Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye

  • jin
  • 10:46 19 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan diyarkirin bi binçavkirinên li Stenbolê tê xwestin ku xebatên jinan bên krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku têkoşîna wan mafdar û rewa ye. 
 
Li Stenbolê di 16’ê çileyê de bi serdegirtina malan Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Basalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nav de 21 kes hatin binçavkirin. Jinên ku polîsan tundî lê kirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin. Li miduriyeta polîsan ji jinan çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî hatin pirsîn. Nûnerên rêxistinên jinan ên li Stenbolê bertek nîşanî binçavkirinan dan. 
 
JIN ÇIMA DIBIN HEDEF?
 
Ji Tora Parastina Jinan Ruya Kûrtûlûş, diyar kir ku êrişên desthilatê yên li dijî jinan didomin û bi lêv kir ku jinên ku di nava tevgera azadiyê ya kurd de cih digirin ewilî ji van êrişan bi bandor dibin. Kûrtûlûş operasyonên li dijî TJA’yê bi bîr xistin û wiha axivî: “Di bingeha vê polîtîkayê de dijminatiya jinan ku AKP hewl dide ava bike heye. Jin rêgezên ev pergal li wan ferz dike, qebûl nakin. ‘Jina makûl’ qebûl nake. Ji ber vê yekê ji aliyê desthilatê ve gelek bixeter in û ji ber vê yekê jinên polîtîk dibin hedef. Em li dijî êrişan di nava piştevaniyê de ne û em ê bi têkoşîna bi hev re van êrişan bertaraf bikin. Em li dijî êrişan di nava piştevaniyê de ne û em ê bi têkoşîna bi hev re van êrişan pûç bikin. Em dixwazin hevalên me demildest bên berdan.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN ÇAVTIRSANDINÊ BI SER NAKEVIN’ 
 
Endama Komeleya Jinan a Kirkyama Tulay Korkûtan jî anî ziman ku her cara desthilat tengav dibe dest bi operasyoneke nû dike. Korkûtan, destnîşan kir ku bi operasyonan hewl tê dayîn têkoşîna jinan were krîmînalîzekirin û wiha got: “Di dîmena ku Wezareta Karên Hundir weşandî de, deriyên hevalên me tên şikandin, bi paş ve tên kelemçekirin û hewl tê dayîn serê wan bê tewandin. Tu hevalên me ji bilî siyaseta demokratîk tu tişt nekirin. Hevala me Dîlek Başalan a di Komeleya Dema Jinê de ye, di komeleyeke ku piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk dide jinan de ye. Li dijî tundiya zilaman bi jinan re di nava piştevaniyê de ye. Desthilata siyasî bi van operasyonan re hewl dide têkoşîna jinan, DEM Partiyê û gel çavtirsandî bike. Bi vê polîtîkayê li tu deran bi serneketin dê bi sernekevin jî.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME MAFDAR Û REWA YE’ 
 
Korkûtani anî ziman ku têkoşîna wan mafdar û rewa ye û wiha berdewam kir: “Jinên ku li dijî polîtîkayên zext û şer ên desthilata siyasî li ber xwe didin û gelê kurd ê serê xwe natewîne heye. Ji ber vê yekê hêviya me heye.”
 
‘PEYAMA NE AXIVIN TÊ DAYÎN’ 
 
Endama Rizgariya Jinê Gamze Taşçi jî anî ziman ku jinên hatine binçavkirin bi taybetî hedef hatine girtin û wiha got: “Têkoşîna jin têkildarî pirsgirêkên civakî de bi rê ve dibin û gotinên wan êd têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê desthilatê aciz dike. Di binçavkirina dawî de hedef girtina kesên di Nobeta Edaletê de peyameke têkildarî têkoşînê ye. Desthilat peyama ‘têkildarî tecrîdê û girtîgehan devê xwe venekin, têkildarî vê neaxivin, têkildarî tiştên gel dijî neaxivin’ dide.”
 
‘EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Taşçi got ku “Em ê weke rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê piştevaniya bi tevgera jinên kurd re bidomînin” û ev tişt gotin: “Em ê ji êrişên li ser saziyên jinan re bi piştevaniyê bibin bersiv. Ev jî tê wê wateyê ku em ê di têkoşîna li dijî baviksalariyê û kapîtalîzmê ya li Tirkiyeyê de xurttir bibin. Ji bo me hevgirtina bi tevgera jinên Kurd re tê wateya diyarkirina xeta me ya azadî û rizgariyê.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

20/01/2024
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan