ahmet Hakan wiha dibêje ‘Kurd nebêjin Bijî Obama çi bêjin? Dema ku bombe li ser Kobanê dibarîn Tirkiyeyê çi kir? Temaşe kir û got ha dikeve ha dê bikeve. Du rêxistinên terorê ji me re gotin çi? Gelo Amerîkayê çi kir? Ji bo ku ketina Kobanê asteng bike, bombe barandin. Bi PYD’ê re hevkarî kir. Çek dan PYD’ê. Kurd nebêjin Bijî Obama çi bêjin? Ji bo ku bêjin bijî Tirkiye divê Tirkiye çi bike’ û dibêje ‘PYD ne rêxistina terorê ye’. Bi salan hat nivîsîn ku YPG ne rêxistina terorê ye, ez ê van bibêjim. Peyman hatin çêkirin.”
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ME TETÎKKÊŞ ABDÛLKADÎR SELVÎ DAN DESTPÊKIRIN 
 
Demîrtaş, da zanîn ku êrişên li dijî HDP’ê cara ewil bi nivîsa Abdûlkadîr Selvî ya bi serenavê “Çareserî ewqas girîng e ku ji rehma Qendîlê re neyê hiştin” a di 8’ê cotmeha 2014’an de nivîsî dest pê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di medyayê de lêgerînek kir, di 6-7-8’ê cotmehê de tu rexne li HDP’ê û Demîrtaş nehatine kirin. Bangên hestiyariyê hene, nûçeyên têkildarî xebatên me bi hev re meşandine hene. Nûçeyên ku têkildarî xwendina min a banga ji Ocalan hatiye hene. Piştî ku di 6’ê cotmehê de ev tweet hatin parvekirin jî rexne nînin. Lê di vê mijarê de kesê ku cara ewil tetîkkêşiyê dike Abdûlkadîr Selvî ye. Abdûlkadîr Selvî beriya 9 salan derbarê min de nivîsand û pişt re ev hatin. Bi îhtimaleke mezin gotin, 'Firsendeke me heye, rapora me heye ku Demîrtaş û HDP çiqasî xetere ne' û di 9'ê Cotmeha 2014'an de Selvî bi nivîsa xwe hedef nîşan da. Di nivîsa xwe de îdia kir ku Demîrtaş ciwan vexwendina kolanan û qada şer. Heta wê nivîsê îdiayek tenê jî nîne. Ev hevok ewilî ji aliyê têtîkkêşî ketî Abdûlkadîr Selvî ve hatin nivîsandin û pişt re nivîsên ku me berpirsyar dibînin hatin nivîsandin. Bi Ahmet Davûtoglû re hevdîtin kiriye û vê dinivîse. Selvî îdia dike ku min bang li mirovan kiriye ku tundiyê bikin û dibêje ez bawer nakim ev Demîrtaş e. Abdûlkadîr Selvî tetîkkêşiya şerê taybet kir. Di 14-15’ê cotmehê de nivîsand, hema bêje di meha cotmehê de her roj nivîsand. Ecêb e di 28’ê cotmehê de Abdûlkadîr Selvî dest ji hedef nîşandana me berda û dest bi nivîsên weke ‘Pêdivî bi hevkariya AKP’ê û HDP’ê heye’ kirin. Ev kengî ye? Dema em bi hikumetê re li hev hatin û hevkarî kir ku berpirsyarên bûyerê derxin holê. Muhtemelen guhê Abdûlkadîr Selvî kişandin. Kê nivîsand? Cem Kuçuk nivîsand, Hîlal Kaplan a îro di rêveberiya TRT’ê de ye nivîsand. Îtîrafkar in.”
 
ARMANCA BINGEHÎN DIJMINATIYA KURDAN E
 
Demîrtaş axaftina xwe wiha domand: “Erdogan beriya 9 got ku ‘li pişt Doza Kobanê Pensîlvanya heye’, bawer im du re dest ji vê berdan û gotin em têxin stûyê van (HDP). Pişt re 9 salan êrişî me kirin. hewl dan bi vê yekê kurdan rawestînin. Bahçelî û Erdogan biryar dan ku ev pirsgirêkeke bekayê ye, piştî sala 20215’an navbera xwe baş kir û dû re hevkariyeke stratejîk kirin. Armanca bingehîn dijminatiya kurdan bû. Feraseta li pişt her tiştî ev bû.”
 
‘KIRIN KU HEVJÎNA MIN JÎ BAWER BIKE KU MIN BANG KIRIYE’ 
 
Demîrtaş, diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê ku HDP bi 80 parlamenteran gihişt asta bandorê li siyaseta Tirkiyeyê bike, desthilatê dest bi êrişan kir û wiha lê zêde kir: “Piştî hilbijartina hezîrana 2015’an lêpirsînên ewilî sekinandin jinûve xistin dewrê. Feraseteke wisa dan avakirin ku hiş û mejiyê wê dê bisekine. Navberekê hevjîna min Başakê jî pirsa ‘bi rastî bangeke te nîne’ kir. Dest bi operasyoneke ku wê jî bixapînin kirin. Ev operasyon çawa dest pê kir.”
 
‘MEDYAYA ALÎGIR EM WEKE BERPIRSYAR NÎŞAN DIDAN’ 
 
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Piştî cotmeha 2014’an medyaya alîgir çawa xebitî? Tevî vê yekê jî derbarê me de lêpirsîn nehatin destpêkirin. Ji 9’ê cotmehê û vir ve dema hewl tê dayîn feraseta 'Demîrtaş û HDP berpirsyar in' bê avakirin, çi hat kirin? Divê li dijî îdianameya we ya feraseta milyon û nîvê em tiştên qewimîne vebêjin. Hûn me ne bi darazê bi ferasetê di darizînin.” Demîrtaş ê dîsa nûçeyên ferasetê, manşet û nivîsên wê demê hatin nivîsandin xwendin wiha got: “Di wê serdemê de haya dewletê ji mirinên qewimî nebû. Em agahdar bûn ku du endamên partiya me yên hatine kuştin. Di weşaneke zindî de mîkrofon dirêjî min hate kirin û min jî got ku ez li dijî tundiyê me, kesên we teşwîqî tundiyê dikin provokator in. Pişt re peyama ji Ocalan hat ku çalakî bi dawî bibin me xwend. Me hemûyan banga rawestandina tundiyê kir. Piştî bangên me Yenî Şafak bi manşeta ‘Hûn berpirsyar in’ derket û wêneyên me bikaranîn.”
 
ŞAHIDÊ DOSYAYÊ YÊ HERÎ GIRÎNG MEHMET METÎNER Ê BÊBEXTÎ LI ME KIRIYE
 
Demîrtaş, bal kişand ku Erdogan di 13’ê cotmehê de ew berpirsyar girtin û wiha pê de çû: “Fikra ku piştî çend salan hatiye bîra dozger Ahmet Altûn, Mehmet Metîner beriya 9 salan gotiye. Metîner di wê roportaja xwe de got ku ev bang ne bi vîna Demîrtaş bi fermana Qendîlê pêk hatiye. Mehmet Metîner qala îdiayekê nake, bi texmînî jî nabêje. Dibêje ev ferman ji Demîrtaş re hate ragihandin. Dê were xwestin ku Metîner weke şahid were guhdarkirin. Ev fikir dide Ahmet Altûn. Difikire ku dê vê dozê çawa têxin çarçoveya endamtiya rêxistinê. Nayê bîra wî. Ji ber ku di mijara komployan de hûn qasî Mehmet Metîner biaqil nînin.” Demîrtaş, anî ziman ku îtîrafkaran jî zimanekî teqez ku “Ji Qendîlê ferman hatiye” bikarneaniye lê ev ji aliyê Metîner ve hatiye bikaranîn û got: “Tu îtîrafkar û şahid nabêjin min bi çavê xwe dîtiye ku ferman ji Qendîlê hatiye lê Metîner dibêje. Dibêje ferman hatiye. Şahidê herî girîng ê vê dosyayê Mehmet Metîner e. Divê were vê derê û em di vê mijarê de pirsa jê bipirsin. Ji ber ku kesê cara ewil gotiye ferman ji Qendîle hatiye Mehmet Metîner e. Mehmet Metîner karî vê bêbextiyê bike, nekarî bêje yaw bangeke Demîrtaş a bi vî awayî nîne.”
 
BELÊ MIN EV BANG KIR 
 
Demîrtaş, ê têkildarî roportaja Metîner gotinên xwe berdewam kirin wiha got: “Dibêje Demîrtaş banga li ciwanên kurd û tirk kir ku biçin li Kobanê şer bikin. Rast e min ev bang kir. Lê Metîner jî dibêje hewcehî bi pasaportê nîne Kobanê li wir e bila biçin şer bikin û piştgirî da vê banga min. Piştî ku di 9’ê cotmehê de banga çalakiya bisekînin ji Ocalan hat ev dikevin nava liv û tevgerê û mal bi mal digerin û ji mirovan hevpeyvînan digirin ku kujerê zarokên wan Demîrtaş e. Heta wê rojê li dijî me tu sucdariyên wiha nehatine kirin.”
 
Navber dan danişînê.
 

Sernavên din

27/12/2023
09:01 Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere
09:00 Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
26/12/2023
19:59 Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:56 Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin
17:10 Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke
16:21 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin
16:18 Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye
16:12 Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin
15:24 Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
15:24 Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
15:21 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome