Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |

  • rojane
  • 11:28 26 Çile 2024
  • |
AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dê di 1’ê sibatê de dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” bikin û meş dê heta 15’ê Sibatê bidome. 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ragihandin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi meşê bikin. Daxuyanî li hotêleke li bajar hate dayîn û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tev li daxuyaniyê bûn. Di heman demê de gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyan jî di daxuyaniyê de cih girtin. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em ji bo azadiyê dimeşin. Dem dema azadiyê ye” hate daliqandin. 
 
DÊ 75 KES DI MEŞÊ DE CIH BIGIRIN
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin da zanîn ku dê 75 aktîvîstên mafên mirovan di meşê de cih bigirin. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî û bi sernavê “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk em meşa azadiyê didin destpêkirin” ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ve hate xwendin. Hat destnîşankirin ku meş dê di 1’ê sibatê de bê destpêkirin û heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome. 
 
‘PERGALA TECRÎDÊ BÛYE NAVENDA POLÎTÎKAYÊN TESFIYEKIRINÊ’
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Ev 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Birêz Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di warê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî roleke girîng e. Ev 2 sal û 10 meh in der barê birêz Ocalan tu agahî nayên stendin. Ne di hiqûqa Tirkiyeyê de ne jî di hiqûqa navneteweyî de ciyê pêkanînên tecrîda mutleq tune ye û her wiha tecrîd ne exlaqî ne wijdanî ne jî însanî ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, bûye navenda polîtîkayên tesfiyekirina têkoşîna azadiya gelê kurd. Bi rêya tecrîdê hewl didin ku hiqûqa mêtingeriyê pêk bînin, axa Kurdistanê dagir bikin û bê mirov bihêlin. 
 
LI SER CIVAKÊ TECRÎD WEKE AMÛREKÊ ZORDARIYÊ TÊ BIKARANÎN
 
Eşkere ye ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd û Kurdistanê pêk tê, di heman demê de temamê civakê jî dîl girtiye û li ser civakê wek amûreke zext û zordariyê tê bikaranîn. Polîtîkayaên tecrîdê li hundir rê li ber qeyranên aborî, civakî û siyasî vedike,  li derve jî Tirkiyeyê ber bi şerên herêmî ve dikşîne. Ji bo derketina ji van krîz û şerên herêmî rêya herî giring ev e ku pergala tecrîda mutleq bê hilweşandin û Birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî.
 
ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI BER ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E
 
Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurd e. Bi vê rêyê gelê welêt û gelên herêmê ji aliyê dewletên neteweperest ve ji hêla aborî, çandî, civakî û siyasî ve di şer û pevçûnan de tên fetisandin. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dê rêya çareseriya demokratîk û aştiyane veke. Gotinên ku birêz Ocalan di sala 2010’an de bi lêv kirin girîngiya azadiya wî ya fizîkî ya ji bo jiyana azad a gelan nîşan didin. Birêz Ocalan gotibû; ‘Mirov dikare tenê bi şertekî li derve bijî, ew jî bi vî awayî mumkin e ku divê mirov ji bo hebûn û azadiya kurdan û azadiya kedkarên tirk ên ku di şert û mercên kapîtalîzmê de dijîn bîst û çar saetan di nav têkoşînê de be.’
 
KRÎZÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST KÛRTIR DIBIN
 
Heta ku ev tecrîda mutleq neyê şikandin dê gel nikaribin bêhnê bistînin û pirsgirêk dê bi awayekî demokratîk neyên çareserkirin. Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn şer û krîzên modernîteya kapîtalîst kûrtir dibin û rêya çareserkirina van pirsgirêkan ev e ku divê fikr û ramanên birêz Ocalan bên guhdarîkirin. Ji her demê zêdetir pêdivî bi pêşniyarên wî heye. Li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê gelên herêmê û yên cîhanê pêşeroja xwe ya polîtîk di şexsê birêz Ocalan de pêkan dibînin. Lewma gel îtirazî van şert û mercan dike ku birêz Ocalan tê de ye. Encameke van îtirazan jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan bi çalakiyên ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest pê kir û ew çalakî îro berfirehtir bûne.  
 
MEŞA MEZIN A AZADIYÊ DEST PÊ DIKE 
 
Em jî wek siyasetmedarên kurdistanî, jin, ciwan, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan, çalakiya navneteweyî ya hevalên xwe silav dikin û em eşkera dikin ku ji 1’ê sibatê heta roja salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajar û bajarokên Kurdistanê em ê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bidin destpêkirin. Armanca çalakiya me di serî de ew e ku birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hemû mafên wî yên hiqûqî  bicîh bên û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd girîng e. 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê hilweşandin û dek û polîtîkayên qirêjî yên li ser pirsgirêka kurd bên bidawîkirin em ê nesekinin. Em careke din diyar dikin ku li dijî van polîtîkayên ku tu pîvanê mirovahiyê nas nake em ê bêdeng nemînin. Em hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk gazî çalakiya xwe dikin, wer in em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û tecrîdê têk bibin.”
 
ÇÎFTYUREK: TECRÎD EXLAQÎ NÎNE 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek di daxuyaniyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha got: “Ev nêzî 3 sal in birêz Ocalan di tecrîdê de ye û mînaka vê li cîhanê nîne. Dewlet, qanûnên xwe binpê dike. Heke exlaq û wijdana wan hebûya dê hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re 3 salan asteng nekira. Lewma ev tecrîd ne tenê derhiqûqtî ye, her wiha bêexlaqî ye. Tevî ewqas çalakî û xwepêşandanan jî îktîdarê çavên xwe girtine û nabihîse. Şerê li Rojhilata Navîn giran bûye. Yek ji kesên herî zêde li ser Rojhilata Navîn xwedî gotin, birêz Ocalan e. Siyaseta Rojhilata Navîn baş dixwîne. Heke îro biaxive, dê fikr û ramanên xwe yên li dijî şer bîne ziman. Dewlet naxwaze pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Heke bixwesta, dê tecrîda li ser birêz Ocalan rakira. Berxwedana gelê me ya li dijî vê tecrîda derqanûnî bênavber didome. Em jî dê dest bi meşa azadiyê bikin. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalant ê rakirin û azad dibe jî dê meşa me bidome. Banga me ya ji bo dewletê ew e ku vê siyaseta xwe ya bêexlaq biterikîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, em tecrîdê bişikînin. Bila Abdullah Ocalan biaxive.” 
 
CANPOLAT JI BO MEŞÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR 
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî da zanîn ku meşa wan hemû bajarên Kurdistanê digire nav xwe û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li Kurdistan û Tirkiyeyê rê li ber krîza aborî vekir. Me destê xwe danî in kevir. Ji bo aştî, aramî û yekitiya li Tirkiye û Kurdistanê bila her kes destê xwe deyne bin kevir. Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê bimeşin. Em di vê baweriyê de ne.”
 

Sernavên din

26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin