Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin

img
AMED - Meşvanê Meşa Mezin parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn belavî Tirkiyeyê bûye û anî ziman ku divê herkes li dijî vê rabe ser piyan. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de ji du baskan hate destpêkirin didome. Meşvanên di baskê meşê yê Wanê de tevî şertên hewayê yên neyînî jî li her navçe û navenda diçinê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Meşvanên çûn navçeyên Payîzava û Elbak ên Wanê navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrgê, girîngiya azadiya Ocalan a ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vegotin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Zekî Îrmez, girîngiya çalakiyê û li cihên diçinê çawa tên pêşwazîkirin vegotin. 
 
Îrmez, bal kişand ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê pêkanîn kete meha 35’emîn û ev rewşa li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin şer kûrtir dike û got: “Ji ber vê yekê divê tecrîd demildest bê rakirin. Îrmez, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek çalakî û aktîvîte tên kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û li Tirkiyeyê deriyê aştî û demokrasiyê bê vekirin divê birêz Ocalan azad bibe. Ji ber ku kengî bi birêz Ocalan re axaftinek hatibe kirin, pêvajoyeke çareseriyê hatibe destpêkirin gelan bêhneke rehet wergirtine. Me dît ku bi rastî jî hawîrdora aştî, demokrasî û azadiyê pêk tê.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û ÎNKARÊ NIKARE WERE DOMANDIN
 
Îrmez, bi lêv kir ku ji ber desthilata AKP’ê û MHP’ê kurdan û siyaseta wan tasfiye bike pergala tecrîda Mûtleq li Îmraliyê xist meriyetê û got: “Konsepteke tasfiyeye ya bi salane tê sepandin heye. Hate dîtin ku gelê kurd bi zext, tundî û konsepta şer bi tu awayî nikare were tasfiyekirin. Em helwest, biryardariya wî ya zelal li qadan dibînin.” Îrmez, anî ziman ku bi şer, îmha û înkarê nikarin bikevin vê sedsalê û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan zêdetirî du mehan e çalakiya greva birçîbûnê heye. Dayikên aştiyê ji bo ku mirin çênebin aştî û demokrasiyê qîr dikin û Nobeta Edaletê digirin. Me jî ji bo ku tecrîda mutleq a li ser Ocalan were rakirin bi 1’ê sibatê ve dest bi ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ kir. Em bi biryar û bicoş in.”
 
Îrmez, da zanîn ku li her derê bi awayekî bicoş tên pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Em mal bi mal tax bi tax civînan digirin. Em meşên xwe bi esnafan re pêk tînin. Coşeke zêde heye. Ev dê heta 15’ê sibatê berdewam bike. Her welatiyê em pê re diaxivin aştî û demokrasiyê tîne ziman. Welatî diyar dikin ku bi konsepta şer, zext û tundiyê pirsgirêka kurd nikare were çareserkirin. Em dibêjin êdî bes e û divê herkes bi awayekî rabe ser piyan.” 
 
TECRÎD BELAVÎ TIRKIYEYÊ BÛ
 
Îrmez, got ku gelê kurd dibêje “muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Ocalan e” û wiha lê zêde kir: “Heke ev çareserî pêk were, encax bi birêz Ocalan re dikare pêk were. Ne hewceye mirov biçe deriyên cuda û kes û muxatabên cuda bigere. Yek ji xala herî girîng ku gelê kurd diyar dike ev e. Tecrîda li ser birêz Ocalan belavî Tirkiyeyê bû. Civaka Tirkiyeyê hemû di bin tecrîdê de ye. Heke edalet, hiqûq û demokrasî nemabin, azadî û aborî têk çûbin ev yek girêdayî tecrîdê ye.”
 
‘HETA KU AZADÎ PÊK WERE…”
 
Îrmez, anî ziman ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan û bi çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye demokratîk bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke niha tevgera siyasî ya kurd û gelê kurd bi rêxistin be, aştî û demokrasiyê qîr bike ji bo rakirina tecrîdê li qadan be ev tê wateya ku komplo hatiye pûçkirin. Heke gelên cîhanê niha paradigmaya birêz Ocalan nîqaş bike, heke ciwan, jin û karker nîqaş bikin ku ev paradîgma ji bo herkesê ya herî guncav e, ev nîşaneya pûçkirina komployê ye. Em dibêjin ku ji bo mirovahiyê ya herî guncav, aştî, demokrasî, azadî û mafên mirovan e.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

05/02/2024
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin