Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 9’emîn de didome. Meşvanên ji Qers û Wanê bi rê ketin, her ku nêzî Amarayê dibin coşa wan zêde dibe. 
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji du baskan hate destpêkirin ê Wanê duh derbasî navçeya Hezex a Şirnexê bû. Meşvanên Azadiyê li vir bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin. Tevî ku polîsan hewl da pêşiyê li meşvanan bigire ku bi gel re bên bahev jî, gel astengkirin pûç kirin. Dayikên Aştiyê yên di destên wan de laçikên spî ku “aştiyê” temsîl dikin hebûn, di meşa li navenda navçeyê hate kirin de li herî pêş bûn. 
 
KELECANA ZAROKAN BANDOR LI MEŞVANAN KIR 
 
Meşvanên Azadiyê piştî Hezexê derbasî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Hewldana polîsan ku pêşiyê li meşvanan bigire bi gel bên bahev li vir jî encam negirt. Di ketina navçeyê de li herî pêş zarokan Meşvanên Azadiyê pêşwazîkirin. Zarokên ku şande dîtin dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û ber bi meşvanan ve beziyan. Kelecan û coşa zarokan bandor li meşvanan jî kir. Di nav girseya qelebalix ku li navçeyê Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin de Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Mêrdînê yên DEM Partiyê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî hebûn. 
 
Gel ji pace û şaneşînên malên xwe meşvanên azadiyê yên li navenda navçeyê dest bi meşê kirin, silav kirin. 
 
HER KU NÊZÎ WELATÊ ROJÊ DIBIN COŞ ZÊDE DIBE
 
Di meşa ku bi lêxistina erbaneyan, sirûd û stranên bi kurdî re heta Parka Aştiyê bi awayekî bicoş hate lidarxistin de Dayikên Aştiyê gelek caran lîlandin. Yek ji dayikên ku bi gihiştina parkê ji ber westiya rûnişt bi gotinên “Ya rebî, tu keda me vala dernexîne, bibe wesîleya ku deriyên girtîgehên ku Serokatiya me û girtiyên me lê tên ragirtin demildest werin vekirin” dua kirin. Tevî dayik westiyayî jî bû, heta Meşvanên Azadiyê daxuyanî nedan û ji parkê neçûn, ew jî ji parkê neçû. 
 
Meşvanên azadiyê yên ku li bajarên serma lê zêde ye dest bi rêwitiya xwe kirin û ber bi bajarên germtir ve meşa xwe didomînin, ji ber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Amara yê navçeya Xelfetî yê Rihayê hatiye dinê ev yek bi gotinên “Her ku nêzî welatê rojê dibin, coş jî biryardarî jî zêde dibe” penase kirin. 
 
JI MÊRSÎNÊ HETA DERSIMÊ ‘GOVENDA AZADIYÊ’ 
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê jî duh gihişt Dêrsima ku yek ji bajarê ji bo tevgera azadiyê girîng e. 
 
Meşvan heta niha bi dorê li bajaroka Bazarcix, Dîgor, Qulp, Îdir, Bazîd, Giyadîn, Avkevir, Agirî, Panos, Milazgîr, Kop, Qereçoban, Xinûs, Gimgim, Kanîreş û Depê bi gel re hatin bahev. Meşvanên azadiyê ji roja derketin heta niha tevî hewldanên astengkirinan li bajêr, navçe û gundan bi hezkirineke mezin re rûbirû man. 
 
JI MÊRSÎNÊ HATIN DÊRSIMÊ  
 
Li Dêrsimê jî heman dîmen derketin holê. Dayikên Aştiyê yên ji Mêrsînê hatin Dêrsimê di nava meşê de cihê xwe girtin. Girseya ku bi stran, çepik û dirûşmeyên hatin berzkirin heta Qada Seyît Riza Meşiyan li vir “Govena Azadiyê” gerandin. 
 
‘HETA KU SEROKÊ ME AZAD NEBE EM NIKARIN AZAD BIBIN’ 
 
Yek ji Dayikên Aştiyê Zeynep Elegaş a me mîkrofon dirêjî wê kir, bi gotinên xwe yên “Em ji Mêrsînê ji bo piştgiriya meşê bikin hatin. Em dixwazin tecrîda li ser Serokê me bi dawî bibe. Em dixwazin di heman demê de Serokê me azad bibe. Heta ku Serokê me azad nebe em nikarin azad bibin. Azadiya me bi azadiya Serokê me re girêdayî ye” armanc û coşa meşê kurteber kir. 
 
Yek ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren (55) jî anî ziman ku Meşa Azadiyê ji bo hemû gelan tê kirin û bi lêv kir ku ji ber vê yekê divê herkes cihê xwe yê di meşê de bigire. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî ji bo herkesê derbasdar e. Em dixwazin tecrîda li ser Serokê me rabe. Em ji bo hemû gelan aştî û aramiyê dixwazim. Aştî îro pêdiviya herkesê ye. Li girtîgehan çalakiya grevê heye. Ji bo ku grev bi dawî bibin divê daxwaz demildest bên pêşwazîkirin. 
 
DI BÎRANÎNAN DE NIVÎSA ABDULLAH OCALAN HATE XWENDIN
 
Tevlibûna dayikan a meşê moral da meşvanan û bîranînên li bajêr bawerî zêde kir. Di bîranînên ji bo yek ji pêşenga tevgera jina kurd a li Parîsê hate qetilkirin Sakîne Cansiz û hevala wê ya têkoşînê ku jiyana wê weke Cansizê bi şer derbas bû de meşvanan soza mezinkirina têkoşînê dan. Nivîsa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser Komkujiya Parîsê nivîsandibû di bîranînan de hate xwendin. Rêberê PKK’ê yê di vê nivîsê de xweserbûna Dêrsimê destnîşan dike, ji Dêrsimiyan re wiha dibêje: “Divê dêrsimî dîroka xwe baş bizanin. Çandeke berxwedanê heye ku ji dîroka pênc hezar salî û vir ve, ji Hurriyan û vir ve didome. Îfadeya Dêrsimê ya heta sala 1938’an rastiya kurdan a qedîm e. Di sala 1938’an de li Dêrsimê qirkirinek hate kirin. Pêkanînên bişaftin û qirkirinê yên li dijî hebûna kurdan hatin meşandin, di 15’ê Sibata 1925’an bi awayekî fermî hatin destpêkirin. Li Dêrsimê dan, li Agiriyê dan, pişt re hin efûyên bi şert derxistin. Kesên hatin darvekirin, hatin darvekirin, yên teslîmbûn, teslîmbûn û beton rijandin ser pirsgirêka kurd. Ez bawer im ku berxwedana me berdewam neke, dê careke din pirsgirêka kurd bê betonkirin da ku careke din vejîn nebe.”
 
GULISTAN DOKÛ NEHATE JI BÎR KIRIN 
 
Jinên di Meşa Azadiyê de cih girtin jî li ser Pira Dînarê ji bo xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya zêdetirî 4 salan winda ye û herî dawî li ser vê pirê hatibû dîtin daxuyanî dan. Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” ku belavî hemû cîhanê bû careke din ji vir bilind kirin û soz dan ku ji faîlên Dokûyê hesabê bipirsin. 
 
Meşvanan serdana Gola Çeto, Dayika Fatma û Zinarên 38’an kirin û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan loqme belav kirin û çira vêxistin.

Sernavên din

09/02/2024
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin