Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye

  • rojane
  • 09:56 14 Çile 2024
  • |

ŞIRNEX - Welatiyên ku tev li pêşhilbijartina Şirnexê bûn dan zanîn ku ew ê nehêlin vîna wan dîsa bê xespkirin û ji bo pêşhilbijartinê gotin: “Ne wekî pêşbirkê lê mîna şahiya demokrasiyê ye.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca diyarkirina namzetên hevşaredarên bajarên mezin û navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr, li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xist. Ji van bajaran gelek dê tura duyemîn de careke din deng bikar bînin. Yek ji bajarên ku pêşhilbijartin hatiye lidarxistin jî Şirnex bû. Şirnex a ku bi vekişandina hilbijêrên cerdevan û leşkeran di rojevê de ye, mijara mereqê ye ku gel dê bersiveke çawa bide. Li Şirnexê welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn bang li her kesî kirin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin. 
 
'EM ŞIRNEXÊ NADIN KESEKÎ'
 
Ji welatiyan Şadiya Sumbul bi lêv kir ku di vê hilbijartinê de divê ku her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wisa deng biavêje û wiha axivî: “Ez ji bo ku dengê xwe biavêjim û namzetê bajêr diyar bimin hatime vê derê. Me dengê xwe bikar anî. Em dixwazin ku serkeftin çêbibe. Heke ku AKP hîleyan neke dê partiya me bi ser keve. Gelê Şirnexê bibiryar e û xwedî li dengê xwe derdikeve. AKP li her derê hîleyan dike. Bila gelê Şirnexê van hîleyan bibîne û dengê xwe bide xwe. Bila kesek wijdana xwe xerab neke. Em ne tirk in. Em kurd in û em ê dengê xwe jî bidin xwe. Em şeref û namûsa xwe nadin kesekî, em dengê xwe nafiroşin kesekî. Em ê xwedî li xwe derbikevin. Banga min ji gelê kurd re heye ku xwedî li dengê xwe derbikevin. Bila kesek wijdana xwe xerab neke û dengê xwe nefiroşe. Bila dengê xwe bidin partiya xwe da ku em di bin vê zilmê de derbikevin. Ma girtiyan nabînin, ma grevên birçîbûnê nabînin bila her kes van bibîne û wisa dengê xwe bide. Bila kurdê xayîn ji xwe şerm bike. Bila bizivirin û destê xwe deynin ser wijdana xwe. Şirnex ya me ye û em Şirnexê nadin kesekî.” 
 
'DI TAXA MIN DE 5 HEZAR HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN'
 
Ji welatiyan Sabrî Ulger jî bal kişand li ser bicihkirina hilbijêrên cerdevan û leşkeran û da zanîn ku li taxa wan 5 hezar hilbijêrên nû hatine bicihkirin û got: “Li pêşiya me hilbijartinek heye. Di hilbijartinên beriya niha de bêedeletî çêbû. Lê em dixwazin ku ev hilbijartin bi edeletî derbas bibe. Ji ber wê em hatine û namzetên xwe diyar dikin. Ji bo ku neheqî û bêedeletî çênebin ev gele îro dikeve pêşhilbijartinê. Lêbelê di taxa me ya Yeşîlyurtê di hilbijartinên giştî de hilbijêr 3 hezar û 200 bûn. Lê piştî daliqandina lîsteyên hilbijêran, me dît ku 8 hezar deng li taxa me hene. Di taxa me de 5 hezar deng hatine qeydkirin. Ev tê çi wate yê? Bila berpirsyar vê zelal bikin. Bila zelal bikin da ku gel bikaribe bikeve hilbijartinê. Li gel me namzet kî ne girînge. Lêbelê keseke ku bê hilbijartin jî divê ku ji vî bajarî re xizmetê bike. Divê ku gelê Şirnexê xwedî li vîna xwe derbikeve. Heke ku hilbijartineke bi edelet pêk bê dê Şirnexê de vîna gel qezenc bike." 
 
'SERKEFTIN A ME YE'
 
Husnu Katar, jî got ku ew ji partiya xwe bi bawerin ku ew ê bi serbikevin û ev tişt anî ziman: “Ev pêşhilbijartin ji gelê me re ser xêre be. Em di hilbijartineke hesas de derbas dibin. Îro gelê me di bin dagirkeriyê û zilmê de ye. Hêviya me ji gelê me heye ku em bi hevre hilbijartineke serkeftî û demokratîk derbas bikin. Gumanên me tune ne em ê Şirnexê qezenc bikin. Ji ber ku Şirnexê gelek zilm û zordestî dît. Em bawer dikin ku em ê Şirnexê bi rehetî bistînin. Gelê me tu carî di sekna xwe de gav naavêje û serkeftin ya me ye.”  
 
'XWEDÎ LI AXA XWE, BAJARÊ XWE DERBIKEVIN'
 
Mehmet Siddik Sumbul jî diyar kir ku hewceye her kes xwedî li vîna xwe derbikeve û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe sedemê azadî û serkeftina gelê kurd û Kurdistanê. Em ji xwe bi bawerin û em ê biserbikevin. Em ê van qeyûmên di Kurdistanê de şaredariyê me xespkirine em ê bişînin. Banga me ji gelê Şirnexê re ev e ku xwedî li axa xwe, bajarê xwe û taxa xwe derbikeve. Em ê bi hevre li Şirnexê xwedî derbikevin." 
 
BI KINCÊN XWE YÊN HERÊMÎ TEV LI BÛ
 
Cemal Belge ê ku bi kincên xwe yên kurdî tev li pêşhilbijartinê bû jî anî ziman ku dem dema xwedîderketina li vîna xwe ye û wiha axivî: “Em ê bi hevre Şirnexê bistînin. Armanca me ew e ku îsal bikin sala serkeftinê. Divê ku em îradeya xwe xwedî derbikevin. Divê ku şirnexî li bajarê xwe xwedî derbikevin û Şirnexê radestî tu kesekî nekin. Em kurd in û divê ku em dengê xwe jî bidin kurdan. Şirnex ya me ye. Bila gel bi bawer be li tevî hemû listîkan jî em ê li Şirnexê biserbikevin. Tenê daxwaziya min ji wan heye ku xwe bêhêvî nekin û xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derbikevin.” 
 
'ENCAM JI HIKÛMETÊ RE BERSIVA HERÎ MEZIN E'
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Ahmet Îstek jî anî ziman ku encama pêşhilbijartinê di heman demê de dê encama hilbijartina 31'ê adarê jî diyar bike. Îstek, civînên piştî hilbijartinên giştî yên meha gulanê bi bîr xist û diyar kir ku partiya wan bi gel re bi hezaran civîn li dar xistiye. Îstek, wiha domand: “Di van civînan de derket holê ku gel wê namzetên xwe hilbijêre. Bi şîara em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin li gelek bajaran pêşhilbijartin hatin kirin. Tevî hemû şert û mercên nebaş ên hewayê jî bi beşdariya bi hezaran delegeyan deng hatin dayîn. Divê ev yek ji pêşbaziya hilbijartinê zêdetir wekî şahiya demokrasiyê bê dîtin. Li vir armanc ne derxistina namzetekî ye. Li vir tişta girîng, îradeya gel û rastiya xwerêveberiya gel e.”
 
‘EM NE WEKÎ PÊŞBIRKÊ LÊ WEKE ŞAHIYA DEMOKRASIYÊ DIBÎNIN’
 
Bi domdarî Îstek destnîşan kir ku ew vê yekê ne wekî pêşbirkekê lê weke şahiya demokrasiyê dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev biryara xwerêvebirinê ye. Dirûşma ku em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin, bi beşdarbûna gel a pêşhilbijartinan bi awayekî herî zelal derdikeve holê. Ev biryara gel e. Dema hilbijartina seretayî bi dawî bû, em ê bi namzetên xwe re bi daketina qadan dest bi xebatên xwe bikin. Îradeya ku li vir derketiye holê di rastiyê de îfadeya diyarker a 31’ê Adarê ye. Gelê Botanê gelê ku bedelên mezin daye. Ji ber vê yekê banga me ji raya giştî re ev e, ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê divê em bi gelê xwe re bibin yek. Encama ku wê di 31'ê Adarê de derkeve holê wê ji hikûmetê re bibe bersiva herî mezin. Divê her kes li ser vî esasî nêzî hilbijartinê bibe û xwedî li vîna xwe û bajarê xwe derbikeve.”
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

15/01/2024
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman