Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê

  • rojane
  • 09:04 18 Çile 2024
  • |

RIHA - Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, bi lêv kir ku Efrîn beriya dagirkirinê navenda aramiyê bû lê piştî dagirkirina dewleta tirk veguheriyê navenda revandin û kuştinê.  

 
Li Suriyeyê di sala 2011’an de şerê navxweyî derket û di demeke kin de belavî hemû bajarên Suriyeyê bû. Piştî şerê navxweyî hezên hegemon jî ji bo berjewendiyên xwe li herême şer berfireh kirin. Bi berfirehbûna şer re hezên paramîlîter û DAÎŞ'ê li herêmê êrişî gelek cihan kirin û di encama êrişan de gelek welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Kurd ku li herême bê nasnamê dijîn jî bi derketina şerê navxweyî re ji bo azadiya welatê xwe dest bi parastinê kirin. Piştî têk birina DAÎŞ'ê kurdan bi welatiyên herême re cihên ku lê dijîn xweseriya xwe ava kirin û bajarên xwe, xwe bi xwe birêvebirin. Yek ji van bajaran jî Efrîn bû. Di sala 2014’an de li Efrînê Rêveberiya Xweser hat ava kirin û kurdan bi hemû pêk hateyên Efrînê re heta 20’ê çileya 2018’an xwe bi xwe bi rê ve dibir. 
 
Dewleta tirk ku bi avabûna Rêveberiya Xweser re gefên xwe yên li dijî herêmê ne sekinandin di 20’ê çileya 2018’an de bi komên paramîlîter re êrişî Efrînê kirin. Di encama şerê 2 mehan bê navber berdewam kir de di 18’ê adara 2018’an de Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û hezên paramîlîter ên girêdayî wê. Efrîn ku beriya dagirkirina dewleta tirk bi projeya Neteweya Demokratîk hemû gel di nav wekhevî û azadiyê de bi hev re dijîn. Her wiha Efrîn ji ber dewlemendiya xwezaya xwe jî bibû yek ji navenda aramiyê. Lê bi dagirkirina Efrînê re gelek hezên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk li Efrînê hatin bicihkirin û Efrîn di aramiyê de veguherî navenda destdirêjî, kuştin û revandinê. Ji ber kuştin, revandin û destdirêjiyê, kurd neçar man ji Efrînê koçber bibin. Şûna kurdên ku li Efrînê koçber bûn ereb û tirkmen li Efrînê hatin bi cih kirin û demografiya herême hat guherandin. 
 
'WELATÎ DI NAV ARAMIYÊ DE DIJÎN' 
 
Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, di 6 salên dagirkeriyê de guherandin û binpêkirinên mafan ku li Efrînê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Îbrahîm Şêxo bi lêv kir ku piştî ava bûna Rêveberiya Xweser li Efrînê gelek sazî û dezgeh hatibûnê vekirin û wiha got: “Cara yekem kurdan xwe bi xwe birêvedibirin. Di navbera jin û zilam de wekhevî hebû ji aliyê perwerdehiyê ve cara yekem kurdî ders dihatin dayin û cara yekem zanîngehek li Efrînê hat vêkirin. Li Efrînê pêşketineke baş çêbibû. Ji ber aramiya li Efrînê hemû bazirganên Îdlîb û Ezazê berê xwe didan Efrînê. Wê deme hejmara welatiyên Efrînê zêdetirî milyonekê bû. Welatiyan bi aramî û wekhevî bi hev re dijîn.”
 
Îbrahîm Şêxo, Hevberdevk
 
'SEDEM JI HOLÊ RAKIRINA NASNAMEYA KURDÎ BÛ'
 
Bi domdarî Şêxo anî ziman ku Tirkiyeyê bi hezên paramîlîter ve ji bo xerakirina pergala wekheviya gelan ku li Efrînê hatibû ava kirin êrişî Efrînê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema êriş û dagirkeriya dewleta tirk ew bû ku nasnameya Efrînê ya kurdî ji holê rake. Efrîn ku ji sedî 95’ê wê kurd bûn piştî dagirkirina dewleta kurdan hejmara kurdan daket ji sedî 25’an û hejmara ereb û tirkmenan jî li Efrînê bû ji sedî 70. Ji bo nasname û demografiya Efrînê biguherînin kurd neçarî koçberiyê kirin û ereb û tirkmên li Efrînê bi cih kirin. 
 
ZIMANÊ KURDÎ HATE QEDEXEKIRIN
 
Her wiha piştî dagirkeriyê zimanê kurdî hat qedexekirin. Di dema Rêveberiya Xweser de dû zimanên fermî hebûn kurdî û erebî lê niha tirkî û erebî fermiye lê kurdî ji holê hatiyê rakirin. Zanîngeheke tirkî ku giredayî Hatayê ye li Efrînê hatiye vêkirin. Di sala 2020’an de jî navenda çandê hat vêkirin û di hûndirê Efrînê de behsa çanda tirkan dike. Navê Ataturk û Erdogan li qadan kirine û naven kurdî hatinê rakirin. Peykerê Kawayê Hesinkar hat rakirin û naven tax û kolanan ên kurdî hatin guherandin û ev jî kirin tirkî. Bi taybetî jî dengê jinê hat qût kirin. Jin tenê di malê de xizmeta zarok û hevjinê xwe dike. Dema derket kolanê jî dengê wê nayê bihîstin û cilên reş li xwe dikin. Me jî agahî bihîst ku li pêşiya dibistanan 2 kes disekinin û heke jin cil û bergên kurdî li xwe bikin gotinên nexweş ji wan re dibêjin û kincên reş li wan ferz dikin.”
 
LI EFRÎNÊ KUŞTIN Û REVANDIN
 
Şêxo destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê gelek binpêkirinên mafan li bajêr pêk hatinê û binpêkirinên mafan ên 6 salên dagirkirina Efrînê wiha vegot: “Ji destpêka dagirkeriya dewleta tirk heta niha li Efrînê 9 hezar kes ji aliyê çeteyan ve hatinê girtin û revandin. Derdora hezar û 100 hatine girtin û rewşa nezî 2 hezar jinan jî ne diyar e. Derdora 100 zarok jî hatine girtin û revandin. Her wiha 700 kes hatine kuştin di nav van de 150 kes di îşkence û zindanên wan de hatine kuştin û di nav van de jin jî hene. Yên din jî di şer û pêvçûna di hûndirê Efrînê de hatine kuştin. Zêdetirî 700 jî hatinê birîndar kirin. Hinek jî ji van êrişên Tirkiyeyê li ser Şehba de jiyana xwe ji dest danê.”
 
'XWEZAYA EFRÎNÊ HAT TALAN KIRIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Şêxo diyar kir ku di 6 salên dagirkirina Efrînê de xwezaya Efrînê jî rastî gelek texrîbatan hatiye û ev tişt gotin: “Dagirkeriya dewleta tirk ne tenê bandor li ser mirovan kir di heman demê de xwezaya Efrînê jî di van 6 salan de rastî gelek texrîbatan hat. Weke tê zanîn Efrîn bi dar û bar û zeytûnên xwe dewlemend e. Tenê 18 milyon darên zeytûnê li Efrînê hebûn. Her wiha derdora milyonekê jî darên hinaran û yên fêkiyan hebûn. Efrîn bi xwezaya xwe dihat naskirin. Lê piştî dagirkeriyê piraniya daran hatin birîn. Bi taybetî zêdetirî 500 hezar darêm zeytûnê hatin birîn. 2 hezar dar jî ji kokê hatin rakirin. Derdora 15 hezar dar jî di şer û pêvçûnan de hatin şewitandin. Derdora 33 hezar hektarên çandiniyê û nezî 12 hezar jî ji wan hat şewitandin. Ji aliyê daristanan ve jî qadeke ji 10 hektaran pêk tê dar hatin birîn. Bi taybetî jî di sala 2022 û 2023’an de zêde dar hatin birîn. Her wiha derdora gundê Hecî Hesna bi kargehên berfireh ezing tên birîn û bi erebeyên mezin derbasî Tirkiyeyê tên kirin. Navçeya Şîe tenê di sala 2023'an de 600 dar hatin jêkirin û li gor hin agahiyan derbasî Tirkiyeyê kirinê. Dixwazin Efrînê tev li Tirkiyeyê bikin.”
 
ZEXTÊN LI SER WELATIYAN
 
Şêxo, bi lêv kir ku ji ber zextên hezên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk welatiyên li Efrînê di nav şert û mercên dijwar de dijîn û wiha pê dê çû: “Efrîn beriya dagirkeriya Tirkiyeyê bajarê herî aram bû. Teqîn û pêvçûn li Efrînê qet tune bûn. Lê piştî dagirkeriyê, şer, pêvçûn û teqîn li Efrînê ranewestiyan. Berî çend rojan jî 3 kes di encama teqînekê de birîndar bûn. Welatiyên kurd li Efrînê di rewşeke herî xirab de ne. Ji xwe pir kêm kurd li Efrînê mane. Niha jî li ser welatiyan ferz kirine ku yên darên wan ên zeytûnan hene divê ji bo her darekê 3 dolaran bidin çeteyan û yên erebeyên wan hene jî hezar dolar bidin. Ji her malbatekê ji bo çekirina rêyan û hwd. 300 dolaran digirin. Yên ku nekarin pereyan bidin jî rastî îşkenceyan tên û heta tên kuştin. Tu xizmet ji bo welatiyên Efrînê tune ye. Bi taybetî li taxa Eşrefiyeyê golên avê çêbûne. Ceyran pir bihaye. Di serdema havînê de jî li pir cihan av tune bû welatî bê av ma bûn.”
 
'DIVÊ DÎPLOMASIYEKE XURT BÊ MEŞANDİN'
 
Şêxo destnîşan kir ku ji bo çareseriya rewşa Efrînê divê dîplomasiyeke xurt di qada navneteweyî de bê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hem aliyê siyasî, dîplomasî û hem jî aliyê hiqûqî ve xebat bên kirin. Divê hezên demokrat jî hem li hûndirê Tirkiyeyê û hem jî di qada navneteweyî de dengê xwe bilind bikin. Em hevî dikin ku hemû çalakvan û siyasetmedarên me bi awayekî xurt di qada navneteweyî de dîplomasiyeke bimeşînin û zextê li dewleta tirk bikin ku hezên xwe ji hûndirê Efrînê bikişîne. Ji bo rewşe Suriyê giştî çareseriyek pêk were. Her wiha ji aliyê siyaseta kurdî ve jî yek rêziyek divê hebe."
 
Sibê (19’ê çileyê): " Efrînî li Şehbayê li benda roja vegerînê ne "
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

19/06/2024
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin