Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye

img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê 31 sal in di girtîgehê de ye, 3 car in berdana wî tê taloqkirin. Abdullah Zenger ku bavê xwe di nava çar diwaran de nas kiriye wiha got: "Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe me." 
 
Ji ber polîtîkayên ewlekariyê yên dewleta tirk ên ku di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê pêk anî û hê jî didomîne bi sedan gund hatin valakirin, bi hezaran kes jî bi awayekî neheqî û bêhiqûqî hatin girtin û cezayê muebedê li wan hat birin. Di vê serdemê de gelek zarokên kurd bavên xwe di nava çar diwaran de nas kirin û gelek ji wan jî qet bavên xwe nedîtin. Di serdema polîtîkayên "Heke ku tu kurd bî yan tu dê di girtîgehê de bî û yan jî di bin axê de bî" dihat meşandin de, zarokên kurd di temenekî pir biçûk de bi rûyê herî zalimane yê dewletê re rû bi rû man. 
 
Girtiyê bi navê Ahmet Zenger ê ku dema bavê zarokekî bû û zarokê wî yê din jî hê nehatibû dinyayê, hat girtin. Zenger, di sala 1993'yan de li gundê Xirabaşeref ê navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn. Zenger, ev 31 sal in di girtîgehê de ye. Beriya ku nehatiye girtin hevjîna wî ducanî ye û piştî girtina wî zarokê wî yê bi navê Abdullah Zenger tê ser dinê. Abdullah bavê xwe di nava çar diwaran de nas dike û bêyî bavê xwe mezin dibe. Abdullah ê ku niha 31 salî ye, ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe ye. Zenger, heta niha li Girtîgeha Xarpêtê, Girtîgehên Tîpa T a Şirnexê, Tîpa M ya Mîdyadê, Tîpa E ya Sêrtê, Tîpa T ya Mêrdînê, Tekîrdagê, Tîpa L ya Espiyeyê, Tîpa T ya Trabzonê û Girtîgeha Orduyê hatiye ragirtin. Zenger ê bi giştî li 11 girtîgehan maye, ev sê car in ku berdana wî tê taloqkirin. Kurê wî Abdullah Zenger ê ku li Stenbolê kar dike, bi hêviya ku bavê wî azad bibe 3 car in tê Hezexê û ev sê car in berdana bavê wî tê astengkirin. Ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve bi pirsa "PKK rêxistina terorê ye?" poşmantî tê ferzkirin. Ji ber ku Zenger bersiva "Na" daye, berdana wî 6 mehên din hatiye dirêjkirin. 
 
Kurê girtî Ahmet Zenger
 
Kurê wî Abdullah Zenger yê ku bi bavê xwe ji derve nedîtiye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'DEMA KU EZ ÇÛM HEVDÎTINÊ MIN BAVÊ XWE NAS NEKIR'
 
Kurê girtî Ahmet Zenger, Abdullah Zenger diyar kir ku wî beyî bavê xwe, çavê xwe li dinê vekirin û got ku ew 31 sal in li benda bavê xwe ye. Zenger wiha domand: "Bavê min di sala 1993'yan de hate girtin. Piştî ku bavê min tê girtin ez piştî 4 mehan têm ser dinê. Min bavê xwe ne li malê û ne jî ji derve nedîtiye. Min bavê xwe di girtîgehê de di nava çar diwaran de nas kir. Ev rewşeke pir zehmet e. Dema ku ez bi diya xwe re çûm hevdîtina bavê xwe, ez 5 salî bûm û min bavê xwe nas nekir. Ji min re gelek xerîb hat. Ez bêbav mezin bûm û ji bo min gelek zehmet bû. Wexta ku ez ewilî çûm hevdîtina wî min nas nekir û piştre hêdî hêdî min bavê xwe nas kir û ew hest min hîs kir. Ji bo min rewşeke pir zehmet bû. Ew kêmasiya wî her tim bi min re hebû. Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ji 1 salî heta 31 saliya xwe bavê min ne li cem min e. Min gelek kêmasiya wî kişand. Ev wêneye jî dema ku ez hêj 16 salî bûm, çûbûm hevdîtîna bavê xwe, min li wir kişandibû." 
 
'EV 30 SAL IN LI BENDA DERKETINA BAVÊ XWE ME'
 
Zenger, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ev sê carin hêviya wî ya ku berdana bavê wî tê şikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu sûcê bavê min nebû û di encama giliyan de hate girtin. Ji ber ku temenê min biçûk bû min ji derdorê dipirsî,' çima bavê min hatiye girtin?' digotin,' tu sûcê bavê te nîne bi keyfî evqas ceza danê' Ev 31 sal in ku ez li benda derketina bavê xwe me. Hevalên wî hemû hatin berdan. Hêviyek kete dilê me û me got, 'dê wî jî berdin' lê tevî ku cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan. Ev sê car in ku berdana wî 6 mehan dirêj dikin. Bi keyfî tevdigerin. Ev tişta ku dikin neheqiye û bêedeletiye. Piştî ku mirov 30 salan di girtîgehê de dimîne çawa pirsa, 'tu poşmanî?' dikin. Van mirovan tiştek nekiriye."
 
'DI 31 SALAN DE LI DEHAN GIRTÎGEHAN MA'
 
Zenger, anî ziman ku bavê bavê wî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê de maye û da zanîn ku ji roja ku hatiye vî  temenê xwe heta niha li girtîgehan digere û got: "Bavê min di van 31 salan de li dehan girtîgehan ma. Her 2 salan carekî sirgûnî girtîgehekî dihat kirin. Ji Behrareş heta Kurdistanê di hemû girtîgehan de maye. Ev 31 sal in ku yek girtîgeh nema ku ez bi xwe neçûmê. Di vê hêlê de jî me gelek zehmetî kişandin. Çûn û hatina van girtîgehan gelek zehmet bû. Bi taybetî jî dayika min gelek zehmetî kişandin. Ev 8 sal in jî diya min ji ber ku nexweşe nikare biçe hevdîtinan. Bavê min nexweşê sarayê ye. Ji ber ku ev nexweşiye heye her carê nobetan derbas dike. Her sal dibêjin 'em ê îsal berdin' bernadin. Her sal bi keyfî bernadin. Îro ne tenê bavê min bi dehan hevalên wî di vê rewşê de ne û her carê înfaza wan tê şewitandin. Divê ku em li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin. Divê ku saziyên ku mafê mirovan diparêzin li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û li dijî vê derbikevin."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 
 
 

Sernavên din

02/02/2024
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
31/01/2024
20:28 Girtiya nexweş Guven hat berdan
18:33 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
18:16 Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!