Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin

  • rojane
  • 10:03 12 Çile 2024
  • |
img

RIHA - Girtiyê nexweş Mehmet Çoban li ser îfadeyên şahidekê ku digot di bin îşkenceyê de îfade daye hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Li gel ku hukmê derheqê wî de teqez nebûye jî Çoban di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 

Di îlona sala 2015’an de 5 jê zarok bi giştî 22 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 jê zarok 10 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Rihayê. Yek ji kesên hatibû girtin jî Mehmet Çoban e. Di dema serdegirtina malê de Çoban hate derbkirin. Ji ber derbkirinê, lamik û diranên Çoban şikestin. Hêj tedawiya wî temam nebûbû ku ji ber îfadeyên kesekê bi wî re ji heman dosyaya lêpirsînê hatibû binçavkirin hate girtin. Kesê şahidî kirî got ku di pêvajoya darizandinê di bin îşkenceyê de îfade daye. 
 
Lê belê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbeta giran dan Çoban. Parêzeran li dijî biryarê îtîraz kirin û dosya birin Dadgeha Îstînafê. Dadgeha Îstînafê daxwaza parêzeran red kir û li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Bilind dan. Dosya hêj li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Li gel ku biryar teqez nebûye jî Çoban li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate sewqkirin û di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 
 
TEDAWIYA WÎ NÎVCO MA
 
Di pêvajoya girtîmayînê de Çoban li Girtîgeha Tîpa E a ya Rihayê, Girtîgeha Osmaniyeyê, Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê hate ragirtin. Çendek roj berê parêzerên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn serdana Çoban. Parêzeran têkildarî Çoban ev agahî parve kirin: “Ji ber birînan raçikên hestiyê lamika wî pir winda bûne. 16 diranên wî nînin. Ji ber ku beşekê rûyê wî û lamika wî nîne bi zehmetî xwarinê dixwe û neçar dimîne ku xwarinê bêyî ku bicu daqurte. Got ku ji ber vê yekê pirsgirêka hezmkirinê dijî. Ji bo tedawiya van pirsgirêkan ji bo emeliyatê serlêdan kiriye lê li Girtîgeha Yozgatê tedawiya wî nehat kirin. Bijîşkê Cerrahiya Lamik û Diran ê Zanîngeha Gaziyê guncav dîtiye ku proteza diran bê çêkirin lê ji ber ku nehat sewqkirin, kete greva birçîbûnê.” 
 
HATE DERBKIRIN
 
Hat destnîşankirin ku li gel pirsgirêkên fîzîkî, her wiha Çoban ji hêla psîkolojîk ve jî pirsgirêkên cidî dijî. Hat zanîn ku Çoban ji parêzer û malbata xwe re got ku cihên girtî bandoreke neyînî li ser nexweşiya wî ya psîkolojîk dike û ji ber ku di hucreya yekkesî de tê ragirtin, heta niha gelek caran ketiye nava hewldana întîharê. Di hevdîtina bi parêzeran re de Çoban diyar kiriye ku di 24’ê cotmeha 2023’yan de ji ber pirsgirêkên psîkolojîk xwestiye derkeve derveyî odeyê lê gardiyanan qebûl nekiriye. Dema Çoban israr dike jî gardiyanan Çoban birine cihekî bêkamera û demekî dirêj derb kirine. 
 
Parêzerê Çoban, Mûstafa Vefa 
 
ÎFADEYÊ DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE HATIYE GIRTIN ESAS GIRTIN 
 
Parêzerê Çoban, Mûstafa Vefa got ku piştî miwekîlê wî şahidê eşkere îfadeyê xwe guherandiye û ev agahî da: “Kesekî ji heman dosyaya Çoban hatibû binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatiye û îtîrafnameyek pê dan îmzekirin. Vî kesî di pêvajoya dozgeriyê de diyar kir ku li Şaxa TEM’ê îşkence lê hatiye kirin û ev îfadeye bi darê zorê pê hatiye dayîn. Lê belê ev esas nehat girtin û tevî gelek kesan hate girtin. Dosya li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate vekirin. Kesê îtîrafname pê dabûn îmzekirin dîsa derket dadgehê û di hizûra dadgehê de got ku îfadeya wî di bin îşkenceyê de hatiye girtin û van îfadeyan qebûl nake. Lê şandeya dadgehê di darizandinê de îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn esas girt. Di encamê de li Mehmet Çoban jî di nav de li hemû bersûcan cezayê hefsê hate birîn.” 
 
'DIVÊ LI NEXWEŞXANEYÊ BIMÎNE Û BÊ TEDAWÎKIRIN’ 
 
Vefa, da zanîn ku dosya di qonaxa temyîzê de ye û wiha pê de çû: “Pêvajoya maqûl a girtîmayîna wî derbas bûye. Di dosyayê de biryar di sala 2019’an de hate dayîn. Lê em hêj jî li benda biryara Dadgeha Bilind in. Biryara wî hêj teqez nebûye. Lewma nikarin derbasî qonaxa înfazê bibin. Ji ber vê yekê jî biryara ragirtina Çoban a di hucreya yekkesî de derhiqûqî ye. Her wiha rewşa wî ya taybet heye. Hema hema nikare qet lamika xwe bi kar bîne. Li gel sepanên tecrîdê, her wiha nexweşiya wî jî pir giran bûye. Divê li nexweşxaneyê bimîne û tedawî bibe. Divê rêveberiya girtîgehê wî rojane bibe nexweşxaneyê. Ji ber tiştên jiyayî tenduristiya wî ya ruhî gelek xera bûye.” 
 
MAFÊ TEDAWIYÊ YÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Herî dawî jî Vefat ev tişt anî ziman: “Rewşa Mehmet Çoban gelek bi raya giştî re hate parvekirin. Lê Wezareta Dadê di vê mijarê de biisrar gavan naavêje. Li bendê ne ku girtiyên siyasî bimirin. Çoban jî zêdetirî 8 sal in girtî ye. Anku 7 salên di qanûnê de derbas kiriye. Divê girtiyên nexweş tavilê bên tedawîkirin û cezayê wan bê taloqkirin. Divê yên girtî jî tavilê bên berdan.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

15/01/2024
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman