Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin

  • cîhan
  • 08:36 31 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya konferansa ku ji aliyê rêxistinên jinên Kurd ên Êzidî ve li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê hate lidarxistin, hate eşkerekirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Parlamentoya Ewropayê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de fermanên êzidiyan bi taybetî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate kirin, hatin vegotin û li ser avakirina rêveberiya xweser, rewşa Şengalê, veger û êrîşan jî axaftin hatin kirin.
 
Di encamnameya Konferansa Jinên Êzidî ya li Parlamentoya Ewropayê de bal kişand ser rewşa qirkirin û qirkirina jinên êzidî yên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3’yê Tebaxa 2014'an.
 
Di konferansê bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê hat kirin ku trajediya civaka êzidî hatiye jiyîn weke jenosîdê bi fermî nas bikin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha ji bo parastina ewlekariya gelê Êzidî, mafên jinan û parastina çandî banga lezgîn hat kirin.
 
QIRKIRIN Û QIRKIRINA JINAN BI HEV RE RÛ DAN
 
Di daxuyaniya dawî ya konferansê de hate destnîşankirin ku di sala 2014’an de qirkirin û qirkirina jinê bi hev re rû dane û wiha hate gotin: “Bi hezaran sal in jinên êzidî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûne parêzvanên çand, ziman û nasnameya Êzidiyan. Jinên Êzidî di aliyê bîr, bawerî û nasnameya civakê de li ser bingehên dîrokî ne. Têkiliya komkujî û qirkirinê nîşan dide ku hebûna civaka êzidî di bin xeteriyeke cidî de ye.”
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku îro jî bi hezaran jinên êzidî li bazarên welatên cuda weke kole tên firotin. Hat gotin ku Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji komkujiyê berpirsyar in û hat xwestin ku ev yek bê zelal kirin.
 
Di konferansê de ji bo pêşîgirtina li qirkirin û qirkirinên nû yên li Şengalê ev biryar hatin girtin:
 
1. Em bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê dikin ku li ser îdiayên ku di raporê de cih digirin lêkolîn bikin. Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û gelek meclîsên neteweyî, hovîtiya li Şengalê weke jenosîd qebûl kirin. Her wiha em bang li parlementoyên din û saziyên navneteweyî jî dikin ku qirkirinê bi fermî nas bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava tevgerê. Ji bo azadkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên niha di destê DAÎŞ’ê de ne, divê hewldanên navneteweyî bên kirin. Her wiha divê astengiyên heyî bên rakirin da ku gelê Êzidî yê di fermana 74’an de neçar man cih û warên xwe biterikînin û di nava şert û mercên dijwar de dijîn, karibin vegerin ser axa xwe.
 
2. Em daxwaz dikin ku bang li PDK’ê were kirin ku bi rêyên cuda gavên vegera gelê Êzidî zehmet dike rawestîne. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku ji bo tazmînata ziyanên şer, paqijkirina mayinên li kampên ji aliyê çeteyan ve hatine danîn û jinûve avakirina bajarê wêrankirî yê Şengalê, piştgiriyê bidin.
 
3. Li dijî welatên ku destekê didin rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê bi taybetî jî Tirkiyeyê ti lêpirsîn û doz nehatiye vekirin. Ev rewş ne tenê şerm e, rê li ber komkujiyên nû jî vedike. Em girîngiyê didin rapora bi navê “Berpirsyariya Dewletê û Qirkirina Êzidiyan” ku ji aliyê Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (YJC) ve di Tîrmeha 2022’yan de hat weşandin.
 
Konferansa 4’emîn, welatên ku fermana 74’an wekî qirkirinê nas dikin silav dike û bang li wan dike ku êrîşên dewleta tirk bi siyaset, dîplomasî û hiqûqê rawestînin.
 
5. Di konferansê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamentoya Ewropayê (PE) hat kirin ku bi lez û bez bûyerên li dijî Êzidiyan ên di sala 2014’an û şûnve bi rêya dadgeh an forumên navneteweyî lêkolîn bikin û berpirsyarên komkujiya Êzidiyan bên darizandin.
 
6. Di konferansê bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Ewropayê hat kirin ku bi peymana 9'ê Cotmehê ji ber berjewendiyên jeostratejîk konsepta tinekirina Êzidiyan û berdewamiya kuştina jinan betal bikin û wê weke berdewamiya qirkirin û qirkirina jinê bibînin. Çareseriyê bi rêxistin û saziyên Êzidî yên li Şengalê re bê dîtin.
 
7. Di konferansê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîsyona Jinan a Yekitiya Ewropayê hat kirin ku derbarê welatên ku bazirganiya jin û keçên Êzidî dikin bi lêkolînên taybet diyarkirin û rêyên hiqûqî bên destpêkirin.
 
8. Di konferansê de bang li Parlamentoya Ewropayê hat kirin ku ji bo qirkirinên jin di pêşerojê de nesin nava hesabên eostratejîk û jeopolîtîk, 3’yê Tebaxê weke roja femînîsîda ser jinê destnîşan bike.
 
9. Di konferansê de bang li dewletên ku fermana 74’an a li dijî Êzidiyan weke jenosîd nas dikin hat kirin ku mafê çarenûsa Êzidiyan di nav sînorên Iraqa federal de bê misogerkirin.
 
10.Ji bo ku Êzidî li cih û warên xwe bi ewle bijîn, pêwîstî bi sererastkirina binesaziya ku di sala 2014’an de hatiye xerakirin heye.
 
11. Di konferansê de bang hat kirin ku PDK, Êzidiyan û bi taybetî jinên Êzidî yên di kampên Başûrê Kurdistanê de ne weke dîl dibîne, divê dev ji gefxwarinê û dîlgirtina Êzidiyan berde û bihêle ku gelê Şengalê vegere ser axa xwe.
 
12. Di konferansê de banga qedexekirina firîna balafirên şer ên li ser Şengalê hat kirin û her wiha êrîşên dronan ên li ser sivîlan bên kontrolkirin û rawestandin hat kirin.
 
13. Di Konferansê de tê xwestin ku li Ewropa û cihanê dev ji polîtîkayên sînordarkirin û krîmînalîzekirina her cure siyaset, xwerêveberî û rêxistinên Kurdan bê berdan û dawî “terorîzekirina” berxwedana azadiya Şengalê bê anîn.
 
14. Di konferansê de bang li UNESCO’yê hat kirin ku bermahiyên çandî û dîrokî yên Êzidiyan wekî Mîrateya Cîhanê nas bike û ji bo parastina wan di mekanîzmayên navneteweyî yên têkildar de bixebite.
 
15. Di Konferansê de hat xwestin ku baweriya Êzdiyatiyê  li hemû cîhanê û bi taybet li Iraqê fermî were qebûlkirin.

Sernavên din

02/02/2024
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
31/01/2024
20:28 Girtiya nexweş Guven hat berdan
18:33 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
18:16 Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!