Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin

  • rojane
  • 11:37 31 Çile 2024
  • |
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo tevlibûna “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê destpêkirin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ji bo deriyek were vekirin û şensekî bidin aştiyê ya ku ji destê me tê em ê bikin.” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniya Meclisê de têkildarî rojevên heyî axivî. 
 
BIRYARA CAN ATALAY SÛCEKÎ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E
 
Di serî de Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Can Atalay û wiha got: “Sepanekî derhiqûqî ye. Ev rewş, sûcekî li dijî Destûra Bingehîn e. Yên ku darbeya darazê kirin îcar bêyî ku şerm bikin, li Meclisê sedema betalkirina parlamenteriyê jî weke hewcehiya Destûra Bingehîn nivîsandine. Ji roja bûye îktîdar heta niha AKP her tim di nava pratîka darbeyê de bû. Yên ku hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an red kirin, yên ku dema di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiyên parlamenterên me hatin rakirin li gel ku li dijî destûra bingehîn jî destê xwe rakirin, yên ku di 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên me yên giştî û parlamenterên girtin, yên ku qeyûm li şaredariyan tayîn kirin, bingeha vê darbeyê jî amade kirin. Lê li vir tenê gotin j AKP-MHP’ê re neyên kirin, yên ku dema li dijî kurdan her cureyên derhiqûqtiyê dihatin kirin bêdeng diman îro jî bûne sedema biryara Can Atalay. Yên ku dema rejîma qeyûman ketî meriyetê digotin; ‘tiştek nabe, dikarin li kurdan bikin’ îro bûne sedema vê. 
 
‘DEMA PARÊZBENDÎ HATIN RAKIRIN WE PIŞTGIRÎ DA’
 
Di berdewamê de Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û parlamenterên din û wiha pê de çû: “Dema ev pêvajo diqewimîn, mixabin muxalefetê li Meclisê destê xwer akirin. Bêdeng man û piştgirî dan derhiqûqtiya li dijî kurdan dihat kirin. Di şexsê Can Atalay de li dijî vîna gel darbe hate kirin.” 
 
SEDEMA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ÇI NE?
 
Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Du meh li pey xwe hişt. Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Ne parêzer, ne malbat ne jî şande dikarin biçin serdanê. Li gel daxwazê jî nahêlin em parlamenter biçin. Girtiyên siyasî jî li dijî vê rewşa tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Hewl didin dengê xwe bigihînin Meclisê. 
 
MEŞA MEZIN A AZADIYÊ BI BÎR XIST
 
Em ê di navbera 1-15’ê sibatê de meşa azadiyê li dar bixin. Meş dê ji du baskan pêk bê. Baskekê wê li Wanê yê din jî dê li Qersê dest pê bike. Di van meşan de dê daxwaza azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên kirin. Em ê careke din bang li Meclisê bikin ku înîsiyatîfê li xwe bigire. 
 
WALIYÊ QERSÊ ÇAWA KU HAY JI AGAHIYÊ BÛ... 
 
Meşa me dê li Qersê dest pê bike. Walîtiya Qersê çawa ku agahî bihîst, li seranserî bajar ji bo 5 rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan derxist. Em vê biryarê şermezar dikin. Krîmînalîzekirina meşa ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekheviya welêt tê lidarxistin, hewldana astengkirina wê rewşekî ketî ye. Lê em careke din dibêjin ku çi dibe bila bibe em ê vê meşê li dar bixin. Em ê vê meşê di 15’ê Sibatê de temam bikin. Ji bo ku di dawiya vê meşê de li vî welatî deriyeke nû vebe, şensek ji aştiyê re were dayîn ya ku ji destê me tê dê bikin. Em careke din bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, jin, bindest, hunermend û her derdoran dikin ku bibin dengê aştiyê.
 
AKP HILBIJÊRÊN QAÇAX VEDIGUHÊZE
 
Li şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Me gelek caran nelirêtî û rejîma mêtingeriyê ya qeyûman vegot. Tiştekî din jî heye, AKP hewl dide di serdema pêş de hilbijêran îpotek bike. Çi dike? Hilbijêrên qaçax vediguhêze. Weke mînak; Îdir. Îdir, bajarekî pir girîng e. Weke ku hûn jî dizanin, tevahiya derdorên ‘neteweperest’ bûn yek da ku DEM Partî Îdirê bi dest nexe. Ji vî alî ve Îdir û Qers girîng in. Li Îdirê çi kirine? Li cihê ku AKP’ê bi hezar û 514 dengan windakirî, li 7 avahiyan bi giştî 4 hezar û 449 hilbijêr hatine qeydkirin. Di nava van kesên qeyda wan heyî de 4 hezar û 449 hilbijêrên qaçax ên ne ji Îdirê û li bajarên cuda deng dayîn hene. Hewl didin tercîha xelkê Îdirê biguherînin. Li Sêrtê jî HDP’ê di 2019’an de bi hezar û 161 dengan qezenc kiribû. Niha 6 hezar û 819 hilbijêrên qeyda wan biguman hene. Anku dixwaze Sêrtê ji me bistîne. Ka em li Şirnexê binêrin. Dema AKP’ê Stenbol winda kirî Tayyîp Erdogan digot; ‘Me Stenbol winda kir lê me Şirnex stand.’ Binêrin bê ka AKP’ê çi kiriye; li Taxa Yeşîlyurtê ku weke qada leşkerî tê zanîn 752 hilbijêr hebûn lê ev hejmar derketiye 5 hezar û 956’an. Ji van hilbijêran 4 hezar û 368 jê ne ji Şirnexê ne. Li Qers û Agiriyê jî heman tişt kirine. Li dijî van îtîraz hatin kirin lê îtîraz hatin redkirin. 
 
AKP’ê bi saîkên siyasî qeyûm li şaredariyên me tayîn dikir, ya ku niha tê kirin jî cureyeke tayînkirina qeyûman a cuda ye. 
 
BÊKARÎ, XIZANÎ, HEMASET... 
 
Îktîdar hewl dide bi rêya neteweperestî û hemasetê xizanî û birçîtiya li welêt veşêre. Lê li hêla din tevahiya çavkaniyên welêt pêşkeşî dewlemendan dike. Têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Li herêmên kurdan binêrin dê bibînin bê ka di mijara belavkirina dahatê de newekheviyeke çiqas mezin heye. Dema hûn li nexşeyê dinêrin dê pir bi eşkereyî bibînin bê ka herêmên kurdan çawa li derve hatine hiştin. Dê bibînin bê ka çawa para xwe ji parvekirina dahatê nagire. Li rexekî di bin zexta binçavkirin, girtin, darbe û qeyûman de ye, li rexa din jî bêkar, xizanî û birçîtiyê lê ferz dikin.
 

Sernavên din

02/07/2024
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e