Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye

  • rojane
  • 16:46 13 Sibat 2024
  • |
AMED - Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir ku di daxuyaniya Meşa Azadiyê ya Mezin ya li ber Minareya Çar Ling de axivî, got: “Divê tecrîd bê şikandin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Wekî din tu rêyeke din tune ye." 
 
Her du baskên Meşa Azadiyê ya Mezin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya Kurd 13 roj in bajar bi bajar dewam dike, li Amedê li hev civiyan û 4 saetan çalakî li dar xistin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Minareya Çar Ling de axivî û got: “Ji Wan û Qersê bêyî em bêjin berf û zivistan e, em meşiyan. Em ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd heta vir hatin. Ev rê rêya azadiya birêz Ocalan e."
 
‘DIVÊ HER KES BI ME RE HEREKET BIKE'
 
Piştre Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got: “Em bi hezaran kîlometre rê meşiyan û hatin Amedê. Gelê me di rê de piştgirî da me. Em spasiya wan hemûyan dikin. Me xwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Muxatabê vê pirsgirêkê birêz Ocalan e. Ev sedsal in siyaseta înkar, asîmîlekirin û qirkirinê li ser kurdan tê meşandin, lê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Îro bi hezaran polîs anîne vir, lê dê tu encamê ji van polîtîkayan negirin. Ev meş û berxwedan ne 13 roj in. 100 sal berê dest pê kiriye û ev berdewamiya wê ye. Pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibin. Banga me ji her kesî re ew e ku rê û rêbazek ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê bibînin. Kes dê bi vê pirsgirêkê negihêje tu cihî. Ev pirsgirêk divê awayekî bi rûmet û aştiyane bê çareserkirin. Çareserkirina wê jî tenê ne li ser milê me ye. Her kesê ku li vî welatî aştiyê dixwaze, pêwîst e berpirsyariya xwe bi cih bîne."
 
‘PÊŞENGÊ BERXWEDANÊ OCALAN E'
 
Bayindir bal kişand ku ev 100 sal in kurd li ber xwe didin û wiha berdewam kir: “Ev sedsal bi berxwedana gelê kurdan hat roja îro. Rêberê vê berxwedanê birêz Ocalan e. Divê tecrîd bê şikandin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Ji bilî vê tu rê tune ye. Daxwaza me aştiya birûmet e. Ji Wanê heta vir gelê me piştgirî da me. Em ê teqez daxwazên gelê xwe pêk bînin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û firandina kevokên aştiyê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

14/02/2024
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin