Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were

  • rojane
  • 09:38 12 Sibat 2024
  • |
img
SÊRT - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku li Sêrtê pêşengtiya baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê kirin, banga tevlibûna meşê kirin û wiha gotin: “Heke Serok derbikeve dê aşitî ji bo me, ji bo tirkan û ji bo herkesê jî çêbibe. Ev tecrîda li ser Serokatî, li ser tevahî miletê kurd û tirk e jî.”
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hate destpêkirin, di roja 11’emîn de li Sêrtê berdewam kir. Meşvan, li Sêrtê ji hêla bi sedan kes û Meclisa Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê pêşengtiya meşa ku li Cadeya Guresê heta avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate lidarxistin, kirin. Dayikên Aştiyê yên ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, banga xwedî derketina “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin.
 
‘EM NAXWAZIN TU DAYIK BIGIRÎN’
 
Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Cevahîr Kiliç, “Meşa Mezin a Azadiyê” û meşvan pîroz kirin û da zanîn ku ew vê rojê gelek girîng dibînin. Kiliç, diyar kir ku ev meş meşa azadiyê û wekheviyê ye. Kiliç, anî ziman ku ew dixwazin herkes bibe xwişk û birayên hev û ew naxwazin tu dayik bigirîn. Kiliç, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kezeba dayikên tirkan jî dişewite, yên kurdan û gerîla û polîsan jî dişewite. Dayik ji bo her kesî aşitiyê dixwazin û bila kezeba çi dayikan neşewite. Lewma ev Meşa Azadiyê jî, meşeke xweş e û gelek girîng e. Îşelah ev bibe wesileya aştiyê û wekheviyê.”
 
‘OCALAN NE TENÊ JI BO KURDAN JI BO HEMÛ GELÊN CÎHANÊ DIXEBITE’
 
Kiliç, destnîşan kir ku baweriya wan ji çareseriyê re heye û bi lêv kir ku ew bi dayik, zarok û gelê xwe bi bawer in. Kiliç, bi lêv kir ku ew ê serbikevin û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan ne tenê ji kurdan re, ji hemû gelên cîhanê re dixebite; ji feqîran, bindestan, hwd. her kesî re dixebite. Kî bindest be, kî di bin zilmê de be, dixwaze ji bo wî bixebite. Canê xwe ji bo me feda kir û divê em jî ji bo wî bikevin nava tevgerê. Heta neyê di nava me de û em wî hembêz nekin dilê me hênik nabe. Îşelah em ê vê yekê bibînin, ew roj ne dûr e.”
 
‘HEKE EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK’
 
Kiliç, bang li hemû gel û dewletên cîhanê kir û got ku bila piştgiriyê bidin doza wan ku ew Serokê xwe azad bikin. Kiliç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta serokê me azad nebe, em jî azad nabin. Heke Serok bê di nava me de azad bibe û em wî hembêz bikin, em azad in. Heke em nebin yek, em destê xwe nedin destê hev, em hevûdu hemêz nekin, em nebin kom, em ê herin yek bi yek. Îşelah em ê Serokê  xwe derxînin û weke îro bi şahî, tîlîlî û dawet em ê biçin pêşiyê.”
 
‘EV MEŞ MEŞA RIZGARIYA OCALAN E’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Wetha Kaçar jî bal kişand ser girîngiya meşê û anî ziman ku ew vê meşê serkeftî dibînin. Kaçar, diyar kir ku ev meş dê bibe meşa azadiyê, meşa Kurdistanê, meşa rizgariya Abdullah Ocalan. Kaçar, bi lêv kir ku heta Abdullah Ocalan di zindanê de be, tiştek çênabe û wiha got: “Aştiya me li ba Serok e. Heke Serok derbikeve dê aşitî ji bo me, ji bo tirkan û ji bo herkesê jî çêbibe. Ev tecrîda li ser Serokatî, li ser tevahî miletê kurd e û tirk e jî. Divê parêzerên Ocalan biçin ba wî û malbata wî, wî bibîne. Ev bû sê sal ne parêzer ne jî malbat neçûye ba wî.”
 
‘TEV LI MEŞA AZADIYÊ BIBIN’
 
Kaçar, bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha hemû girtiyên me di grevên birçîbûnê de ne. Bila ev grev bi dawî bibin û deriyên girtîgehan vebin. Xwesteka me hêj em nemirî dîtina Kurdistaneke azad e. Serkeftin ji me re, lê divê ji bo serkeftinê em li ber xwe bidin, yekitiya xwe ava bikin. Ev kurdên xayîn jî bila bên tev li me bibin, tev li Erdogan û yên din nebin. Qey hûn ne kurd in, qey namûsa we, şerefa we nîne. Divê hûn bên û tev li doza azadiya xwe, serokê xwe, girtiyên xwe, gerîlayên xwe bibin. Serkeftin ya me ye, em ê Kurdistana xwe rizgar bikin. Serokê me ji zîndanê derbikeve dê aşitiyeke baş çêbibe. Ez bang li hemû gelê kurd dikim, bila ew jî tev li vê meşa azadiyê bibin. Bi du milan ve ji azadî û aşitî re ketiye rê, divê em piştgiriyê bidin wan, em xwedî li wan derbikevin. Îro roja azadiyê û aşitiyê ye, roja serkeftinê ye.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

12/02/2024
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye