'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî

  • jin
  • 09:27 21 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji mekanîzmayên ku herî zêde desthilata nêrza berê xwe didê rêveberiyên xwecihî ne. Jinên kurd ên mudaxileyî tekparêziya di rêveberiyên herêmî de kirin, bi pergala hevserokatiyê ava kirin û deskeftiyên xwe zêde kirin. 

Serdestiya mêraniyê ya li rêveberiyên herêmî yên li Tirkiye û Kurdistanê, piştî salên 1990'î bi tevgera jinên kurd re ku di qada giştî de bêhtir wekî "kirdiye polîtîk" derket holê, dest pê kir. Jinên ku bê şik pêkhateya herî dînamîk a tevgera siyasî ya kurd in, bi destkeftiyên ku bi bedelên mezin bi dest xistine, li qadên xwecihî bi avakirina pergala “hevserokatiyê” di dîroka Tirkiye û cîhanê de mohra xwe li bibin veguherîneke mezin xistin. Ev têkoşîna ku li welat roleke pêşengî lîst, di têkoşîna azadiya jinê de destkeftiyên girîng bi dest xistin. 
 
GAV BI GAV GUHERÎN
 
Dema ku di sala 1930’yî de li Tirkiyeyê yekemîn hilbijartinên şaredariyan ên ku jin beşdarî wan bûn hatin kirin, rewşa herêmên herêmî bi jinên kurd re guherî. Di hilbijartinên 1999'an de 3 şaredarên jin ji Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP), di hilbijartinên 2004'an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (DEHAP) 9, di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de jî ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) 15 şaredar û gelek endamên meclisên şaredariyan hatin hilbijartin. Hilbijartinên Herêmî yên 30'yê Adara 2014'an di têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê de bû xala veguherînê. Di 96 şaredariyan de ji 102 şaredariyên ku bi pergala hevserokatiyê hatin bidestxistin, temsîliyeta wekhev pêk hat û ev, bi tevahî siyaseta herêmê guherand. Ji ber vê yekê di nava şaredariyan de ku jin lê xwedî gotin in, navendên jiyanê û piştgiriyê, xetên telefonê yên tundiyê hatin vekirin û bi rêya rêveberiyên jinan û yekeyên maseyên jinan, pêwendî bi jiyana jinan re hat danîn. 
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN JINAN
 
Ji saziyên jinan ku pê rêxistinbûyîna xwe û destkeftiyên xwe xurt kirin hinek jê ev in: “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinê (DÎKASUM), Şaredariya Peyasê: Navenda Jinan a Ekîn Ceren, Şaredariya Sûrê: Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda, Şaredariya Bajarê Nû: Navenda Jinan a Roza, Şaredariya Bismilê: Navenda Jinê ya Nûjîn, Şaredariya Licê: Navenda Jinan a Nûjiyan, Şaredariya Farqînê: Navenda Jinê ya Meya, Şaredariya Hênê: Navenda Jinan, Şaredariya Pasûrê: Navenda Jinê ya Zozan Eren, Şaredariya Şirnexê: Navenda Jinê ya Zahîde, Şaredariya Silopiyayê: Navenda Jinê ya Viyan, Şaredariya Cizîrê: Navenda Jinan a Sitiya Zîn, Şaredariya Êlihê: Navenda Jinan a Selisê, Şaredariya Bedlîsê: Navenda Hevgirtina Jinan a Dîlanê, Şaredariya Mêrdînê: Navenda Jinan a Arîn, Şaredariya Qoserê: Navenda Jinan a Nûda, Nisêbîn: Navenda Jinê ya Gulşîlav, Şaredariya Dêrikê: Navenda Jinan a Peljînê, Şaredariya Kerboranê: Navenda Jinê ya Çîçek, Şaredariya Şemrexê: Navenda Jinê ya Rewşen, Şaredariya Xelfetiyê: Navenda Jinan a Sara, Şaredariya Wêranşarê: Navenda Jinê ya Berjîn Amara, Şaredariya Wanê: Navenda Jinê ya Jiyanê ya Rojînê, Şaredariya Îpekyolûyê: Navenda Jiyana Jinê ya Maya, Şaredariya Erdîşê: Mala Piştevaniya Jinan, Şaredariya Artemêtanê: Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, Şaredariya Miksê: Navenda Jiyana Jinê ya Miksê, Şaredariya Payîzavayê: Navenda Jiyana Jinan, Şaredariya Colemergê: Navenda Jinê ya Binevşê, Şaredariya Çelê: Navenda Jinan a Bervarê, Şaredariya Şemzînanê: Navenda Jinan a Nûjîn, Şaredariya Gimgim: Navenda Jinê ya Savûşka, Şaredariya Dêrsimê: Navenda Jinê ya Yaşam, Şaredariya Bazîdê: Navenda Jinê ya Sema Yuce, Şaredariya Sêrt: Navenda Jinan a Berfîn, Şaredariya Akdenîzê: Navenda Jinê ya Îştarê.”
 
Bi van sazî û navendan re têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan hat dayîn û xizmetên hiqûqî, derûnî û şêwirmendiyê hatin dayîn. Tevlîbûna jinan a li qadên jiyanê bi projeyên kooperatîf û îstîhdamê pêk hat. Jinên ku rastî tundiyê hatin, hatin parastin û li stargehan xwedî li wan hat derketin. Ji bo wekheviya zayendî pêk were perwerde hat dayîn. Ji bo jin karibin beşdarî kar û qadên cuda yên jiyanê bibin kreşên zarokan hatin vekirin. Li gorî daxwazên jinên li taxan dijîn qurs, kooperatîf û atolyeyên tekstîlê hatin avakirin. Hilberîna sera û çandiniya organîk di nava şaredariyan de hat kirin. Hilberînên jinan bi rêya bazarên taxan hatin berpêşkirin. Dîsa cihê cilşûştin xalîçeşûştinê û tenûran hatin vekirin û jiyana rojane ya jinan hêsantir bû.
 
HEVŞAREDARÊN GIRTÎ
 
Lê belê têkoşîna jinê ya ji bo veguherîna pergalê piştî du salan bi êrişê re rû bi rû ma. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de ku bi biryara Civîna Lijneya Wezîran a 20'ê Tîrmeha 2016'an hat ragihandin, ji 102 şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dest xistibûn, ji bo 96 heban qeyûm hatin tayînkirin. Dema ku qeyûm hatin tayinkirin, yek ji karê wan ê yekemîn, êrişa li destkeftiyên jinan bû. Navend, stargeh, qadên jiyanê, park û kooperatîfên jinan hatin girtin. Navendên ku nehatin girtin jî, bi tevahî bêerk hatin hiştin. Rêxistinên ku di avahiya îdarî de wekî midûriyeta jinan û beşên jinan hatibûn avakirin, hatin betalkirin. Ne tenê navend hatin girtin, navê jinan ên li ser tabelayan hatin rakirin û di bin navê malbatê de hewl hat dayîn ku berbiçavbûna wê bê tunekirin. Hin jinên kedkar ji kar hatin avêtin, hin ji wan jî li peywirên pasîf hatin tayînkirin û belgeyên jinên ku serî li navendên şêwirmendiyê dabûn jî hatin desteserkirin. Ji 96 hevserokên jin 35 jê hatin binçavkirin û girtin. 15 hevşaredar ku 5 jê jin in, hê jî di girtîgehê de ne. 
 
Jinên ku tevî êrişan jî dest ji destkeftiyên xwe bernedan, di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de kgelek şaredarî ji qeyûmên hatin tayinkirin stendin. HDP'ê di hilbijartinê de 3 jê yên bajarê mezin bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê ji van şaredaran 6 jê bi hinceta bi KHK'ê hatine îxrackirin mazbataya wna nehat dayîn. Piştî vê dets bi tayinkirina qyeûman hat kirin. enê qeyûm tayinî 5 şaredariyan nehat kirin. Şaredariyên qeyûm tayinî wan nehatin kirin ev in: Komira Semsûrê, Panosa Agiriyê, Çinara Amedê, Silopiyaya Şirnexê û Gundikê MElê ya Şirnexê. Qeyûmên ku 4 meh piştî hilbijartinan hatin tayînkirin, gelek projeyên ku hatibûn destpêkirin betal kirin. 72 hevşaredar hatin binçavkirin û ji wan 20 jê jin 39 hatin girtin û hê jî 3 jê jin bi giştî 7 hevşaredar girtî ne.
 
JIN BI BIRYAR IN
 
Jin, niha xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an amade dikin. Jin tevî hemû êrişan jî bi biryar in ku bi paradîgmaya jinê ya azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk di çarçoveyeke demokratîk de jiyan û civakê ji nû ve ava bikin. 

Sernavên din

24/01/2024
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe