Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye

img

RIHA - Salih Surucu ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re xebitiye û bi rojan bi hev re axivîne anî ziman ku Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser wî kiriye û got: "Min kesek wisa qet nedîtibû. Kesek wisa li dinyayê tune ye. Kesayeta Serok, keseyetekî pir cuda bû." 

Hezên hegemon ji bo Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navdewletî pêk anîn. Ji ber komployê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, xwest îltîca bike lê di serî de Yewnanistan û dewletên wekî Îtalya, Rûsya li ser daxwaza hezên hegemon ku serkeşiya wan Amerîkayê dikir nehiştin Abdullah Ocalan li welatê wan bi cih bibe. Piştî 129 rojan ku Abdullah Ocalan bi daxwaza îltîcayê li gelek welatan geriya bi destê hezên hegemon li Kenyayê hate girtin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî ku Abdullah Ocalan hat girtin, di serî de bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gel daketin qadan û bi rojan çalakî li dar xistin. Bi çalakiyên, "Hûn nikarin roja me tarî bikin" gelek kesan agir berdana bedena xwe. 
 
Piştî Abdullah Ocalan hat girtin bi cezayê darvekirinê hat darizandin lê li ser çalakiyan cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê hat rakirin. Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind de ragirtiye, ji ber tecrîda girankirî 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe armanca hezên hegemon ku ew komplo pêk anîn, pûç kir. 
 
Salih Ozçelîk (70) ku bi navê Salih Surucu tê naskirin û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê rûdinê diyar kir ku ew bi rojan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re maye. Surucu ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala Abdullah Ocalan kir.   
 
Salih Ozçelîk
 
HEVDÎTINA EWILÎ
 
Salih Surucu diyar kir ku yekem car wî Abdullah Ocalan li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dîtiye û ev tişt gotin: "Ez ji hereketa 68'an a Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bandor bûm û tev li Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê ya Denîz Gezmîş bûm. Li wir min xebata siyasî dikir. Wê demê me jî li Pirsûsê bi ciwanan re Komeleya Piştevaniyê ya Şoreşgerên Pirsûsê ava kir. Di sala 1974'an de li ser pirsgirêka neteweyî nêrînên cuda derketin. Min û 3 hevalên saziyê wê demê got welatê me metîngeh e û divê em jinûve xwe birêxistin bikin. Lê yên di bin bandora çepên tirk de mabûn jî digotin, rêxistinbûyina cuda ne hewce ye û li ser vê yekê cudabûn ket navbera me. Wê demê hevalekî ku li Enqereyê beşa hiqûqê dixwend jî maf dida me. Navê wî Îsmet Ateş bû. Îsmet jî ji me re got, 'li Enqereyê komek derketiye û ev jî weke we difikirin. Heke hûn bixwazin ez we bi wan bidim naskirin.' Piştî hefteyekê Serok û heval Cemîl Bayik hatin Pirsûsê. Cara yekem di sala 1975'an de min li Pirsûsê Serok nas kir."
 
'HETA WÊ DEMÊ ME KESEK WISA NEDÎTIBÛ'
 
Surucu bi lêv kir ku li Pirsûsê Abdullah Ocalan bi ciwanan re civînek lidar xistiye û bandoreke mezin li ser ciwanan kiriye. Surucu, wiha qala wê civînê û bandora axaftina Abdullah Ocalan a li ser wî kir: "Piştî ku Serok hat Pirsûsê li wir me bi ciwanan re civînek amade kir. Wê demê em 4 kes wekî hev difikirîn û yên din jî di bin bandora çepên tirk de mabûn. Min ji Serok re got ciwan ji bo civînê amade ne. Serok jî got; 'hûn çend kes in.' Min got em 4 kes in. Serok jî got 'em we ji xwe dihesibînin lê divê hûn yên ku wekî me nafikirin jî bînin civînê. Bila ev jî bibînin em li Kurdistanê çawa dinêrin, Tirkiyeyê û cîhanê çawa dinêrin.' Min jî li ser vê yekê bang li koma din jî kir û em bi tevahî 23 kes wê demê civiyan. Serok rewşa ciwanan pirsî û ji wan re got, 'hûn bi ciwaniya xwe dijîn an na.' Serok ji wan re got, 'heke welatek bindest be ciwanên wî welatî jî bindest in. Ji ber ku hûn ji civaka xwe ne qutkirînê. Heke civak azad bibe civan jî wê azad bibin. Yên ku civakê azad bikin jî ciwan in. Bi xebat û fedakariya we civak wê azad bibe. Hûn ê pêşengiyê ji vê civakê re bikin û li dijî neyarên welat hûn ê şer bikin.' Me heta wê deme mirovekî wisa qet nedîtibû. Ji ber vê yekê jî bandoreke mezin li ser me kir. Wê demê axaftineke dirêj ji me re kir. Dîroka Kurdistanê vegot, Kurdistan çawa hatiye dagirkirin, qala serhildanên li Kurdistanê kir. Serok piştî ku axaftina xwe qedand ji li ciwanan vegeriya û got, 'Me nêrînên xwe yên li ser Kurdistanê û cihanê vegotin. Li ser van gotinan tiştekî ku di serê wê de ma yan na?' Yekî ji di nav ciwanan de got, 'Gotinên we rast in lê em ê vî welatî çawa rizgar bikin?' Serok jî li ser vê pirsê got: 'Welatê me bi zorê dagirkirine û em ê jî bi zorê rizgar bikin. Kes bi dilxweşî welatê me nade me. Em ê bi zorê welatê xwe ji dest wan bigrin, em ê şoreşa xwe pêk bînin û Kurdistanê azad bikin.' Piştî gotinên Serok kesê din pirs nepirsîn û civîna me ya wê demê qedya."
 
'SEROK PAŞNAVÊ SURUCU LI MIN KIR'
 
Surucu, da zanîn ku di nasnameya fermî de paşnavê wî Ozçelîk e lê ji ber ku Abdullah Ocalan paşnavê Surucu li wî kiriye ew xwe wekî Salîh Surucu dide nasandin û wiha pê dê çû: "Piştî wê rojê gelek caran Serok hat Pirsûsê û ez jî diçûm cem wî. Li ser xebatên li vir ji min agahî digirtin. Bi zarokan re dibû zar. Dema zarokekî biçûk didît bang dikir û bi saetan pê re diaxivî. Bi zimanê zarokan pê re diaxivî. Diçû cem kesên temenmezin, bi pîr û kalan re diaxivî û ji wan re digot 'Ji min re qala wan demên berê bikin, hûn çawa dijîn, dema we çawa bû.' Pîr û kalan jî wekî ku bi hevalê xwe re diaxivîn pê re diaxivîn, kûr û dûr. Anku bi hemû kesan re têkiliyeke baş datanî û bandoreke mezin li wan dikir. Ez jî wê demê di çalakiyekê de, di sala 1977'an de hatim girtin û salekê di girtîgeha Pirsûsê de girtî mam. Serok jî çend caran di girtîgehê de hat serdana min. Di serdanê de ji min re qala têkoşîn û xebatan kir. Ji min re got di demekê nêz de partî wê bê avakirin. Yên ku di serdanê de ew dîtibûn ji min dipirsîn digotin ev kî ye? Dişibe kesên biheybet. Serok bi sekn û helwesta xwe bandor li ser milet dikir. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim jî min Serok dît û em bi hev re xebitîn. Li Dîlokê Serok ji min re got ji niha şûn ve navê te Surucu ye. Piştî wê rojê ez bûm Salîh Surucu. Niha kî ji min bipirse ji ber ku ev nav Serok li min kiriye ez dibêjim Surucu. Serok ji min hez dikir. Navbera me pir baş bû. Şertê sedsala 20'an Serok diyar kir. Şoreşên li dinyayê pêk hatibûn û serhildanên li Kurdistanê bandor li ser kesayeta Serok kiribû. Ji ber wê jî keseyeta Serok keseyeteke gerdûnî û cuda bû. Serok ji me re got, 'Amadekariya xwe bikin. Em ê hemû gelê Kurdistanê kom bikin. Têkoşîna ku Kurdistanê azad bike wê têkoşîna me be.' Ji me re got hûn jî xwe ji vê rojê re amade bikin." 
 
CEZAYÊ ÎDAME VE HAT DARIZANDIN
 
Surucu, di sala 1979'an de tê girtin û ji ber "endamtiya rêxistinê" bi cezayê darvekirinê tê darizandin. Lê piştre cezayê darvekirinê vediguhere cezayê muebedê û ew di sala 2008'an de ji Girtîgeha Dîlokê tehliye dibe. Surucu, diyar kir ku dema Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin ew di girtîgehê de bûye û wiha qala wan rojan kir: "Me agahî ji hevalan bihîst û piştre jî di televîzyone de jî derket. Tiştê ku Serok ji me re digot hatin bîra me. Ji me re digot, 'Şoreşger di destê dijmin de dilgirtî jî bin xeyalên wan mezin in, ji ber wê jî tu car kes nikare ruhê wan dîl bigire.'Di girtîgehê de me jî protesto kir û em ketin greva birçîbûnê. Dor bi dor em diketin greva birçîbûnê. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim jî min lêkolîn kir ku çawa Serok hatiye girtin. Lê ji ber ku em di perwerdehiya Serok re derbas bûbûn tu car me mirûzê xwe xira nekir. Ji ber ku me ji Serok ev yek hîn kiribû." 
 
'SEROK DI HUCREYEKÊ DE EW KOMPLO PÛÇ KIR'
 
Surucu, destnîşan kir ku hezên hegemon ji ber armancên xwe yên li Rojhilata Navîn komployê pêk anîne û wiha got: "Komploya navneteweyî li dijî Tevgera Azadiyê bû. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ji hemû tevger û partiyên cihanê û Kurdistanê cuda bû. Hezên hegemon jî ev yek dîtin. Tevgera Azadiyê ji bo xwe xetere dîtin û ji ber wê jî xwestin pêşiyê bigrin û li dijî Serok ev komplo pêk anîn. Serok dema hat girtin jî me dizanî Serok dê komployê pûç bike û ew hucre wê bibe qadeke fireh.Wisa jî bû. Serok di hucreyekê de ev komplo pûç kir. Dema meriv keseyeta Serok tehlîl dike, meriv dibîne ku kesayeteke kurd û Kurdistanî ye lê dema meriv hinek din vedike meriv dibîne ku kesayetekî gerdûnî ye. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku pêşkeşî gelan kir, ji bo hemû gel û pêkhateyan e. Bila baş bê zanîn ku em ê paradîgmaya wî li her derê bixin meriyetê û Serokê xwe azad bikin. Dema ez ji girtîgehê derketim jî min rewşa xemgîniya gel dît. Gel pir xemgîn bûbû. Yên ku Serok dîtibûn pir xemgîn bûn. Lê baweriya wan her bi Serok hebû."
 
'DIVÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDE SERÊ XWE RAKE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Surucu bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û ev bang li gel kir: "Divê sazî û gelê me û hemû demokratên Tirkiyeyê li dijî tecrîda li ser Serok rabin. Divê siyasetmedarên me jî her tim greva birçîbûnê ku li dijî tecrîde li girtîgehan  hatiye destpêkirin her tim bixin rojevê. Heta azadiya fizîkî ya Serok pêk neyê tu çareserî û muzakere jî ne pêkan e. Heke tecrîda li ser Serok ranebe û muzakere dest pê nekin rewş wê hê xirabtir bibe. Hemû gelê Tirkiye û Kurdistanê jî wê zor û zehmetiyan bibînin. Bandora zext û krîza aborî wê hê zêdetir bibe. Ji bo ku ev yek nebe divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî vê tecrîde serê xwe rakin. Azadiya Serok azadiya hemû gelan e."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

07/02/2024
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin