Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?

  • rojane
  • 10:15 18 Çile 2024
  • |
img
AMED - Koordînatora CÎSST’ê Jiyan Ay diyar kir ku 383 zarok di girtîgehan de ne û got ku şert û mercên girtîgehan hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla ruhî ve bandoreke neyînî li ser dayik û zarokan dikin. 
 
Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. 9 jê yên zarok û ciwanan bi giştî 405 girtîgeh li Tirkiyeyê hene. Bi taybet jî piştî vekirina girtîgehên bi tîpên “S” û “Y”yê re girtîgehên bi ewlekariyên bilind ji hêla fîzîkî û ruhî ve texrîbatên mezin li ser girtiyan dikin. 
 
Koordînatora Navenda Piştgiriyê ya Komeleya Di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST) psîkolog Jiyan Ay têkildarî jin û zarokên di girtîgehan de ji ajansa me re axivî. 
 
‘HEJMARA GIRTIYAN ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE’ 
 
Ay, da zanîn ku 292 hezar girtî û hikûmxwar di girtîgehan de ne û wiha got: “Di havînê de sererastkirineke înfazê kirin. Bi vê yekê re nêzî 80 hezar girtî hatin berdan. Di nav van de tu girtiyên siyasî nebûn. Beriya vê sererastkirinê hejmara girtî û hikûmxwaran nêzî 360 hezar bû. Ev hejmar di carekê de daxistin 270 hezaran. Piştre di nava çendek mehan de derket 290 hezaran. Texmîna me wisa ye ku dê di nava çendek mehan de derkeve ser kapasîteya xwe. Ji ber ku di nava mehê de gelek kes hatin bniçavkirin û dişînin girtîgehan.” 
 
Bi domdarî Ay diyar kir ku li Tirkiyeyê 19 girtîgehên jinan hene û ev girtîgeh ji hêla fîzîkî û mîmarî ve ji bo jiyana jinan guncav nînin. Ay, axaftina xwe wiha domand: “Li gorî girtekên lêkolînê yên dawî yên Meclisê niha 12 hezar jin û 2 hezar û 600 zarokên temenê wan di navbera 12-18’ê de li girtîgehê ne. Hejmara zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin jî weke 383 hatibû diyarkirin. Derheqê zarokên bi dayikên xwe re dimînin tu dane di destê wezaretê de nînin. Ji peydakirina pedan heta gelek mijarên din, girtiyên jin gelek pirsgirêkan dijîn. Carnan hewl didin rûlihêfan ji xwe re pedan çêbikin. Ji ber vê yekê bi hinceta zirar dane malê saziyê, cezayên disiplînê lê tê birîn. Di mijara tenduristiya welidînê û tedawiyê de jin gelek pirsgirêkan dijîn.” 
 
‘HÊZA XEYALÊ YA ZAROKAN TÊ BISÎNORKIRIN’
 
Di berdewamê de Ay destnîşan kir ku girtîgeh ji bo psîkolojiya zarokên bi dayikên xwe re dimînin cihên bitendurist nînin û wiha pê de çû: “Di nava çar dîwaran de qada lîstikê tune ye û nikarin xeyalên mezin bikin. Xeyalên wan tên bisînorkirin. Hêza xeyalê tenê bi vegotina çîrokekê çênabe, gelek tiştên li derdorê û yên hawirdorî bandorê li ser dikin. Heke tu asîman, çûkan û xwezayê nebînî, mixabin pêşdîtineke jî nabe. Ev yek hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla hizrî ve bandorê li zarokan dike û têkildarî vê lêkolîn heye.” 
 
‘HETA TÎREJÊN ROJÊ JÎ TÊN ASTENGKIRIN’ 
 
Ay, bi domdarî bal kişand ser girtîgehên bi tîpên “Y” û “S”yê û got ku girtî li vir bêhtir rastî tecrîd û îzolasyonê tên. Ay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî berevejî rojê hatine dîzaynkirin. Ji ber vê yekê jî girtî tavê nabînin. Ev yek jî dike ku ji hêla vîtamîna D’yê ve pirsgirêkê bijîn. Heta têlên dirêhî yên bi paceyan ve kirin nahêlin tîrehên royê yên ters tên jî bikevin hundir. Ji ber ku ronahî tune ye, di mijara çavan de pirsgirêkan dijîn. Hejmara van girtîgehan her ku diçe zêdetir dibe. Niha 7 girtîgehên bi tîpa S’yê û yên Y’yê jî di nava salekê de ji 3’yan derket 14’an. Tenê girtiyên siyasî lê tên ragirtin. Gelemperî hucreyên yekkesî û sêkesî hene. Bi tu awayî nikarin tev li çalakiyên civakî bibn. Girtiyên muebbeta giran 23 saetan di hucreya xwe de dimînin û saetekê derdikevin hewadariyê. Tevî vê yekê jî binpêkirin hene. Gelek girtî hefteyê saetekê an jî 3 hefteyan an jî mehê carekê derdixînin hewadariyê.” 
 
‘GIRTÎ MAFDAR IN Û DIVÊ BI DESTKEFTIYAN BIENCAM BIBE’ 
 
Ay, got ku li tevahiya girtîgehan di mijara xwarinan de pirsgirêk hene û di nava xwarinên de tiştên weke plastîk, kevir û hwd. derdikevin. Ay, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê li girtîgehan, li derve jî tecrîd heye. Rastiyeke wiha heye; grevên birçîbûnê yên li girtîgehan şêweyeke serhildan û têkoşînê ye. Bêguman girtî di daxwazên xwe de mafdar in. Ji ber ku tecrîdeke girankirî heye. Bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re dê ya li ser girtiyên siyasî jî rabe. Em nizanin dê ev pêvajo çiqas bidome lê hêvîdarim ku têkoşîna wan bi destkeftiyan biencam bibe.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

20/01/2024
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan