Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?

  • rojane
  • 09:20 23 Çile 2024
  • |
img

ENQERE - Aktîvîsta TJA'yê ya di greva birçîbûnê de Zelal Bîlgîn, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareseriya herî rast daniye holê û got: "Dema vîna bi mîlyonan kesî dîl girtî be, ma mirov dikare behsa çareseriyê bike?"

Çalakiya greva birçîbûnê ya li gelek girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 27’ê Mijdara 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareserkirina meseleya kurd hat destpêkirin, di roja 58’an de berdewam dike. Her wiha li Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê bi hezaran Dayikên Aştiyê û welatî jî bi heman daxwazê çalakiya Nobeda Edaletê didomînin.
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn ku yek ji van girtiyan e û ketiye greva birçîbûnê û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, pirsên me yên têkildarî greva birçîbûnê bersivandin. 
   
Bîlgînê da zanîn ku li girtîgeha ku lê tê girtin û li girtîgehên bi tîpên Y û S bi temamî tecrîd heye. Bîlgînê anî ziman ku îşkenceya derûnî, civakî, fizîkî û çandî jî heye û got ku girtîgeh veguherîne "kampên esîran". Bîlgînê diyar kir ku bi greva birçîbûnê re ev rewşên ku ew wekî polîtîk pênase dike girantir bûne. Bîlgînê bilêv kir ku tevî vê yekê jî moral û motîvasyona wan hîn geştir bûye û grev bi coş derbas dibin û wiha ragihand: “Em hev, di heqîqeta armancê de tên cem hev. Em ruhê xwe bi azweriya azadiyê têr dikin. Em li dijî feraseta faşîst a ku dixwaze vê azweriyê tune bike û her rewşê vediguherîne firsendeke êrişê, têdikoşin."
 
‘GAVA NIKARIN SABOTE BIKIN DERIYÊN KILÎT DIKIN Û DIÇIN'
 
Bîlgînê diyar kir ku piştî wan dest bi grevê kiriye, her roj midûrê girtîgehê, gardiyan û derûnas jî di nav de gelek kes tên qawîşên ku girtî lê dimînin. Bîlgînê ragihand ku ev rewş sepaneke “taybet” e. Bîlgînê da zanîn ku ev kesên ku tên qawîşê ji girtiyên ku ketine grevê re dibêjin "Hûn pir jar bûne”, “Eger ez bûma min ê xwarin bixwara", “Gelo ez jî têkevimê ez jar bibim?", "Ma ê çi bibe, dest jê berdin" û "Daxwazek te ji me heye?" û bi vî awayî dixwazin grevê sabote û pûç bikin. Bîlgînê wiha domand: “Armanca wan ew e ku çalakiyê bêwate bikin û îradeyê bi şerê derûnî bişkînin. Dema em armanc û daxwaza grevên birçîbûnê rave dikin, dibêjin 'ev zêdeyî qeweta me ne' û deriyên sê quflî li ser me kilît dikin û diçin." 
 
BERSIV: BERXWEDAN
 
Bîlgînê da zanîn ku daxwazên wan her kesî eleqedar dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “A rast, her kes dikare tiştinan bike. Dikarin bi redkirina unsûrên vê pergalê dest pê bikin. Lê ji dêvla vê radibin dibin koleyê pergalê. Ji bo vê pêvajoyê xera bikin, li hin girtîgehan vîtamînan û lazmatiyên wekî şekir û xwê nayên dayîn. Armanc ew e ku pêvajoyê girantir bikin, hem ceza bikin hem jî bêvîniyê birêxistin bikin. Her çi qas dizanin ku ew ê bi ser nekevin jî, dev ji van hewldanan bernadin. Hemû netewe, gel û zindan bûn şahidê berxwedaneke saloqat didome." 
 
‘RUHÊ BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ'
 
Bîlgînê anî ziman ku li dijî neheqiyên li wan tên kirin bi her rê û rêbazan li ber xwe didin û wiha lê zêde kir: “Grevên birçîbûnê jî yek ji wan e. Ev ruhê berxwedana mezin a ku piştî darbeya 80’yî ya ku bi polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê bi tundî dihatin meşandin, ruhê xwe ji berxwedana li zindana Amedê girtiye. Hêvî û baweriya giyanên fedaî yên grevên birçîbûnê yên sala 2018’an, hildigire. Ev ne rewşa birçîbûnê ye. Ev, daxwaza têrbûnê ya di nebûna heqîqetê ye." 
 
Bîlgînê da xuyakirin ku polîtîkayên înkar, qirkirin û asîmîlasyonê sed sal in di meriyetê de ne, lê çareseriya herî zelal û realîst a vê yekê ji aliyê Rêberê PKK'ê ve hatiye dayîn û wiha pê de çû: "Bi perspektîfa Modernîteya Demokratîk, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest û tune tên hesibandin rêya jiyana bi hev re û aştiyane danî holê. Gelê Tirkiyeyê bûn şahidê hin gavan ku di pêvajoya muzakereya di sala 2013'an de hatin avêtin û biryardayîna ji bo çareseriyê û aştiyê dîtin." 
 
Bîlgînê ragihand ku gelê kurd Rêberê PKK'ê wekî vîna xwe dibîne û Rêberê PKK'ê ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin û wiha got: “Bi milyonan kes bi îmzeyên xwe diyar kirin ku birêz Abdullah Ocalan vîna wan e. Dema ku vîna bi milyonan kesî dîlgirtî be, nexwe em ê karibin behsa kîjan çareseriyê bikin? Yê dîlgirtî tenê ne birêz Abdullah Ocalan e. Mesele ne tenê girtina rêberekî ye. Ziman, çand, erdnîgarî û gelê kurd e. Bi hev re dîl hatine girtin. Ji ber vê yekê ye, lê bi sedan girtîgehan ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a meseleya kurd grevên birçîbûnê didomin û bi vê re li 74 welatan bi heman dirûşmeyê çalakî tên lidarxistin. Bi vê re hêviya gelan a ji bo azadiyê xurt dibe." 
 
BANGAWAZÎ: EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN
 
Bîlgînê di dawiyê de bang kir ku xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd û gelên me yên qedîm ên li dijî qirkirin û înkarkirinê serî rakirine, wê bersiva herî zelal bidin vê pêvajoyê. Di serî de li dijî gelê kurd û jinan, bi giştî jî li dijî muxalif, çepgirt-sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan êriş zêde dibin. Bi binçavkirin û girtinê gef tên xwarin û bi van gefan hewl didin hemû civakê lal bikin û bêçalak bikin. Dixwazin bi nêzîkatiyeke tekparêz, netewperest û faşîst pergaleke dîndar û kîndar ava bikin. Ne mimkûn e ku derdorên cihêreng di pergaleke wiha de nefesê bistînin. Li hemberî vê yekê dengek ji zindanan bilind dibe. Lewma ez bang li hemû gelê me û derdorên muxalif dikim ku bibin dengê zindanan û li dijî faşîzmê eniya şorşegeriyê xurt bikin. Ev zext dê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan û bi çareserkirina meseleya kurd bê şikandin. Ji bîr nekin heke em li derve negihin hev, em ê li hundir bên cemhev." 

Sernavên din

24/01/2024
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe