Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir

  • rojane
  • 11:42 16 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan, destnîşan kir ku gotinên pisporên ku karesata madenê ya li navçeya Licikê dîtin hatin paşguhkirin û anî ziman ku heke bergiriyên pêwîst neyên girtin dê bi qirêjiya av, ax û hewayê karesateke hawîrdorê ya bi salan bidome pêk were. 
 
Bi ser karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê re 3 roj derbas bûn. 9 karkerên di bin axa bisiyanur a ku di encama hezaza madena aydê Anagold Madencîlîkê ya hevkariya SSR Mining a Kanadayê û Çalik Holdîngê pêk hat de man hêj nehatin dîtin. 
 
Pisporan daxuyandin ku axa ber bi Çemê Firatê ve diherike ji malzemeyên bi siyanur û sulfuruk asîtê hatine şûştin pêk tê û tê zanîn ku bi mesafeya ji asîmanan 300 mîtroyan dûrî çem e. Li aliyê din di hezîrana 2022’yan de boriya ku di madena zêr de siyanür vediguhest, teqiya bû û bermahiyên bijehr tev li Bendava Licikê ya li ser Çemê Firatê bûbûn. 
 
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) ya girêdayî Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Huseyîn Alan diyar kirin ku pispor bi salan e têkildarî kana madenê gelek hişyarî kirin lê ev hişyarî hatin paşguhkirin. 
 
KESÊN FIKARÊN XWE ANÎN ZIMAN HATIN SÛCDARKIRIN 
 
Alan bi bîr xist ku firmaya Anadolû Gold salên dem dirêj ji aliyê rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên hawîrdorê ve gelek caran hate rojevê û diyar kir ku fikara bingehîn ew bû ku heke rojekê hilweşe av û malzemeyên bi siyanurê hatine qirêjkirin dê herikin Çemê Firatê. Alan, da zanîn ku lê belê şîrketa heyî û rayedarên destûr dane wan fikar paşguhkirin û kesên fikarên xwe anîn ziman sûcdar kirin û got: “Ev bertek weke ‘li pêş pêşveçûna Tirkiyeyê’ weke asteng dixwendin.”
 
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan
 
KARGEHÊ JINÛVE DEST BI XEBATÊ KIR 
 
Alan, jiberçûyîna siyanurê ya di madena zêr a aydê Şîrketa Anagoldê ya di Hezîrana 2022’yan a Licikê de bi bîr xist û wiha lê zêde kir: “Ev mijar wê demê ji aliyê organên çapemeniyê ve bi awayekî zêde hate rojevê. Lê Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di çarçoveya tespîtên li vê herêmê li dora 7 an 8 mehan de li vê kargehê pêvajoyên hilberînê rawestandin. Pişt re bi hinceta bergiriyên pêwîst hatine wergirtin, bû wesîle ku kargeh jinûve dest bi xebatê bike.”
 
‘DIBE KU TEV LI AVA SERERD Û BINERD BIBE’ 
 
Alan ê gotinên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya yê herikîneke ber bi Çemê Karasû ve nîne bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Hûn dizanin siyanur malzemeyeke gelek bijehr e. Divê ev bi awayekî demildest were berterefkirin. Bi milyonan metreküp malzeme her roj bi tonan solüsyona siyanurê tê şûştin. Ev malzemeyê di bin reaksiyona kimyasal de tê komkirin an ku malzemeye ji vê solusyonê tê komkukirin bi boriyan tînin kargeha hilberînê. Li wir bi flotasyonê zêr tê bidestxistin. Baranên dibarin wê av û malzemeye bisiyanur tev li ava bin erdê ji wir jî dibin sedem ku tev li ava ser erd bibe.”
 
KÎMYASAL DÊ BI XWARINAN BÊN SER SIFREYA ME
 
Alan, bi lêv kir ku avên ser erd ên li herêmê bi kimyewiyan ve tev li nava axê dibe, axê qirêj dike û got: “Bi siyanurê re di heman demê de metalên giran ên di nava vî malzemeyî de jî dê tev li avê bibin. Ava li wir dê çi bike? Dê tev li bendav û golan bibe û ji vir jî dê tev li ava binerdî bibe. Ava ku ji vir hate wergirtin dema weke ava vexwarinê an jî ji bo avdanê hate bikaranîn, ev ava qirêj û xwarinên bi vê ava qirêj hatin hilberîn tê bên ser sifreya me. Pergala tenduristiyê jî bandor dibe.”
 
Alan, diyar kir ku li herêmê bi rêya hilmê siyanur tev li hewayî jî dibe, ev yek ji bo mirovên li herêmê dijîn pirsgirêkeke tenduristiyê ya cidî ye û ev tişt got: “Ji bo hemû zindiyan dibe xetere. Heke bergiriyên pêwîst neyên wergirtin û ew ax bi awayekî ewle nehate veguhestin dê ev qirêjî bi dehan salan bidome. Ji ber vê yekê em weke endezyarên jeolojiyê vê yekê weke karesateke hawîrdorê dinirxînin. 
 
‘JI ÎNSAFA ŞÎRKETÊN MADENVANIYÊ RE HATIYE HIŞTIN’ 
 
Alan, bal kişand ku divê xebatên madenvaniyê liberçavgirtina pêdiviyên zanîstî û teknîkê bên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek li Tirkiyeyê nayê kirin. Ji ber vê yekê divê em polîtîkayên madenvaniyê di ber çavan re derbas bikin û tedbîrên pêwîst jinûve bigirin. Heke ev bûyera îro qewimî û bûyerên dibin sedema karesatên hawîrdorê yên mezin dê hem bibin sedama windakirina canan hem jî bibin sedam karesata hawîrdorê. Hewza Firatê hate qirêjkirin, em bi karesateke hawîrdorê  ya mezin re rû bi rû ne. Elbet madenvanî dê hebe lê divê bergiriyên pêwîst bên wergirtin. Li gorî min hem di pêvajoyên projekirinê de hem jî pêkanînê de kêmasî û xetayên girîng hene. Divê em tedbîrên baş bigirin û van tedbîran bişopînin û kontrol bikin. Rayedar ne dişopînin ne jî kontrol dikin. Ji ber vê yekê em di pêvajoyeke ku ji înîsiyatîfa şîrketên madenê re hatiye hiştin de derbas dibin. Encamên ku ew jî bi xwe re tîne maliyeteke giran e ji civakê re.”

Sernavên din

17/02/2024
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin