Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li her bajarî rastî eleqe û xwedîderketineke mezin a gel tê, roj bi roj mezintir dibe. Naîme Çetîn ku li Milazgirê dijî, 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan goreya rîsî çêkiribû û dema radestî Meşvanên Azadiyê kir wiha got: “Bila dawiya vê meşê azadî be. Min ev goreye ji bo Serok rêsa. Vê ji bo wî bibin.” 
 
Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê destpêkirî de cih digirin, bi coşeke mezin û bi biryardarî meşa xwe didomînin. Tevî şert û mercên giran ên zivistanê, bêyî guh bidin herî, baran û berfê meşa xwe didomînin. Li her derê rastî eleqeyeke mezin a gelê kurd û daxwazên “aştiyeke birûmet” û vekirina deriyên Îmraliyê tên. 
 
Kesên ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, duh li navçeya Qileban a Şirnexê bi gel re hatin gel hev. Xelkê Qilebanê jî rêwiyên azadiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" pêşwazî kirin û bi hev re govenda azadiyê gerandin. 
 
Di dema serdanên esnafan de xelkê ji bo Meşvanên Azadiyê serkeftin xwestin. Di sihbetan de herî zêde daxwaza aştiyê derket pêş. Xelkê navçeyê li gel meşvanan heta derketina bajar meşiyan û bi wan re wêne kişandin û oxir kirin. 
 
LI GUNDIKÊ MELÊ DAYIKÊN LAÇIKSPÎ MEŞVAN PÊŞWAZÎ KIRIN 
 
Meşvan, piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn. Li vir jî bi meşale û daholan hatin pêşwazîkirin. Dayikan jî meşvan bi laçikên spî pêşwazî kirin ku ku di çanda kurdî de sembola aştiyê ye. Di nava meşvanan de dayikên girtiyên nexweş Naîf Îşçî û Fîkret Erdan, Nebahat Îşçî û Sidika Erden jî hebûn. Di tevahiya meşê de dayikan laçikên xwe qet ji destê xwe nexistin. Berf dibariya lê girseyê xem nekir û di tevahiya meşê de bi dirûşma “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin. 
 
LI ŞIRNEXÊ STRANA ‘BERXWEDAN XWEŞ DOZ E’ OLAN DA 
 
Meşvanên Azadiyê di ketina Şirnexê de bi sirûda "Herne Pêş" hatin pêşwazîkirin. Di wê kêliyê de berf dibariya û girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Na ji tecrîdê re, aştî a niha” heta pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê meşiyan. Polîsan hewl dan meşê asteng bikin û bikevin navbera gel û meşvanan. Lê belê hewldanên wan vala derketin. Jinên botanî li ber dahol û zirneyan govend gerandin. Polîsan destûr nedan ku li daholê were xistin lê jinan dev jê bernedan û li ber stranên kurdî govenda xwe domandin. Xelkê navçeyê jî bi rêyên alternatîf xwe gihandin meşvanên azadiyê. Di dema meşa girseyî de strana “Berxwedan xweş doz e” olan da. 
 
Dayikeke ku astengiya polîsan derbas kirî û xwe gihandî meşê, li ser hişyariya polîsan a “dirûşm qedexe ye”, ji hevala xwe re got; “Ev aştiyê naxwazin” û îcar dirûşma “Bijî aştî” li kolanan olan da. 
 
Tevî barîna berfa zêde jî jin û kalên 60-70 salî bi îradeyeke mezin meşiyan. Di dema meşê de jineke kal bi gotina; “Bila ev meş bibe sedema azadiya Rêbertiyê" hêviya xwe anî ziman. 
 
QERS: DI PACÊN DIBISTANAN DE SILAV KIR
 
Baskê meşê yê Qersê jî bi biryardariyeke mezin didome. Bajarên Serhedê rojên herî sar ên zivistanê dijîn lê tevî vê yekê jî meş bi coş û kelecaneke mezin didome. Meşa ku di navbera Milazgir û Kopê de dest pê kir, heta du kîlometreyan bi sirûda “Çerxa Şoreşê” berdewam kir. Welatiyên ku dengê meşvanan bihîstin jî bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan piştgirî dan. Xwendekarên li dibistanan jî derketin pacê û meşvan silav kirin. 
 
TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ GEL DI RÊYAN DE YE 
 
Meşvanên ku gihiştin navçeya Milazgirê, li vir tevî hemû astengî û gefan jî rastî eleqeyeke mezin a gel hatin.  Polîsan bênavber gef û hişyariya “bikevin hundir, xwe ji rê bidin paş” li welatiyan kirin lê welatiyên derketin pêşiya mal û kargehên xwe bi gotinên “Em bi we serbilind in, rêya vekirî be” û çepikan meşvan pêşwazî kirin. 
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bi gotina; “Gelê kurd di 1071’ê de ji bo wan derî vekirin lê ew niha nahêlin gel li ser xaka xwe bimeşe” bertek nîşan da. Tevî astengkirinan jî meş heta navenda navçeyê dom kir û li avahiya partiyê ya navçeyê nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Di hevdîtina bi gel re de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. 
 
JI BO OCALAN GORA RÎS ÇÊKIR
 
Dema wext nêz bûy ku dê meşvan ji Milazgirê derkevin, dayika bi navê Naîme Çetîn ku cotekî goreyên rîs di destê wê de bûn, hate cem Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar. Dayikê gore teslîmî Uçar kir û wiha got: “Bila dawiya vê meşê azadî be. Min ev goreye ji bo Serok rêsa. Vê goreyê ji wî re bibin.” 
 
Me jî hestên dayika Naîmeyê jê pirs kir û wiha bersiv da: “Min ev goreye 25 sal berê rêsa bû. Min li cem xwe vedişart. Min îro bihîst ku meşvanên azadiyê hatine. Ez jî hatim vê derê û min radestî wan kir.” 
 
ELEQEYA JI BO MEŞÊ HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBE
 
Meşvanên di nava çepik û dirûşmên gel de hatin Kopê. Li navçeyê meşeke dirêj hate lidarxistin. Her navçe û bajarê ku baskê Qersê jê re derbas dibe, rastî eleqeyeke zêde tê û ev eleqeye her ku diçe zêdetir dibe. Meşvanên ku derbasî avahiya DEM Partiyê ya Kopê bûn, bi sedan welatiyan re rûniştin û sihbet kirin. 
 

Sernavên din

07/02/2024
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin