Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere

  • rojane
  • 09:01 27 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Cansel Encû di dema Komkujiya Roboskê de 10 salî bû û birayê xwe winda kir. Encû, şeva komkujiyê wiha vedibêje: “Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe, laşê wî cemidî bû. Wê kêliyê min hîs kir ku dê birayê min êdî venegere. Ji ber komkujiyê, zarokatiya min pir dijwar derbas bû.” 

Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di  bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk de 19 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê 12 sal derbas bûn. Di van 12 salan de kujer hatin parastin lê têkoşîna malbatan a ji bo edaletê qet ranewestiya. Zarokên wê demê yên di Komkujiya Roboskî de xizm, heval û birayên xwe winda kirin jî qet mezin nebûn. Zarokan ew kêlî hêj jibîr nekirine û bi heman trawmayê dijin. 
 
Yek ji van zarokan jî Cansel Encû (23) ye. Encû, di dema komkujiyê de 10 salî bû û birayê wê yê mezin Muhammed Encû (13) ku 3 sal jê mezintir bû, di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Birayê wê Muhammed hem mezinê malê bû û hem jî hevalê wê yê herî baş bû. Ji bo ku birayê wê, wê rojê neçe her tiştekî dike lê belê hemû hewldanên wê bêencam man û birayê wê berê xwe da ser sînor. Birayê wê yê ku bi ken ji malê derket, cenazeyê wî yê sar bi traktoran anîn malê. Encû dibêje ku komkujî hêj mîna duh li bîra wê ye. 
 
'JI BO KU NEÇE MIN KINCÊN WÎ NEDANÊ'
 
Cansel Encû niha ji bo zanîngehê amadekariyê dike û daxwaza wê ew e ku bibe parazer. Sedemê wê ya ji xwendina beşa hiqûqê ew e ku Komkujiya Roboskê ronî bike û edalet pêk bê. Encû, wiha qala şeva komkujiyê dike: “Di dema komkujiyê de ez 10 salî bûm. Wê şevê bavê min li malê nebû. Ez û dayika xwe tenê li malê bûn. Birayê min hat û ji dayika min re got,’Ez ê biçim.' Dayika min jî ji wî re got,' neçe bavê te piştre aciz dibe.' Wî jî ji diya min re got,' ez ê vê carê biçim û êdî nema diçim.’ L em dîsa jî qaneh nebûn û ji bo ku birayê min neçe min û diya xwe hêstir lê veşart. Lê ew dîsa jî nesekînî û çû hestira cîranê me bar kir û çû. Min jî di wî temenê xwe yê biçûk de ji birayê xwe re got,’ma tu dê vê sermayê de biçî çi bikî?' Ji bo ku ew neçe, min kincên wî lê veşartin û nedanê. Ji bo ku neçe me ji wî re kar derxist lê guhdar nekir û çû. 
 
Dema ku çûy rûyê wî bi ken bû û destê xwe li me hejand û çû. Bi şev seat 21:00 bû. Di dilê wê de hîsekî nebaş hebû. Ez jî zarok bûm û min digot, ‘îşev dê tiştekî gelek nebaş çêbibe.' piştre dengek hat. Dayika min derkete derve û got,' tiştek bû.’ Min jî ji wê re got,’tiştek nebû ma qey tu nizanî her roj ev deng tên.' Li ser wê axaftina me 20 deqîqe derbas nebûn, qêrîn û hawarek kete nava gund. Bi qêrînan re me xwe avêt derve. Her kes li derve bû. Piştre pismamê min hat û got,’lepik û ronahiyê ji min re bînin ez ê biçim.’ Wê demê birayeke min ê yek salî jî hebû. Qêrîn qet nesekinîn. Her kesekî tiştek digot. Her kesî digot,’kurê min miriye.’” 
 
'BI TRAKTORAN CENAZE ANÎN Û LI BER ÇAVÊN ME DERBAS BÛN'
 
Bi domdarî Encû diyar kir ku di wî temenê xwe yê biçûk de cenaze dîtiye lewma zarokatiya wê nebaş derbas bûye. Encû, axaftina xwe wiha domand: “Ev tişt beriya komkujiyê çêdibûn. Me jî dogot,'ji xwe her carê pêşiya wan digirin.' Lê mixabin ku vê carê wisa nebû. Her kesekî betanî kom dikirin û berê xwe dida sînor. Pêvajoyeke gelek nebaş bû. Dayika min jî çû û birayê min ê biçûk jî emanetî min kir. Destê min dilerizîn, diranên min weke ku dişikên dilerizîn. Min êdî nedikarî biaxivim. Min tenê duayek dikir û digot,' xwedeyo tiştek li birayê min nehatibe, tu wî biparêze.' Piştre agahî hat û gotin hemû jî mirîne, yek jî bi sax nema ye. 
 
Rê di bin berfê de mabûn û tiştek xuya nedikir. Telefona birayê min li gel dayika min bû. Ceketê birayê min bi diya min re mabû. Piştre bavê min jî hat û çû cihê bûyerê. Bavê min qal dike û dibêje, ‘dema ku min cenazeyê Muhammed dîtî, yek destê wî bi hevalê wî re bû yek jî bi werisî ve bû.' Xwestiye hem hevalê xwe hem jî hestira xwe rizgar bike. Çar cenaze siwarî traktoran kiribûn û anîn taxa me. Em di serê sibehê de rabûn û li ber çavên min traktorên tije cenaze derbas bûn. Ez wê nêçariya bavê xwe hîç jibîr nakim. Dayika min bi israr xwest ku li cenazeyî binêre. Bavê min ji wê re got,' ma tu dê li çi binêrî. Tiştek jê nema ye.' Ez zarok bûm û min destê xwe li cenazeyekî da. Min li pey traktorê baz da. Dotmama min pişt min hat û got,' tu ku ve diçî?' Min jê re got,' ez ê pişt birayê xwe bimînim.’ Piştre traktor hêdî hêdî çû.” 
 
'MIN HÎS KIR KU ÊDÎ VENAGERE’
 
Cansel Encû, kêliya ku destê xwe daye cenazeyê birayê xwe jî wiha vegot: “Dema ku min destê li cenazeyî da, tişta ku min hîs kirî ev bû; pir sar bû. Cenaze weke êzing bûbû. Nikarim tişta min hîs kirî vebêjim. Min ne tenê tiştek, min gelek tişt hîs kirin. Min, wisa hîs kir ku êdî birayê min venagere. Min zarokatiyeke gelek dijwar derbas kir. Bifikirin ku li ber çavê we li ser traktorê cenaze derbas dibin. Piştî wê bûyerê zarokatiya min belave bû. Ji wê rojê heta niha em bi ser xwe ve nehatine. Baweriya min bi edeletê nîne. Heke edalet hebûya, dê 12 sal beriya niha pêk bihata.” ,
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

30/05/2024
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin